Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e

  • rojane
  • 20:48 31 Gulan 2022
  • |
img
 
AMED – HDP'ê bi beşdarbûna partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk li Qada Şêx Seîd têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî Doza Kobanê ku hê jî didome, li Qada Şex Saîd ya Amedê bi dirûşmeya "Em HDP diparêzin" çalakiyek li dar xist. Endam û rêvebêrin Partiya Heremên Demokratîk (DBP), rêxistina bajêr û yên navçêyan ên HDP'a Amedê, Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û gelek sazî û partiyên  sîyesasî yên bajêr tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên li ser "HDP gel e, kes nikare îradeya gel bişikîne " û "Em li vir in, em HDP ê diparêzin" nivîsandî hilgirtin û dirûşmeyên wekî "HDP gel e, gel li vir e", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e" hatin berzkirin.
 
Di çalakiyê de ewilî Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan destnişan kir ku Doza Kobanê dozeke kûmpasê ye û bi vê kumpasê kes nikare pêşiya HDP bigire ûgot: “Ew dozeke hiqûqî nîn e, dozeke siyasî ye. Bi armanca ku siyaseta demokratîk tengazar bikin didin meşandin. Em dubare dibêjin siyaseta AKP-MHP nikare pêşiya siyaseta demokratik bigire. Têkoşîna Kobanê insanî, wijdanî û ehlaqî bû.”
 
Pişt re Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy daxuyanî xwend. Atasoy diyar kir ku desthilat têk çûye û agahiyên derbara Doza Kobanê de parve kirin. Atasoy bal kişand ser darizandinê jî ku li Sîncanê hat kirin û got: “Desthilat dadgehan û darizandinê ji bo zextên xwe zêde bike bi kar tîne. Biryarên ku ew dadgeh didin bila bizanibin ku nikarin berxwedana me qut bikin û em tu caran paş de gav navêjin. Kesên ku dixwazin bi dozên nimûne me xilas bikin, bila li dîroka me ya berxwedanê mêze bikin.” 
 
Atasoy rewşa Seddam Husên bibîr xist û got: “Ji bîr nekin ku Seddam ji serokê dadgehê re got ‘ez doza darizandineke adil dikim.' Lê serokê dadgehê jî got, 'Em te bi qanûn te didarizînin.'"
 
Herî dawî Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî bilêv kir ku bi şev û biroj bêhiqûqiyên AKP-MHP'ê didomin û bal kişand ser jinên ku li Êlihê hatibûn binçavkirin. Tosûn got: “12 hevalên me yên jin li Êlihê binçav kirin. Jin li her derî têdikoşin û hûn nikarin tekoşina me jinan û kurdan qut bikin. Desthilat û hevkarên wê MHP-PDK bila baş bizanibin ku dê têkoşîna jinan û tevahiya kurdan bi ser bikeve. Digotin Kobanê ket, lê Kobanê bû kabûsa wan. Fikra ji Kobanê belav bû hemû dinyayê, îro dixwazin tola vê ji HDP'ê bigirin. Bila bizanibin ku em paş de gav navêjin."
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e” bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

01/06/2022
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn