Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin

  • rojane
  • 09:24 3 Hezîran 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Asiye Dogal, dayika Mehmet Halîl Dogal ê ku li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû, got: “Em ne şer, azadiyê dixwazin. Em jiyanek bi edalet û aştiyane dixwazin. Em naxwazin dilê tu dayikeke dinê bişewite. Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin. Bila ev şer bisekine.”
 
Piştî ku di pevçûna 30’ê Nîsanê ya li Çiyayê Cûdî de 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û planên Tirkiyeyê xirap bûn, operasyonine nû hat dest pê kirin. Bi destpêkirina van operasyonan re li Cûdî, Gabar û Bestayê şer dest pê kir. Di encama van şeran de gelek leşker jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî birîndar bûn.
 Di şerê 23’yê Gulanê de yê li herêma Bestayê di navbera HPG'ê û leşkeran de Narîn Algun a YJA-Star û Mehmet Halîl Dogal ê HPG’yî jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên her duyan jî di heman rojê de ji aliyê malbatê ve hatibûn wergirtin û definkirin.
 
BAVÊ WÊ JÎ HATIYE KUŞTIN
 
Dayika 7 zarokan Asiye Dogal (50), dayika Mehmet Halîl Dogal,  ji zarokatiya xwe heya niha tim bi zilm dewletê re rû bi rû maye. Dogal ku bi eslê xwe ji bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê ye, zarokatiya wê heta demekê li vir derbas bûye. Dogal dema ku 11 salî bûye, bavê wê ji aliyê axayên Dêrgûlê ve hatiye kuştin û ji ber vê koç kirine. Dogal ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa jiyana xwe kir.
 
KOÇ BER BÛNE
 
Dogal anî ziman ku piştî bavê wê hatiye kuştin tu kes nehatiye cezakirin, ji lew re yên bavê wê kuştine alîgirên dewletê bûne û got: “Piştî ku bavê min kuştin mala me ji wir dan barkirin û em hatin Şirnexê bi cih bûn. Beriya ku bavê min bê kuştin jiyanek me ya gelek xweş hebû. Lê axayên gund piştî bavê min kuştin jiyan li me herimandin. Dema bavê min hat kuştin ez 11 salî bûm. Em 7 xwişk bûn. Em û dayika xwe dema hatin Şirnexê bi cih bûn jiyan ji bo me geleh zehmet bû. Zilma dewletê her tim li ser me bû."
 
KUREK WÊ LI SIRGÛNÊ YE
 
Dogal ku dema 19 salî bûye bi dilê xwe zewiciye destnîşan kir ku piştî zewiciye jî zilma dewletê li ser wê û malbata wê berdewam kiriye. Dogal wiha domand: “Hevjînê min du caran ket girtîgehê û bi giştî 4 sal û 7 mehan di girtîgehê de ma. Kurekî min jî 2 salan di girtîgehê de ma û ji ber ceza lê hat birîn ew jî derket derveyê welêt. Kurekî min jî jiyana xwe ji dest da, kurekê min jî li sirgûnê ye.”
 
‘XELÎL ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE'
 
Dogal da zanîn ku ji ber zilma dewletê kurê wê Mehmet Halîl Dogal tevli nava PKK’ê bûye û got: “Kurê min beriya niha bi 8 salan tevli PKK’ê bû. Zarokek gelek baş û zîrek bû. Min tu carî xetayên wî nedîtin. Dema zarok bû tu carî pey min bernedida. Ez biçûma ku ew jî bi min re dihat. Her tim rûyê wî bi ken bû. Her tim alîkariya min dikir. Hevaltiya wî gelek baş bû. Hevalên kurê min tên dibêjin em ê tu carî Xelîl ji bîr nekin. Tu carî zirara wî tune bû. Tu carî dilê min neşikand. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Kurê min jî li dijî zilmê çû tevli nava PKK'ê bû. Kurê min piştî ku çû di dilê min de tim bêrîkirin hebû. Min digot xwezî rojekê min kurê xwe bidîta. Lê ew xem di dilê min de ma. Tu carî neheqiyê qebûl nedikir. Xelîl şehîdê hemû Kurdistanê ye.”
 
'HEVRÊYÊ MIN BÛ'
 
Dayik Dogal bilêv kir ku Mehmet Halîl zarokê wê yê herî biçûk bûye û hê di zarokatiyê de di warê civakê û hevalên xwe de hestiyar bûye û got: “Tu carî heval û hogirên xwe nedişkand. Kurê min tu carî neheqî û zilmê qebûl nedikir. Tevî temenê xwe yê biçûk jî zarokekî hestiyar bû. Tehamula wî ji bo xerabî û neheqiyê tune bû. Ew zarokek pir dilgeş û bi ken bû. Ji govendgerandinê gelekî hez dikir. Ji biçûkatiya xwe heta çûyînê her tim alîkariya min dikir. Di temenekî biçûk de neheqî û bêedaletiya li dijî kurdan nas kir. Piştî ku bav û birayê wî ketin girtîgehê, ew jî tevli nava refên PKK'ê bû. Her ku ez ji bo hevdîtinê diçûm girtîgehê, kurê min jî bi min re dihat. Li dijî zilmê serî rakir û çû. Xelîl ji zarokekî min wêdetir hevrêyê min bû. Dema çû ez xemgîn bûm, lê li dijî neheqiyê wî jî şer dikir. Ew zarokek pir xebatkar û bi hêz bû. Em ê li ser şopa Xelîl bin.”
 
‘BILA ÊDÎ ŞER BISEKINE'
 
Dogal bi lêv kir ku gelê kurd bi salan e bi zilm û zextan re rû bi rû ye û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em zarok bûn ev zilm dihat kirin û em mezin bûn jî ev zilm berdewam dike. Gelê kurd çi kiriye ku ev zilm lê tê kirin. Zarokên me jî ji ber vê zilmê li ber xwe didin. Kurê min jî vê zilmê qebûl nekir û têkoşiya. Em dixwazin ev şer bisekine. Em naxwazin dilê dayikan bişewite. Em dayik jiyanek azad, aştiyane û xweş dixwazin. Em şer naxwazin. Em edalet û azadiyê dixwazin. Bila şerê Başûr jî bisekine. Dema şerek li cihekî çêbibe dilê min dişewite. Em naxwazin êdî xwîn birije. Em naxwazin li tu bajarî şer hebe. Em naxwazin çiyayên me bên gulebarankirin û zarokên me bên kuştin. Em nikarin biçin bi rihetî li çiyayên xwe bigerin. Li hember vê zilmê divê hemû dayik û gelê kurd rabe li ser pêyan. Bila tu kes li hember zilmê bêdeng nemîne.”
 

Sernavên din

03/06/2022
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da