Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin

  • rojane
  • 10:15 26 Gulan 2022
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Argeş Şengalî diyar kir ku derûdora Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin û bi êrişên dawî re Iraq bi piştevaniya dewletên din dixwaze bikeve Şengalê û got: “Bi temamî dixwazin dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin.” 

Di 9'ê Cotmeha 2021'an de hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya Tirkiyeyê “Peymana Şengalê” îmze kirin. Li gel îmzekirina vê peymanê zext û gefên li ser Şengalê jî dest pê kirin. Êzdiyên ku bi bedelên giran Rêveberiya Xweser ava kirin û di bin sîwana Asayîşa Êzidxan de hêzên xwe yên leşkerî ava kirin. Xelkê Şengalê li dijî “Peymanê” derdikeve û dibêjin ew qebûl nakin. Li aliyekî aloziyên li ser Şengalê didomin li aliyekî din jî Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên bi ser axa başûrê Kurdistanê şerek dijwar daye destpêkirin. Bi vî şerî ve girêdayî artêşa Iraqê jî di 2’ê Gulanê de li dijî Şengalê bi çekên giran êriş kir. Piştî çend rojan aliyan bi muzakereyan şer da sekinandin. Lê belê gefên li dijî Şengalê hê jî didomin. 
 
Rojnamevan Argeş Şengalî derbarê geşedanên dawî yên li Şengalê ji Ajansa Mezopomtaya (MA) re axivî. Şengalî anî ziman ku derdora Şengalê hatiye dorpêçkirin û got: “Çi bibe bila bibe wê êzdî xaka xwe terk nekin.” 
 
 
'BI TANG Û TOPAN BERÊ XWE DAN ŞENGALÊ'
 
Şengalî anî ziman ku piştî li Şengalê êriş hatin sekinandin derdora wê hemû dorpêç kirine û got: "Bi hevkariya PDK'ê û erêkirina hikûmeta Iraqê êrişeke berfireh li dijî herêmên parastina medya pêk hat. Li van herêman ji berê heta niha êrişên dijwar hene. Lê bi wê ve girêdayî dewleta Iraqê jî heman rêbaz da meşandin û xwest ku bikeve Şengalê û deskeftiyên Şengalê bi dest bixe. Ji xwe ewil li Duholê di navbera wan û hêzên Asayîşa Êzîdxan de hevdîtin çêbû û lihevkirin pêk hat. Di heman demê de li derdora Şengalê li geliyên Şiloxan, Sikeniyê û Îmdibanê êrişên xwe zêde kirin û bi tang û topên xwe cihê xwe berfireh kir. Jixwe di van herêman de jî şer û pêvçûn çêbûn. Di wê encamê de şervana YJŞ'ê Feraşîn jiyana xwe ji dest da. Lê dîsa jî dewleta Iraqê xwest ku êrişên xwe berfireh bike. Çawa ku dewleta Tirkiyeyê bi piştgiriya PDK'ê êrişên xwe li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê zêde kirin li vê derê jî dewleta Iraqê bi heman rêbazî êrişên xwe li ser Şengalê zêde kirin. Bi hemû tang, topên xwe berê xwe da Şengalê. Jixwe careke din şer li Sinûnê û Duholê rûda. Bi tang û topan êrişî xelkê sivîl kirin." 
 
'HEDEF GIRTINA DUHOLÊ BÊNEFES HIŞTINA ŞENGALÊ YE' 
 
Şengalî bi lêv kir ku bi zanebûn êriş birine ser Duholê û armanc qutkirina nefesa Şengalê bû û wiha domand: "Çima Duhol? Heke mirov bîne berçavên xwe di sala 2014'an de dema ku korîdora jiyanê hat vekirin, ewilî li Duholê hat vekirin. Nefesa ku hat standin li Duholê hat standin. Bi hezaran êzdî di wê korîdorê de hatin rizgarkirin. Dewleta Iraqê bi zanebûn êrişî Duholê kir. Beriya Duholê jî hêzên wan li Zorava, Guhbel jî hebûn. Çima Duhol kirin hedef? Ji ber ku di sala 2014'an de cihê ku civaka êzdî nefes standin Duhol bû. Jixwe şer û pêvçûn heta demekî berdewam kir û li dijî van êrişan civaka êzdî ketin pozîsyona xwe parastinê û destkeftiyên xwe ji hikûmeta Iraqê re nehiştin. Di encamê de şer derket û endameke YBŞ'ê jiyana xwe ji dest da û birîndar jî çêbûn. Piştre di navbera herdû hêzan de lihevkirin çêbû û şer hat sekinandin. Ew şer niha sekinî ye. Lê hêzên xwe hê jî ji gund û bajaran venekişandine. Tang û topên wan li gund û bajaran hene. Bi taybetî jî li aliyê Sikiniyê wan bi hejmareke zêde tang û topên xwe bi cih kirine. Ew li hemberî kê bi cih kirine? Li hemberî hêzên ku nehiştin ferman bigihije encama xwe. Dewleta Iraqê 13-24 hezar leşkerên wê li vir bûn û her wiha 12 hezar peşmerge li vir bûn û hemûyan jî yek gule neteqandin û Şengal radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin. Ev hêz ji wê berxwedaniyê hatin avakirin. Lê niha dixwazin van hêzan niha di Şengalê de tune bikin. Dixwazin ku Şengalê vegerînin beriya 2014'an."
 
'XWESERIYA DEMOKRATÎK DIXWAZE GUHERTINAN ÇÊBIKE'
 
Şengalî bal kişand ser armanc û hedefê “Peymana Şengalê” û anî ziman ku wê civaka êzdî tu caran peymana bêyî vîna wan hatiye îmzekirina qebûl nekin û wiha got: “Sedemên van êrişan deskeftiyên civaka êzdî ne. Yek ji hedefên wan rêveberiya xweser e. Ji ber ku rêveberiya xweser dikare pergala dewletên sermayedar û desthilatdar û taybet jî dewletên Iraqê û Tirkiyeyê guhertinan çê bike. Çima Iraq êrişî Şengalê dike? Ji ber ku pergala xweseriya demokratîk hatiye rûniştandin û civaka êzdî dixwaze bi vê pergalê hin guhertinan çêbike. Lê ev guhertin jî ne li dijî dewleta Iraqê ne. Guhertinên ku bên çêkirin jî wê bi erêkirina hikûmeta Iraqê be. Ji xwe peymana ku di navbera nûnertiya Netewên Yekbûyî, hikûmeta Kazimî û PDK'ê de hat îmzekirin. Nûnertiyên ezdiyan beşdar nebûn. Tenê hêzên PDK'ê beşdar bûn. Ew kesên ku xiyanet li civaka êzdî kirin û civaka êzdî radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin ku heta niha jî çarenûsa bi sedan dayik û zarokên me ne diyare ev peyman li ser wir îmze kirin. Di peymanê de xalên ku hatine aşkerekirin dixwazin Şengalê careke din vegerînin beriya 2014'an. Xwestin bi peymana 9'ê cotmehê fermanê bigihinin armanca wê û dubare bikin û pêk bînin. Lê civaka êzdî li hemberî vê derket. Roja ku peyman hat îmzekirin û ragihandin civaka êzdî rabû ser pêya. Ji ber ku peymaneke ku civaka êzdî ne tê de be, peymaneke li ser Şengalê nayê qebûlkirin. Bi sedan peyman bên îmzekirin jî civaka êzdî wê qebûl neke."
 
'PEYMAN LI DIJÎ CIVAKA ÊZDÎ YE'
 
Şengalî bi lêv kir ku xalên ku di “Peymanê” de hatine destnîşan kirin vîna civaka êzdî nas nake û wiha axivî: “Civaka êzdî dibêje ku werin em bi hevre peymanê îmze bikin. Civaka me pêwistiya xwe bi çi heye, civaka me çi dixwaze û dikare çawa xwe li ser lingan bigire û xwe rêve bibe em li ser wî esasî peymanekî îmze bikin. Ne ku peymaneke li dijî civaka êzdî  were îmzekirin. Xalên ku di peymanê de hatine destnîşan kirin li dijî deskeftiyên civaka êzdî ne. Ji ber wê jî ev peyman wê tu carî neyê qebûlkirin û tu carî jî pêk neyê. Ji ber ku di xalên wê yên sereke de pêşmerge wê careke din weke berê vegerin û li ser axa Şengalê bibin desthilatdar. Beriya ku peyman jî bê îmzekirin PDK li vir bû. PDK ji 2003'yan û heta 2014'an li vir bû. PDK'ê ji bo civaka êzdî çi kir? Piştî sala 2014'an ku Şengal hat rizgarkirin PDK careke din hat Şengalê. Kesekî negot, 'Bila PDK neyê' lê di sala 2016'an careke din reviyan. Bi wê reva xwe re jî axa başûrê Kurdistanê ji dest dan. Bi van qirêj û rêbazan nikarin bigihijin armancekî û dawiyê de peymana 9'ê cotmehê îmze kirin. Xalên ku di peymanê de hene jî hemû li dijî hebûna civaka êzdî ne. Heta ku zarokên êzdî hebin wê civaka êzdî deskeftiyên xwe biparêze." 
 
'40 BAREGEHÊN LEŞKERÊ TIRK HATINE ÇÊKIRIN' 
 
Şengalî bal kişand ser diwarê ku di navbera rajavayê Kurdistanê û Şengalê de hatiye çêkirin û diyar kir ku bi çêkirina diwar re şer hatiye ragihandin û wiha got: “Xwestin bi vî diwarî Şengalê bixin çemberê. Hem ji ber bi dawiya hatina tifaqiya Lozanê ve diçe û di sala  2023'yan de wê sedsalek di ser wê re derbas bibe. Rojavayê Kurdistanê çawa ku ji  civaka êzdî re di sala 2014'an de hembêza xwe vekir û ketin seferberiyê. Bi vî diwarî xwestin ku nefesa civaka êzdî qut bikin. Ji xwe pêk jî anîn. Sînor dan avakirin. Li Iraqê ji bilî Rojava û Şengalê li tu ciheke din sînorek nehatiye avakirin. Dewleta tirk zêdeyî 60 kîlometre hatiye Başûrê Kurdistanê. Heta Başîka û parezgeha Mûsilê hatiye. Baregehên xwe li wir ava kirine. Zêdeyî 30-40 baregehên leşkerên tirk li Iraqê ne. Çima dewleta Iraqê nabêje ku axa min ji aliyê hin dewletên desthilatdar ve tê dagirkirin û çima sînoran li wir naparêz e? Ji dîrokê heta niha me neditiye ku rojavayê Kurdistanê li ser Şengalê metirsiyek çêkiriye. Çima li vir dîwar çêkirin? Xwestin ku civaka êzdî bixin çemberê de. Jixwe sînorê di navbera Rojava û Şengalê de temam kirin û li ser Şengalê êrişên xwe zêdekirin. Gel li dijî vê nerazî ye. Wisa xuyaye ku wê Iraq li ser Şengalê êrişên xwe zêde bike. Bi avakirina dîwar re ev êrişa heyî anîn. Wê li ser Şengalê êriş berdewam bikin. Heta ku hikûmeta Iraqê jî di xwe de hin guhertinan çêneke wê êrişên li ser civaka êzdî bidomin. Jixwe Iraq nikare serokwezîrekî hilbijêre. Li ser civaka êzdî ketiye seferberiyek qirêj û li ser civaka êzdî biryaran dide. Lê civaka êzdî jî bi israre û dibêje 'Deskeftiyên me yên heyî bi xwîna zarokên me hatine bidestxistin em ê ji tu kesî re nehêlin'. Civaka êzdî sond xwariye ku çiqas êriş li ser wan bikin jî ew ê dest ji çiyayên xwe û axa xwe bernedin." 
 

Sernavên din

29/05/2022
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê