ANTALYA - Li Zanîngeha Akdenîzê, komeke nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekarên ku govend digerandin kirin.
Li Antalyayê, duh bi şev komeke nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê yên kurd ku govend digerandin kirin. Piştî êrişê xwendekar ji hev belav bûn û bûyer bi dawî bûn. Xwendekarên kurd, li ser hesabên xwe yên medya sanal derbarê êrişê de daxuyanî dan û ragihandin ku komeke nîjadperest bi peywirdarên ewlehiya taybet ên zanîngehê re êrişê wan kirine û wan jî bersiv daye êrişan.