Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e

  • rojane
  • 14:04 26 Gulan 2022
  • |
img
RIHA - Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim bal kişand ser daxuyaniya “êrişa nû” ya Tayyîp Erdogan û got: “Şerê ne li dijî Rojava ye, li dijî gelê kurd e. Êriş pêk werin dê gel li ber xwe bide.” 
 
Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim daxuyaniya “gef û êrişa nû” ya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê da û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam dikin, ji ajansa me re axivî. 
 
Muslim diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava demek dirêje didomin û wiha got: “Berê jî gefa êrişan hat xwarin. Konjonktura siyasî li dijî Tirkiyeyê ye. Ji ber ku AKP di siyaseta navxweyî de xetimiye, dixwaze êrişî kurdan bike û nefesê bigire. Niha koalîsyonek şer û faşîzmê li ser îktidarê ye. Dibêjin qey şer çiqas kûr bikin wê ewqas li ser pêya bimînin. Em neçarin li dijî her cûre êrişan xwe biparêzin. Em gefên wan bi awayek cidî li ber çavan digirin. Ji bilî berxwedanê jî tu rêyek li pêşiya me nîne. Em neçarin li dijî êrişan tevdîrên xwe bigirin. Em naxwazin êriş pêk werin. Dema şer were ber deriyê me jî em ê parastina xwe nîşan bidin. Ev êrişên muhtemel ji bo hilbijartina 2023’yan e. Dixwazin bi şer di hilbijartinê de bi ser bikevin. Heke ev alozî pêk were dê hilbijartinê li paş bixin û da ku bi ser bikevin. AKP bi şer dixwaze temenê xwe dirêj bike. Belkî dixwazin bingeha vê amade bikin.” 
 
HÊZÊN GARANTOR 
 
Muslim anî ziman ku tu guhertinek di pozîsyona hêzên garantor ên li herêmê de nîne û wiha axivî: “Hemû hêzên li herêmê diyar dikin ku ew êrişan naxwazin. Her kes di wê ferqê de ye heke êriş pêk werin dê DAIŞ’ê xurt bike. Hêzên garantor dibêjin ku êrişek muhtemel dê xizmeta terorîzmê bike. Bajar û deverên di bin kontrola Tirkiyeyê de mafê mirovan tê binpêkirin, li wan herêman guhertina demografik pêk tînin. Heta îro welatek ji bo Tirkiyeyê tiştek negotiye. Çi dikin, çi dalan dikin, kî dikujin ji wan re dimîne.” 
 
‘DIVÊ TIRKIYE JI NATOYÊ BÊ DERXISTIN’ 
 
Muslim bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê ya ku naxwaze Swêd û Finlandiya bibin endamên NATO'yê û wiha got: “Tirkiye di mijara Finlandiya û Swêdê de bi awayek fersend tevdigere. Ev lîstikên Osmanî ne. Siyaseta şantajê dikin. Heta îro viya her tim dikin. Hemû şantajên ku kirine ji wan re maye. Gefê li her kesî dixwe. Niha ketiye pozîsyona navenda bêîstîkrariya li Rojhilata Navîn. Tirkiye ketiye rewşa navenda terorîzmê û viya di bin banê NATO’yê dike. Di hemû êrişên xwe de piştevaniya xwe ji NATO’yê digire. Niha jî dîsa şantajê dike. Divê êdî NATO ji Tirkiyeyê re bêje bes e û divê Tirkiye ji NATO’yê bê derxistin.” 
 
‘TIRKIYE BAZIRGANIYA TERORÎSTAN DIKE’ 
 
Muslim da zanîn ku Tirkiye li bajarên ku kontrol kiriye de çeteyan têdigihîne û wiha berdewam kir: “Çete li wan deveran û kampan tên perwerdekirin. Ev ji berê ve tê zanîn. Ev li ser axek didin şerkirin. Wan deveran kirine navenda terorîzmê. Tirkiye bazirganiya terorîstan a sînor dike. Wan digire û perwerde dike. Pişt re jî dişînin welatên din. Ji bo berjwendiyên xwe bikar tînin. Niha êrişek bibe wê dîsa wan bikar bîne. Lîderên DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî û Ebû Îbrahîm El-Qureyşî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hatin kuştin. Lîderê nû yê DAIŞ’ê jî dibe ku li cihek di kontrola Tirkiyeyê de be. Belkî niha li Enqereyê belkî li Dîlokê be jî.” 
 
‘KOZÊN XWE DAWÎ BIKAR TÎNIN’ 
 
Muslim destnîşan kir ku gelên herêmê dê li dijî êrişên muhtemel axa xwe biparêzin û di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê herêmê her tiştî dibîne û şîrove dike. Êdî gel polîtîk e. Êriş pêk werin dê gel li ber xwe bide. Heta niha li dijî gundan gelek êriş pêk hatin. Lê xelkê me yê gundan qet dest ji axa xwe berneda, terk nekir. Şerê li Rojava ne şerê li dijî gelê Rojava ye. Ev şerê Tirkiyeyê ku li dijî gelê kurd dike ye. Dewleta tirk hebûna xwe di tunekirina kurdan de dibîne. Êrişên niha li ser axa başûrê Kurdistanê pêk tê û êrişên li dijî Rojava ji hev ne cuda ne. Divê gelê kurd bi hişmend û ruhê yekitiyê tevbigere. Niha pêlek mezin a êrişan heye û ji bilî vê tu çareyek di destê wan de nemaye. Li her deverê şer berfireh dikin û kozên xwe dawî dileyîzin. Her kesê ku bi faşîzmê re tevdigere, dê têk herin. Her kesê ku têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re hene, heke têkiliyên xwe qut bike dê ji bo wan baştir be.” 
 
MA / Emrullah Acar
 
 

Sernavên din

29/05/2022
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê