‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’

  • rojane
  • 15:53 31 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dest bi konsepteke şer a nû kiriye. Karayilan, diyar kir ku AKP-MHP  dixwazin polîtîkaya xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Herêma Federal a Kurdistanê jî têxin meriyetê. 
 
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî êrişên Tirkiyeyê ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dabû destpêkirin, bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Karayilan, şerê li Herêma Federal a Kurdistanê weke şerê hebûn û tunebûnê pênase kir û wiha got: “Em dixwazin li ser vê xakê hebin û azad bijîn. Em vî şerî li ser vî bingehî dimeşînin. Ne em lê dewleta tirk êriş dike. Yên ku dixwazin vê meseleyê bi kuştin û rijandina xwînê çareser bikin, ew in. Em dixwazin ku pirsgirêka kurd bi rêbazên adilane were çareserkirin. Lê belê heke li şûna çareseriyê hewl bidin me tune bikin, wê demê bêguman em jî dê heta dawiyê xwe biparêzin.” 
 
Karayilan, da zanîn ku şerê li dijî tevgera wan bi tecrîdê hatiye destpêkirin û wiha domand: “Binêrin, ev 15 meh in tu agahî ji Rêber Apo û 3 hevalên din nayên girtin. Serdema me, serdema telekomunîkasyonê ye. Telefon heye, înternet heye, telgraf heye, posta heye. Dewleta tirk hemû qanûnên navneteweyî û navxweyî binpê dike. Pergala li Îmraliyê, pergala îşkenceya psîkolojîk û qirkirina civaka kurd e. Divê mirov li dijî vê pergalê têbikoşe û vê pergalê biguherîne. Heta ku ev pergal ji holê neyê rakirin, dê li Tirkiyeyê edalet û demokrasî pêk neyê.” 
 
ŞERÊ LI HERÊMÊ
 
Bi domdarî Karayilan, bal kişand ser şerê li Zap, Metîna û Avaşînê û ev tişt anî ziman: “Li van herêman şerekî dijwar heye. Li aliyekî bi dehhezaran leşker, tank, top, balafir û çekên kîmyewî tên bikaranîn, li aliyê din jî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çekên ferdî, bi bombeyên di destê xwe de li ber xwe didin, şer dikin. Di şer de hevsengiyek nîne lê gerîla bi îradeyeke ji pola li ber xwe dide. Em bi rêbazên nû şer dikin û hemû teknolojiya wan a hewayî, bejahî û çekên kîmyewî vala derdixînin. Dijmin bi vî rengî êrişî eyaleta Zapê anku herêma Rêkan û Nêrweyê kir. Di wir de xitimî û ev bû 40 roj. Leşkerên wan mirin û gerîla êriş birin ser wan. Hem li Kurêjaro û hem jî li Çiyareş gelek kuştiyên wan çêbûn. Li wir xitimîn û têk çûn. Tu devera ku gerîla nexwestiye ew hîn neketine wan deran. Lê belê li gelek deveran di nava hev de ne. Di mesafeya bombeyê de şer heye. Şerekî wisa dijwar û giran heye.”
 
PIŞTÎ TÊKÇÛNÊ BERÊ ŞER GUHESTIN’
 
Di berdewamê de Karayilan got ku piştî artêşa tirk li herêmên navborî xitimî, berê şer guhest aliyê rojavayê Ava Zê û wiha ev agahî dan: “Em jê re dibêjin Zap, Ava Zapê. Ango li wir Girê Cûdî heye, Girê FM, Girê Amediyê heye. Şer niha li wir didome. Ka leşkerên xwe danîbin ku derê, li wir mane. Her car ku dixwazin pêş bikevin, derban dixwin. Dizanim ku gelek helîkopterên wan jî hatine derbkirin. Gelek ji wan jî belkî dikevin. Lê belê ji ber ku ûsûlê me nîne ku tiştê me bi çavên xwe nedîtî bibêjin. Mesela li Girê Cûdî hevalan li 2 helîkopterên Skorsky xistin, dibêjin dû jê derketiye û dema diçû Qereqola Girekê dengekî teqînê yê mezin hatiye. Lê ji ber ku bi çavên xwe nedîtine, nabêjin îmha bûye. Gelemperiya helîkopterên em derban lê dixin, piştre îmha dibin. Yên tê de piranî dimirin. Dikarim bibêjim ku zirarekî mezin digihije dewleta tirk. Kuştiyên wan pir in. Erdogan-Bahçelî dixwazin zarokên kurd û tirkan bidin kuştin û desthilatdariya xwe biparêzin.”
 
‘7 CUREYÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎNE’
 
Karayilan, daxuyand ku di şer der herî zêde çekên kîmyewî tên bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di vî şerî de herî zêde kîmyasalê bi kar tînin. Tiştê ku niha ew giraniyê didin ser ev e. Heta niha hevalan 7 cureyên kîmyasalan tespît kirine. Mesela yê yekemîn rengê xwe reş e. Weke zîftê ye. Anku qîr e. Yê duyemîn rengê xwe zer e. Yê sêyemîn rengê xwe rengê zîvê ye. Yê çaremîn rengê xwe kesk e û bêhn jê nayê. Yê pêncemîn rengê xwe qehweyî ye. Yê din rengê xwe sor e. Bêhna xwe weke ava sabûnê ye. Ava ku cil pê hatiye şuştin, bêhneke bi wî rengî jê tê. Yê herî dawî jî rengê xwe spî ye. Anku xuyaye xazên cur bi cur bi kar tînin û dixwazin wisa bi ser kevin. Ji bo wê jî raya giştî, gelê me, mirovên parêzvanên mafên mirovan ên li dijî van çekên qedexe divê vê li ber çavan bigirin û li gorî wê li ser rawestin. Rewş hinek wisa ye. Lê belê em bi xwe û bi rê û rêbazên xwe bawer in. Em ê her cureyên çekan vala derxînin û wan têk bibin. Em jî hevalên me jî bibiryar in. Em hemû rîskan didin ber çavan û dibêjin ku teqez dê vî dijmînî têk bibin.” 
 
Mûrat Karayilan di berdewamê de bal kişand ser konsepta şerê heyî û ev nirxandin kir: “Ev şeş sal in em hewl dida bidin fêmkirin. Di dema xwe de me gelek caran ev mijar bi hêzên siyasî yên kurdistanî, bi taybetî yên ji Başûr re parve kir. Konsepta AKP-MHP'ê, konsepteke nû ye. Hebûna kurdan ji bo Komara Tirkiyeyê weke xetereya sereke dibînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê jî çareseriyê di dagirkirina sînorên Mîsak-i Mîllî de dibînin. Ev konsepteke. Her wiha dibêjin; ‘Divê mirov li herêmê weke Osmanî dewleteke mezin be. Anku Iraq, Sûriyeyê heta Lîbyayê bixe bin serweriya xwe.’ Bêguman ev biryar, ji bo kurdan xetereyeke mezin e. Yên ku hebûna kurdan bo xwe gef dibînin dê çi bikin? Dê qir bikin. Êdî bi çi qirkirina siyasî yan jî ya spî û fîzîkî. Dibêjin bila tenê tirk hebin. Ev konsept, ji bo gelên ereb û yên li herêmê jî xetere ye. Konsepta Tirkiyeyê ev e. Xeta Îttîhat Terakî ye û tûranîzm e. Dixwazin ji Efrînê heta Sîdekan û Diyanayê, bi kûrahiya 30 kîlomîtroyan herêmeke tampon ava bikin. Tişta ku li Efrînê kirin, dixwazin li seranserî Rojava û Başûr bikin.”
 
‘PDK’Ê TIRKIYE TERCÎH KIR’
 
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi domdarî qala bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrişa kir û wiha got: “Bêdengiyeke mezin heye. Bêguman em xwe berpirsyar dibînin di parastina tevahiya Kurdistanê de. Lê belê li derveyî me jî gelek alî hene. Îro gerîlayên azadiya Kurdistanê bi rastî meh û nîveke li hemberî dijmin şerekî dijwar dimeşîne. Bi esasî ev şer 3 sal in tê meşandin. Ew dixwazin Başûr dagir bikin. Heke herêma me dagir bikin piştre dê kontrola xwe li ser tevahiya Başûr çêbikin. Ev konsepta dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya qirker ji bo tevahiya gelê kurd xetereyeke. Lê belê ji bo Başûrê Kurdistanê xetereyeke mezintir e. Divê em li dijî van êrişan bibin yek. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye û herêm jinûve tê dîzaynkirin. Di vê dema dîrokî de divê em kurd jî xwedî stratejiyeke hevbeş bin. Lê belê mixabin niha tiştekî wiha li holê nîne. Bi taybet di mijara Başûr de PDK’ê biryara xwe daye. Me 6 sal berê bi PDK’ê re nîqaş kirin lê wan cihê xwe li kêleka Tirkiyeyê girt. Anku hevkariya bi wan re esas girtin. Lê partiyên din jî hene ku nikarin her tiştî bi PDK’ê îzeh bikin. Statûya Başûr di xetereyê de ye. Raste pirsgirêkên Başûr ên cuda jî hene lê em dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê kurd bibin yek. Baş e lê rayedarên li Hewlêrê çawa niyeta xerab a Tirkiyeyê nabînin? Ev rastî jî karesateke mezin e.”
 
‘HEKE TIRKIYE LI VIR BI CIH BIBE DÊ JÊ DERNEKEVE’
 
Karayilan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, sivîlên me dikuje, teror û zilmê dike. Lê em nikarin dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin. Çima? Yek; ji ber hevkariya PDK’ê ya bi vê zîhniyeta hov, nîjadperest û dijminê kurdan re ye. Du; bêdengiya siyaseta başûrê Kurdistanê ye. Ma ne hinek aliyên weke YNK û Goranê di nava hikûmetê de ne? Muxalefet, rewşenbîr, hunermend û zanyar hene. Lê bêdeng in. Sekna siyaseta Başûr, hevkariya PDK’ê û bêdengiya aliyê din nahêle ku rûyê Tirkiyeyê xuya bibe. Lewma dewleta tirk ewqas bi hêsanî dikeve nava xaka Başûr. Mînak niha ber bi Şikefta Birîndaran ve rê çêdikin. Bi milyon dolaran xerc dikin. Ev dijmin heke bikevin van cihên stratejîk, gelo wê jê derkeve? Dê jê dernekeve. Heke kontrol bikin dê sibe bi mirovên xwe yên li nav wan xebitin re wan jî kontrol bikin. Bi taybet jî banga min ji bo siyasetmedarên bi wan re dixebitin ew e ku li Tirkiyeyê binêrin û bixwînin. Ji Fatîh Sûltan Mehmet heta niha, hemû serhildanên kurdan piştî ku têk birin, berê xwe dane kurdên ku bi wan re hevkarî kirine û ew jî tesfiye kirine. Serhildanên Dêrsim, Şêx Seîd û Agiriyê çend mînakên vê ne. 
 
ÊRIŞA LI DIJÎ BAMERNÊ
 
Binêrin, beriya vê 2-3 rojan Tirkiyeyê bi balafiran li Bamernê li xelkê li seyranê xist. 2 zarokên me ku hînê emrê xwe 10 salî bûn, şehîd ketin. Ew şehîdên ciwan ên şoreşê ne. Çi gotin? Gotin 'PKK'ê ev kiriye'. Ne ku nûçegihanekî nûçeyeke wisa derxist, na. Walî, waliyê Duhokê bi xwe axivî û got 'PKK'ê ev kiriye'. Berpirsyarê PDK'ê yê li Amediyê yê yekem, bi xwe axivî, wisa bêrêzî nêzîk bû, gelek tişt got. Got 'Ev karê PKK'ê ye, PKK hawan avêtiye'. Eybe, şerm bikin. Ma li we ketiye, ku hûn ser qirêjiya Tirkiyeyê bigirin? Ewqasî jî na. Ma ne rûmeteke mirovan heye, kerameteke xwe heye. Ma walî wisa dibin? Balafirên me hene ku em werin milet bixin? Em ê çima li milet bixin? Em ji bo vî miletî canê xwe didin. Li her derê terora Tirkiyeyê heye lê çav jê re tê girtin. Pêşî tê vekirin û hevkarî tê kirin. 
 
BI KAR ANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Berê li başûrê Kurdistanê ewqas kîmyasal hate bikaranîn. Li Helebçe û li Behdînan, li gelek deveran hate bikaranîn. Mirovên me ji kîmyasalê pir zerar dîtin, şehîd dan. Niha jî kîmyasal li hemberî me tê bikaranîn. Kîmyasala ku li warekî teng bi bandor bike, ku bandorê li gerîla bike bi kar tîne. Hevalên me pê şehîd dikevin. Em dixwazin heyetên bêalî werin binêrin. Par mesela Avaşîn hinekî li pişt e, bi rastî hinekî dûr e. Lê belê niha hema 2 kîlometre li pişt Dêrelokê, li pişta Şêladizê Kurojahro ye. Heyet dikare were li wir binêre. Lê belê heyetan bernadin. Hatina heyetê ji bo wir li aliyekî, nahêlin heyet bên Hewlêrê. Ango Tirkiye qirêjiyê dike, hovîtiyê dike, wehşetê dike, li hemberî qanûnên gerdûnî sûc dike, ew jî perdeyê datînin ber, ji bo kes nebîne. Ev bi rastî tiştekî bi êş e. 
 
BANG LI KURDAN KIR
 
Banga min ji bo tevahiya siyasetmedarên Kurdistanê heye, bi taybetî ji bo siyaseta başûrê Kurdistanê heye, ji bo YNK'ê heye, ji bo Goran heye, ji bo Yekgirtû Îslam heye, ji bo Komala Dadwerî heye, ji bo Hizbî Şûî Kurdistan, ji bo Zehmetkêşan, ji bo Tevgera Azadî heye. Hemû aliyên siyasî banga me li wan heye. Li hemberî van kiryarên dewleta Tirkiyeyê û li hemberî van konsept û xeternakiya dewleta Tirkiyeyê li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Banga me ji bo hemû rewşenbîrên başûrê Kurdistanê, rewşenbîrên tevahiya Kurdistanê, banga me ji bo hunermendên başûrê Kurdistanê hunermendên tevahiya Kurdistanê heye. Li hemberî vê konsepta Tirkiyeyê ku dixwaze gelê me, destketiyên gelê me ji holê rakin bêdeng nemînin. Li hember derkevin. Banga me ji bo her çar parçeyên Kurdistanê; mesela rojhilatê Kurdistanê bêdeng e. Heke ku niha bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê ji holê rakin wê demê Rojhilat jî namîne. Siyasetmedarên Rojhilat, yên Rojava, yên Bakur, yên Başûr di vê demê de divê xeteriyên heyî bibînin. Divê bi berpirsyarî nêzîk bibe. Ti kes divê hevkariyê neke, li hemberî hevkariyê jî divê helwestê nîşan bidin. Ê me em tenê bang nakin. Em pratîkê jî dikin. Em canê xwe didin. Em her tiştî didin ber çav li hemberî vî dijminî li ber xwe didin. Divê ev berxwedan bê dîtin. Me ji bo vê got berxwedana Zapê girîng e. Çima? Ji ber ku em dizanin heke ev konsepta dijmin bi ser bikeve, kes nikare pêşî lê bigire. Em nabêjin werin alîkariya me bikin, na na na. Em wer nabêjin. Em têra xwe hene. Di qada şer de em û dewleta tirk li hemberî hev bin, em têra xwe hene. Lê belê li hemberî me dagirkeriyek, qirkeriyeke dijwar heye, li ser her kesekî xetere ye, em dibêjin li hemberî vê em helwesteke siyasî nîşan bidin, li hemberî wê helwesteke neteweyî nîşan bidin, bisekinin. Em dibêjin bila kes hevkariyê pê re neke, alîkariyê pê re neke. Bila bêteref bimînin. Û yên welatparêz bila welat biparêzin. Parastina welat di warê îdeolojîk, siyasî, çandî de bikin. Helwesta siyasî nîşan bidin. Weke neteweya Kurd divê em li hemberî vê xwînrijiyê, li hemberî vê destdirêjiyê rawestin. Bendewariya me ev e, wekî din em di şer de em têra xwe hene.”
 

Sernavên din

01/06/2022
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn