* Dengbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê diyar kirin ku li hemberî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bi afirandina kilamên şoreşgerî bersiv didin û xwestin her kes xwedî li rûmeta xwe derkeve.
* Derket holê ku qeyûmê Amedê Munîr Karaloglu yê ku wî vekişandin navendê ji baregeha leşkerî ya li Kaniya Xezalan re alîkarî kiriye.
* Li Antalyayê di 8’ê Adarê de derbarê ji 40 kesên tev li Meşa Şevê ya Femînîst bûbûn û polîsan bi lêdanê wan binçav kiribû, doz hat vekirin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 441'emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza polîs Hakan Avci yê ku wesayîta zirxî li endezyar Cîhan Can qeliband û ew kuşt li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Êlihê têkildarî firotina Batman Park AVM ku ji aliyê qeyûm ve pêk tê dê li ber AVM'ê daxuyanî bide. (10.00)
* HDP, EMEP, EHP, HALKEVLERİ, SMF, TÎP û TOP dê têkildarî maf û heqdestiyê li avahiya Odeya Endezyarê Ceyranê a şaxa Stenbolê daxuyanî bidin. (11.00)
* Endamên SGDF'ê dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmîrê li bi daxuyaniyekê dawî li greva birçîbûnê ku ji bo du rojan dabû destpêkirin bîne. (19.00)