ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdiyê û Herêma Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome.
Li Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabar û Herêma Bestayê qirkirina daran didome. Li herêmên Benavya û Nêvana yên Cûdiyê û li herêmên Rîsor, Şerevan, Qirteka Pêşya, Têkera û Keniya Mîr qirkirina daran didome.
Bi hezaran darên ku di bin kontrola eskeran de bi destê cerdevanan tên birîn bi TIR'an ber bi derveyî bajêr ve tên veguhastin û tên firotin.
Her wiha ji ber şerê li Çiyayê Cûdiyê di 10'ê Gulanê de li gundê Avgamasya, Serêdehlê û Şilêrîtê qedexe hatibû îlankirin. Qedexeya li van gundan didome.