Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku destbilat ji bo dirêjkirina emrê xwe plana êrişeke li dijî Rojava dike û wiha got: "Cihê vala mijûl nebin. Ji Rojava ji we re çîroka Ûkraynayê dernakeve û wê dernekeve. Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin." 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di komcivîna partiya xwe de derbarê mijarên di rojevê de axivî û têkildarî plana êrişa li dijî Rojava, krîza aborî û Doza Kobanê de nirxandinan kir. 
 
DESTHILAT LI BER WINDAKIRINÊ YE
 
Bûldan, bi bîranîna qurbaniyên komkujiya Çorûmê dest bi axaftina xwe kir û wiha axivî:
 
"29’ê Gulanê salvegera roja reş roja komkujiya Çorumê ye. Em komkujiyên Sîwas, Dêrsim û komkujiyên din ji bîr nakin û em ê ji bîr nakin. Heta pêkanînên tundî zextan bi dawî nebe, em ê tekoşîna aştî, demokrasî û edaletê bidomînin. Carek din ez welatiyên me yên elewî bibîr tînin. Dîsa salvegera Ahmet Arîf û Nazim Hîkmet de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Me li vê kursiyê her tim got. Îktîdara li ber windabûnê ye û çîroka wê ya siyasetê xelas bûye, dawiya dawî dê winda bike. Çareya dawî zext, tundî, zulm û bêhiqûqiyê zêde dike. Îktîdar îro têkoşîna hebûn û tunebûnê dide. Îqtîdar rojên xwe yên dawî dijî. Çeteyên 5 alî, piyê wan ê rant û aboriyê ye. TURGEV, piyên wan ên transfera pereyan û talankirina zeviyên cemaweriyê ye. TUKVA piyê wan ên kadrotiyê ye. Projeya DAIŞ’ê ya herêmî û neteweyî SADAT jî milê wan ê paramîlîter e. DAIŞ û OSO jî piyê wan ê çeteyên li Sûriyeyê ye. Milê artêşa trolê û çapemeniya tetîkkêş milê wan ê medyayê ye. Dozger û dadgerên darazê jî piyê wan ê kûmpasê ne. Burokrasiya ewlehiyê milê wan ê operasyonên siyasî ye. Qeyûm û rêveberên îdarî piyên wan ên îdarî ne.
 
BI ŞER Û TECRÎDÊ XWE DIDE JIYÎN
 
AKP bi qedexe, bêhiqûqî, tecrîd, îşkence, siyaseta nifrîn, sansur, bêaramiyê hewl dide xwe di îqtîdarê de bihêle. Em dibînin her roj şahî, konser, festifal û şahiyên demokratîk bi awayekî keyfî tên qedexekirin. Ji têla tempûrê, perdeyên kemanê û amûrên muzîkê ditirsin. Ji heviyê ditirsin. Hincet jî wekî zerara cemaweriyê nîşan didin. Lê esil sûcê vedişêrin rant e. Bi qedexeyan dixwazin bitirsînin û heviyên wan bişkînin.  Lê çi bikin bila bikin, dê nikaribin li ser vê axê tenbûr û stranan rawestînin. Dê nikaribin govendên me rawestînin. Dê tu car nikaribin civînan asteng bikin. Dê li ser vê axê ne zimanê qedexeyan, dê zimanê aştî û wekheviyê bi ser bikeve. Ne dîwarên qedexeyan, dê qadên azadiyê bi ser bikevin. Dê zimanê aştiyê bi ser bikeve.
 
DÊ NIKARIBIN RASTIYAN VEŞÊRIN
 
zagona sansura medya anîn rojevê. Zagona sansura medya dijîtal anîn rojeve. Ev qedexe, qedexeyên Abdulhamîd in. Hişmendiya vê îqtîdarê jî wekî ya Abdulhamît e. Em dibînin ku dixwazin vê zagonê têxin meriyetê. Wisa defikirin ku rastiyan ji gel veşerîn. Li vî welatî derewa herî mezin hikûmeta AKP’ê ye. Ji ber ku her tiştê hûn dibêjin derew e. Li vî welatî kes bi qasî AKP’ê agahiyên derewkar dezenformasyonê  pêş dixin tune ye. Hûn dê qet nikaribin çapemeniyê asteng bikin. Hûn dê qet nikaribin rastiyan ji gel veşêrin.
 
DOZA KOMPASÊ WÊ JI BO WAN BIDE DERD
 
Em dibînin doza kûmpasê ya Kobanê li holê ye. Li vir mijar ne tenê HDP ye. Ev kûmpasa li dijî hemû partiyan û demokrasiyê ye. Dîtin ku hevalên me doza kûmpasê pûç dikin, li bez biryar girtin û dixwazin hêj li ser îqtîdarê ne tola xwe hilînin. Kobanê ji bo wan bû derd. Kûmpasa wan jî dê ji wan re bibe derd. Ez dîsa dibêjim dê nikaribin bi ser bikevin. Dê heqîqet bêparastin nemînin. HDP bêdeng nebû HDP dê bêdeng nebû. Di doza kûmpasê de ne hiqîqet dê dozên we yên kûmpasê bên darizandin. Ev kûmpas dê dawiya îqtîdara we bînin.” 
 
DIXWAZÎN DAIŞ'Ê LI ŞÛNA KURDAN BI CIH BIKIN
 
Piştî êrîşa li Herêma Federe ya Kurdistanê, niha jî planên şer û dagirkirinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em bi hevre dibînin ku amadekariyên hilbijartinê bi tangan dikin. Axaftinên xwe yên mîtîngan jî li ser tangan bikin em qet şaş nabin. Aborî bûye wekî agir. Gel li dijî qeyrana aborî şer dike.  Lê ew li Sûriyeyê li peş şerekî nû ne. Enflasyon û dolar piştî pir zêde bû, dibêjin em êrîşî Sûriyeyê bikin û mijarê biguherînin. Dibêjin em kurdên li herêmê vala bikin û cih li DAIŞ’ê vekin.
 
DÊ RÊYA DESTHILATÊ DI ROJEVA RE DERBAS NEBE
 
Rêya îqtîdara we dê di Rojava re derbas nebe. Dest ji vê yekê berdin. Niha propaganda penaberan paşve vegerînin dikin. Koçberiyên bi komî bi rêbazên leşker çareser nebûne. Rêbazên şer sedema koçberiyê ye. Em dixwazin kes nekeve vê lîstikê. Em dibînin ku li ser penaberan rantê dikin. Ji welatên rojeva bi çûwalan pere tên Tirkiyeyê. Ewlehiya sînor ewlehiya TURGAV, SADAT û TUKVA’yê ye.  Ji ber vê yekê em bang li hemû raya giştî dikin ku li dijî vî şerê helwestek pir xurt nîşan bidin. Divê her kes baş zanibe ku îqtîdar vî şerî ji bo xwe dike rant. Êdî tu kesê ku canê xwe bide vê ranta îqtîdarê tune ye.  Divê êdî her kes ji vî şerî re bêje na. Bi taybet muxalefeta li meclisê divê bêdeng nebin. Bêdengî erêkirina şer e. Li dijî polîtîkaya şer derkevin. Em careke din hişyar dikin, zerara ku şer bide gel bi qasî îqtîdarê muxalefet jî berpirsiyar e. Divê êdî her kes li dijî vê pergala îqtîdarê derkevin. Divê em bi hevre li dijî polîtîkayên tecrîdê derkevin. Divê em bi hevre li çareseriya demokratîk û aştiyek mayinde xwedî derkevin. Em bi hevre li vîna xwe xwedî derkevin. Yên li gorî ruhê demê tev negerin, dê têk biçin. 
 
BÊ WIJDANIYÊ NEKE
 
Sibê 1’ê Hezîranê ye. Roja Têkoşîna li dijî Birçîbûnê ya Cîhanê ye. Îqtîdara AKP’e Tirkiyeya ku kêlî bi kêlî ber bi birçîbûnê ve diçe ava kir. Li gorî daneyên TURK-ÎŞ’ê Sînorê birçîbûnê 6 hezar û 16 tl ye. Sînorê Xizaniyê 19 hezar û 600 tl ye. Di vê pêvajoya ku mirovahî li dijî xizanî û birçîbûnê şer dike, Serokê AKP’ê dibêje hin kes dibêjin ‘Em birçî ne. Bila bê wîcdaniyê neke. Li vî welatî kesên birçî tune ne. Heman serokê AKP’ê di demên borî de gotibû. “Eger bi milyonan dibêjin em birçî ne, eger mirov li ser çopê xwarinê kom dikin berpirsiyarê vê yekê hikûmet e.’ Bêwîcdaniya herî mezin hûn dikin. Hûn zalim in. Di zulmê de kes bi qasî we tune. Di dîrokê de yê herî zêde bêwîcdaniyê dike hûn in. We qet însanên ku li ser çopan nan kom dikin temaşe kiriye. We qet li kolanan rewşa însanan dîtiye. Hûn tenê kelepçeyên li destê însanan dixin dibînin. Hûn halê însanên birçî nizanin. Hûn halê kal û pîrên 80 salî yên neçar in kar bikin nabînin. Hûn zalim in. Wîcdanê he hişk bûye. Yên têr hayê wan ji halê yê birçî tune ye. Ev ji bo Serokê AKP’ê derbas dibe."

Sernavên din

01/06/2022
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn