Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî

img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bang li partiyên muxalefetê kir ku li dijî polîtîkaya şer a qirêjî derkevin û wiha got: “Divê êdî bi awayekî zelal bertek nîşanî polîtîkayên AKP-MHP’ê bidin. Divê hêzên navdewletî jî destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî yên bi Qesrê.”
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist. Di civînê de Gunay geşedanên siyasî yên di nava hefteyê de û êrişên Tirkiyeyê yên li derveyî sînor nirxand. 
 
Ebrû Gunay di serî de bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ku digot dê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke nû bidin destpêkirin û wiha got: “Em dizanin kuj armanca van operasyonan dagirkirina Rojava ye. Dîsa çavên xwe berdane destkeftiyên kurdan. Dijminahiya li hemberî kurdan û destkeftiyên kurdan, bi her awayî dimeşînin. AKP wisa difikire ku bi şer û pevçûnên li herêmê re firsendek ketiye destê wê. Lewma dixwaze Rojava dagir bike û îstîqrara herêmê ji holê rake. Ji bo wê jî her tim gefan li kurdan dixwe.”
 
‘PERGALA AKP-MHP’Ê TIRKIYE BER BI TÊKÇÛNÊ VE BIRIYE’
 
Bi domdarî Gunay anî ziman ku pergala Tirkiyeyê têk çûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala AKP-MHP’ê gelên Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve biriye. Rewşa aborî, civakî û siyasî li ber çavan e. Bi her awayî gelên Tirkiyeyê îro ji ber pergala wan di nav zor û zehmetiyan de ye. Ji bo ku rewşa têkçûyî ya Tirkiyeyê veşêrin, çavên xwe berdane dijminahiya kurdan. Ev operasyonên dagirkeriyê li ser dijminatiya kurdan pêk tê. Ev dijminatiya ku di 2015’an de gihiştibû asteke din, bi operasyonên nû re dixwazin kûrtir bikin. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê naxwaze kurd li Rojava bibin xwedî statû, naxwaze kurd li welatê xwe azad bijîn. Dijminatiya bi sedsalan îro ji aliyê AKP-MHP’ê ve tê berdewamkirin.” 
 
‘TIRKIYE BER BI HILBIJARTINÊ VE DIÇE’
 
Gunay, da zanîn ku Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe û ev nirxandin kir: “Ev hilbijartin dê ji bo Tirkiyeyê bibe hilbijartineke dîrokî. Encamên wê dê bandora xwe li ser siyaseta Tirkiyeyê bike. Ji bo ku di wê hilbijartinê de bi ser bikeve, Erdogan dijminatiya kurdan ji xwe re kiriye armanceke stratejîk. Loma jî dixwazin hilbijartin di şert û mercên şer de pêk were. Bi vî awayî difikire ku ew ê li ser nîjadperestiyê û li ser dijminatiya kurdan di hilbijartinê de bi ser bikeve.  Ji ber vê zihniyetê heta niha hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer hatin xerckirin. Rewşa aborî ya Tirkiyeyê pir xerab e lê ew dîsa di vê nêrîna xwe de biisrar in. Ji ber vê zihniyetê îro gelên Tirkiyeyê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Dixwazin bi dagirkirina Rojava re vê rewşê bidomînin.” 
 
‘AKP DIXWAZE JI REWŞA ŞER SÛD BIGIRE Û ROJAVA DAGIR BIKE’ 
 
Di berdewamê de Gunay daxuyand ku ji Ûkraynayê heta Rojhilata Navîn, gelek dever veguherîne qada şer û ev tişt anî ziman: “Dixwazin ji vî şerî sûd bigirin û Rojava dagir bikin. Me berê jî gotibû lê em niha dîsa dubare bikin; dê bi van operasyonan re şerê li Rojhilata Navîn berbelavtir bibe û aştî û aramiya herêmê tune bibe. Pirsgirêkên îro dê hîn jî zêdetir û kûrtir bibin û bandora wê dê li ser aştî û aramiya Tirkiyeyê jî bibe.”
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR
 
Ebrû Gunay, got ku helwesta wan a li dijî siyaseta dagirkeriyê û şer zelal e û wiha pê de çû: “Em ji bo her devera cîhanê aştiyê dixwazin. Em li dijî şer in û dagirkirina Rojava qebûl nakin. Lewma divê di serî de gelên Tirkiyeyê, hemû gelên cîhanê li dijî vî şerê qirêjî rabin ser pêyan. Neteweyên Yekbûyî (NY) duh diyar kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi operasyoneke leşkerî tune ye lê bi çareseriyeke siyasî û alîkariya mirovî heye. Em careke din bang li muxalefeta Tirkiyeyê jî dikin. Divê êdî bi awayekî zelal bertek nîşanî polîtîkayên AKP-MHP’ê bidin. Ji ber ku pêdiviya me tevekan bi demokrasiyê heye. Em li vir hem hikûmetê û hem jî muxalefetê hişyar dikin. Operasyonên leşkerî û dagirkerî ne tenê aştî û aramiya Rojava lê dê xetereyê li ser ya Tirkiyeyê jî bike. Ji bo siberoja Tirkiyeyê divê hemû kes li hemberî vî şerî derkeve.”
 
‘RÊYA AŞTIYÊ ÎMRALI YE’
 
Bi domdarî destnîşan kir ku lêçûnên şer li Tirkiyeyê krîza aborî hîn girantir dike û wiha derbirî: “Ev yek jî bandorê raste rast li jiyana rojane ya gel dike. Desthilatdarî hewl dide birînên krîza aborî bi hestên nîjadperest bipêçe. Heta aştî nebe, demokrasî û azadî jî nabe. Rêya aştiyê jî ji Îmraliyê derbas dibe. Weke gelên vê xakê em baş dizanin ku pêdiviya herî lezgîn, aştî ye. Tekane rêya aştiya vî welatî ew e ku deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Ocalan dîsa rola xwe bilîze. Kengî deriyên Îmraliyê hatibin vekirin, derfet û hêviyên aştî û azadiyê ji bo gelên vê herêmê ava bûne.”
 
‘DESTKEFTIYÊN KURDAN NEKIN MIJARA BAZARÊ’
 
Di berdewamê de Gunay wiha bang li hêzên navdewletî kir: “Mîna şerê li Ûkraynayê, Erdogan daxwaza endamtiyê ya Fînlandiya û Swêdê jî bo xwe weke lûtfeke xwedê dibîne. Li hemberî rakirina biryara vetoyê, dixwaze ev dewlet alîkariya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re qut bikin û weke terorîst pênase bikin. Em nêzikatiyên NATO, DYA, Swêd, Fînlandiya û dewletên din ji nêz ve dişopînin. Ji Efrînê heta Şengalê, gelê kurd bedelên giran dan û hinek destkeftî bi dest xistin. Rejîma Qesrê jî bi polîtîkayên nîjadperest û bazariyên qirêjî hewl dide van destkeftiyan tune bike. Banga me ji bo van dewletan tevekan ew e ku destkeftiyên kurdan nekin mijara bazara xwe. Divê ji bo parastina ‘ewlehiya’ Swêd û Fînlandiyayê,  mafê ewlehiyê yê kurdan nekin mijara bazarê.” 
 
BANGA MÎTÎNGA SPÎ
 
Bi mebesta balkişandina ser rewşa kedkarên tenduristiyê dê SES, TBB, TDB, DEV SAGLIK ÎŞ û gelek saziyên din di 29’ê gulanê roja yekşemê de mitîngê li dar bixe. Gunay, bang li her kesî kir ku beşdarî mitîngê bibin.
 

Sernavên din

27/05/2022
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê
23:41 Dayikên girtiyan ên di binçavan de hatin îşkencekirin rakirin nexweşxaneyê
21:34 Li Bamernê êrişa bi SÎHA'yan: 2 zarok hatin qetilkirin
20:24 Dê fiyetê benzîn û mazotê cardin bê bihakirin
19:47 Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî hatin teblîxkirin
19:32 Cenazeyê Çelebî ber bi Wanê ve hat birêkirin
16:32 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin û li Êlihê jî 5 kes hatin berdan
15:56 Xizmên girtiyan: Ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirsyar e
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye
09:01 Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat
09:00 Li gorî qeyûmê berê ya Amedê li şûna tenduristiyê pêwistî bi bazirganiyê hebûye!
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN
08:54 Cenazeyê Ûgûr ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin
08:25 Dewleta tirk êrişên nû dan destpêkirin, şerekî dijwar diqewime
25/05/2022
23:03 Cenazeyê Ûgûr ber bi Şirnexê ve hat birêkirin
21:35 Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî
21:14 Dê belgefîlma 'Nûjiyan' li Şengalê bê nîşandan
20:44 Li Girtîgeha Qubînê girtî Siddik Ûgûr jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Cûdî û Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome
19:16 Heftanîn tê topbarankirin
19:08 Çalakgerên Nobeda Edaletê serdana SODAP û KAYY-DER'ê kirin
17:51 Li Girtîgeha Kiriklarê girtiyan cardin dest bi greva birçîbûnê kir
16:34 Li Nûriye Gulmenê 10 sal cezayê hefsê hate birîn
16:03 OHD û HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:26 Li Zapê 12 leşker hatin kuştin
15:26 Kampanya hashtaga #YeniYasam4Yasinda
15:20 Li Serêkaniyê jinek ji ber guleya komên paramîlîter birîndar bû
15:10 Nobeda Edalêtê : Daxwazên me ne tenê ji bo me ne ji bo aramiya welat in
14:14 Herêma Heftanînê ji Qilebanê tê bombebarankirin
14:14 Li Mersîn û Edenê 5 kes hatin girtin û 2 kes jî di bin çavan de ne
13:55 Ji bo daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş bê dayîn banga tev li bûnê hate kirin
13:52 ‘Divê deriyên edliyeyê ne li înkarê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin’
13:50 Ferît Şenyaşar: Em sibê edaleta serobero naxwazin
13:21 Di doza destdirêjiya Pasûrê de 'kêmasî' nayên temamkirin!
13:20 Dozger ji du hunermendan re ceza xwest
12:53 Artêşa tirk li Heftenînê xetimî: Dojeheke ku leşker nikarin jê derbikevin e
12:42 Doza tazmînatê ya li malbata ku zarokên wê hatibûn qetilkirin vekiribûn taloq kirin
12:25 Gelek konteynirên AFAD’ê sewqî xeta sînor hatin kirin
12:24 Danişîna doza OHD’iyan hate dîtin
12:21 Tirkiye qadên çandiniyê dişewitîne
11:48 AYM'ê Tûglûk mafdar dît
11:47 Parêzer Şakar: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê qedexeya ser PKK’ê rabe
11:42 Dengbêjên li zozanan: Ev şer şerê xiyanetê ye
11:41 Ji Çelê Herêma Kurdistanê hate bombebarankirin
11:23 Parlamenter Gulum: Îdiaya jinan a avakirina jiyaneke nû heye
11:02 Li Wanê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat nîşandan
10:53 Parêzer Sevîmlî: Guhertina demografiya bajaran tundiyê zêde dike
10:38 Navê Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolanek Cizîrê kirin
10:23 Demîrtepe: Tecrîd nahêle ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin
09:27 Rûspiyên Elkê: Bila Barzanî komkujiya Saddam bîne bîra xwe
09:23 Hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û ya Pirsûsê Balî beraet kiriye!
09:22 Dê pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re bê nîqaşkirin: Konferansa Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê
09:20 Rojnamevan Bêcan: PDK bi zext û çewisandinan li ser pêya ye
09:20 Ozkan: Bavê min kesî nas nake, tenê em li hev mêze dikin
09:19 Dadgehê têkildarî cihê gora Şêx Seîd ji wezaretê agahî û belge xwestin
09:18 Rexmî biryara Lijneya Parastinê jî trafo nayê rakirin
09:17 'Dixwazin bi darê zorê penaberan li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin'
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'YAN
24/05/2022
23:08 Dîlan Înan a di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
17:06 Bi hinceta heqaret li Mûsa Orhan kiriye ceza li Ezgî Mola hat birîn
16:56 Danişîna doza leşkerê ku Sertîp Şen qetil kiribû hate dîtin
16:47 Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê: Em sibê şandeyên xwe dişînin Enqereyê
16:42 Bîlançoya êrişên ser Başûr giran dibe
15:50 Sancar bang li muxalefetê kir: Li dijî şer xwedî helwest bin
15:49 Piştî 15 salan wê Tirkiye di asta bilind de serdana Îsraîlê bike
15:23 Ji ber girtîgehê gazî kirin: Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin
14:34 HSD: Armanca Tirkiyeyê ew e ku aramiya herêmê xera bike
14:26 Hatûn: Qeyûman di bin navê polîtîkayên îmarê de pergala talanê ava kirin
14:20 Waliyê Dêrsimê nehêla malbata Doku pê re hevdîtinê bike
13:53 Di şer de 3 leşker hatin kuştin
13:52 Ji Girtîgeha Kiriklarê bang: Heke hûn dengê me nebihîzin dê ji vir cenazeyên me derkevin
13:51 Di êrişên DAIŞ’ê de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin
13:50 Nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekaran kirin
13:29 Baroya Mêrdînê giliya êrişa zayendî kir
13:24 Bagera tozê bandorek neyînî li ser Şirnex û navçeyên wê dike
13:17 Birîna daran a li Cûdî û Bestayê didome
13:16 Ji bo Qetlîama 10’ê Cotmehê banga edaletê hat kirin
12:51 Biryara Erdogan a ji bo êrişa ser Rojava tê çi wateyê?
12:34 Nexweşxane heye doktor nîn in: 9 beş hatin girtin
12:12 Encamnameya konferansa jinan a HDP'ê: Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin