ERDEXAN - Hevseroka HDP'ê yê Erdexanê Fatma Yilmaz ji ber nexweşîna pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest da.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erdexanê Fatma Yilmaz (62) ji ber nexweşîna pençeşêra pişikê îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yilmazê li Goristana Navendê ya Erdexanê hat veşartin. Rêvebirên HDP'ê yên bajêr, rêvebirên HDP'a Qersê û gelek welatî tevli merasîma cenaze bûn.
Şîna Yilmazê li mala wê ya li navendê hatiye danîn.