Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?

  • rojane
  • 09:04 5 Hezîran 2022
  • |
img

RIHA - Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd anî ziman ku wê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişan li ber xwe bidin û vê pirsê ji Tirkiyeyê kir: “Çima dema ku DAIŞ li ser sînorên wê bû tu metirsî li ser ewlekariya wê nebû?” 

 
Tirkiye, di navbera salên 2016 û 2019'an de li dijî Rojava 3 êrişên dagirkirinê li dar xist. Di van êrişan de Tirkiyeyê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Efrîn, Cerablûs, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û hêzên paramîlîter ên girêdayî xwe li wan bi cih kir. Her wiha ji bilî van deverên dagirkirî Tirkiye dem deman li dijî deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan pêk tîne û di nav hewldanên berfirehkirina dagirkeriyê de ye. Komên paramîlîter ku Tirkiye wan li deverên dagirkirî bi cih kiriye, aramiya herêmê têk birine û şerê xenîmetê dikin. Di du hefteyên dawî de Serokkomarê AKP’yî yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan di hin daxuyaniyên xwe de li dijî bajarên din ê rojavayê Kurdistanê gefan dixwe û fermana êrişan dide. 
 
Li gorî Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd têkildarî gefên Erdogan ango Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê pirsên ajansa me nirxand. Çiya Kurd vê pirsê ji Tirkiyeyê dike: “Çima dema ku DAIŞ li ser sînorên we bû tu metirsî li ser ewlekariya we nebû?” 
 
Êrişê Tirkiyeyê yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojê dawî de zêde bûn. Serokkomarê Tirkiyeyê di axaftinê xwe ya dawî de qala dagirkirina heremê dike, ev daxuyanî tê çi wateyê? 
 
Belê, projeya rejîma desthilatdar li Tirkiyê projeyek dagîrker û mêtingeriyê li herêmê ye ji bo bihêzkirina desthilatdariya xwe li ser hesabê gelên herêmê li hundir û derve, bi taybetî dema ku mijara gotinê li ser pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelan ên demokrasiyê be. Rejîm hemû hêza xwe ji bo tunekirina wê seferber dike, ji ber ku rejîm hişmendiya nerewperwst û şoven, her wiha ji feraseta Îslama siyasî ji xwe re dike binga birêvebirina welat, û yekîtiya wan, zihniyeteke faşîst a tundrew çêdike û nikare çareseriyên din û vebûna demokratîk qebûl bike û ev jî bingeha îdeolojîk e ji bo neqebûlkina muxalefeteke alternatîf. Her wiha hewl dide wan tune bi her awayî tune bike, ji ber ew ji bo wan xeteriya hebûnê ye, ji ber ku her guherîneke deomkratîk dê wê şêweyê desthilatdariyê û vê pevçûna bi sedsalan tune bike û ji vir ew zîhniyeta tunekirin û qetlîamê bi armanca tasfiyekirina dawîn û yekalîkirina desthilatdarî û desthilatdariyê çêbûye, ev plana stratejîk ya dewleta Tirkiyê ye, her wiha di binhişiay wan de çandeke ku tê de Kurd û muxalefetên din li ba desthilatdaran tune ye. Bi dehsalan de dixwaze vê biçesipîne, her ku derfetek guncav derkeve holê û guhertin li herêmê çê bike, Tirkiye sûdê werdigire. ji wê Li ser hesabê gelên herêmê bi hêzên serdest re bazaran bike û niha jî Tirkiye hewl dide ku mijûlbûna navneteweyî û herêmî ya bi şerê Ûkrayna-Rûsya re îstîsmar bike, an jî bala navneteweyî li ser qeyrana bingehîn belav bike, a ku dê bibe sedema guhertinên stratejîk ên girîng li ser asta cîhanî û herêmî û herwiha rewşa nazik ya navxweyî, di warê aborî û siyasî de. Ev mijareke girîng e ji bo hikûmeta AKP- MHP û hilbijartinên perlemanê û serokatiyê li pêşiya wan e. Di vê rewşa aloz tiştekî gelek xwezayî ye ku Erdogan û rejîma wî ya zalim bi bedeleke kêmtir li rêyên derketina ji vê tengasîyê bigerin. Yekem tişta ku tê hişê desthilatdarên tirk şerê li dijî kurdan û nirxên demokratîk e, ev hênceta li her dem û li her cihî ye, heta ku nehatine tasfiyekirin û heta ku berxwedan hebe li dijî zihniyeta inkarê. Yek ji rêbazên qezenckirina hin dengan û veşartina dosyayên xwe yên gendeliyê û cewisandinê, bi navê şerê li dijî terokê, li gorî hijşmendiya toranî û faşîst.
 
Heke em bêjin sibêro êriş pêk werin, dê armanca van êrişan çi be? 
 
Tişta ku Erdogan îro radigihîne, weke şerekî vekirî ye li dijî me li bakur û rojhilatê Sûriyê, li hermber hemû cîhanê û helwestên redkirinê û paşguhkirina hemû encamên ku ev şer dikare bi xwe re bîne, wek şerên berê yên li Efrîn, Serê Kaniyê û Griê Spî û kuştin wêranî û dagîrkerî, şerek e ji bo xistina herêmê di avgereke bêveger de, herwiha peydakirina derfetên jiyanê ji bo komên terorîst  e û zêdekirina azarên civaka navdewletî di mijara koçberan de ye, û di  dawiyê de, tunekirina ew rewşa cihêrengiya çandî, etnîkî û olî ya ku taybetmendiya civakên me li Sûriyê ye, nemaze li bakurê rojhilatê Sûriyê . Ev yek hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên ku tekezî li ser parastina cihêrengiyê bi hemû şêweyên wê dikin binpê dike. Siyaseta navneteweyî berpirsê siyasetên êrişkar ên Tirkiyêye ku gelek caran dibe sedema kûrbûn û çêkirina qeyranan, têkbirina aramiyê û têkbirina hewldanên navneteweyî di şerê li dijî terorê de. Îro jî astengkirina lêgerîna çareseriyên aştiyane ji kirîza Ukraynayê re, ji ber ku siyaseta navneteweyî li ber bi berjewendiyên teng ên madî û siyasî ve diçe, ne yên giştî yên ku li ser aştî û aramiya navneteweyî diparêzin. Her wiha tiştê ku Tirkiye dike, binpêkirina eşkere ya qanûn û pîvanên navneteweyî ye.
 
Li bajarên wek Efrîn, Serêkaniyê û yên din hem dagirkirin û hem jî mafê mirovan tê binpêkirin. Lê tevî van hemû sûcên şer jî raya giştî ya navdewletî bêdeng e, hûn vê bêdengiyê çawa dinirxînin? 
 
Herêmên ku ji aliyê Tirkiyê û komên terorîst ên girêdayî wê ve hatine dagirkirin, li gel pêkanînên sîstematîk ên li ser wan deveran bi armanca jinavbirina nasnameya rastîn a wan deveran, çi ji aliyê dîrokî û çandî ve, veguheriye qadên rêxistinkirina teror û tundrewiyê bi hemû şêweyan, çi ji aliyê erdnîgarî, ekolojî, an ji nû ve endezyariya demografiyê, ji bilî revandina di berdêla preyan, an kuştin û destavêtinê, ku îro bi hezaran bûyerên binpêkirinê hene, û ev yek di raporên mafên mirovan ên navneteweyî de tê îspat kirin. Lê li kêleka van binpêkirinên mezin û jenosîdên bi rengên cuda, tu bertekên ku di asta van kiryaran de ku tawanên şer in, ji bo pêşîgirtina li tiştên ku têne kirin, tune ne. Yekem, bêdengiya sîstematîk a Tirkiyê û alîgirên wê, astengkirina ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ku karibin kesên gunehbar bêne dadgehkirin. Ya duduyan, berjewendiyên gelek welatan bi Tirkiyê re, gelê me dike qurbanê van berjewendiyan û ev yek jî li dijî hemû pîvan û peymanên navneteweyî ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên pêwendîdar dikin ku şandeyên lêkolînê bişînin, encaman ji raya giştî re ragihînin û sûcdaran derxînin pêşberî dadgehê.
 
* Tirkiye ango îktidara AKP’ê dixwaze serlêdana Finlandiya û Swêdê ya ji bo NATO’yê ya ji bo berjwendiyên xwe asteng bike û di vir de jî nêzîkatiya wan welatan a ji bo Rojava dike hêcet, hûn vê yekê çawa şîrove dikin?
Rejîma Tirk niha hewl dide her bûyer û rûdanekê li dijî têkoşîna gelê me bi kar bîne û di warê siyasî de kampanyayeke berfireh dimeşîne û zextê li ser hemû aliyan dike ku tawîzan werbigirin û wan tevlî şerê li dijî gelê me bikin. Ji aliyê din ve bi taybetî welatên Skandînavyayê hene ku bi sempatî û piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya gelan tên nasîn û Tirkiye bi dehan sal e ji bo ku di navbera van welatan û têkoşîna rizgarîxwaz a gelên herêmê de aloziyê çêbike, dixebite. wek nimûne, tişta ku rêxistina Cladio di bûyera kuştina serokwezîrê Swêdê Ulf Palma di sala 1988an de kir, û tawanbarkirina Partiya Karkerên Kurdistanê. Ew kes dilsozê têkoşîna gelê Kurd û Filistînê bû. Ev bûyera kuştinê tenê ji bo avakirina dijminatiyek di navbera gelê Kurd û dewleta Swêdê de bû, û dewleta Tirk jî li pişt vê yekê ye. Îro Tirkiyê li ser esasê dijmahiya gelê me, beramberî tevlîbûna wan a NATO`yê bazaran dike. Ev tê watye ku Tirkiyê plan û stratejiyên tifaqê li gorî pîvanên xwe û li gorî tiştênku dibîne xetereiyeke li ser berjewendiya wê ya netewî, wek ku ew dibêje, ew jî Kurd in, berovajî planên hevpeymanê û welatên girêdayî wê yên ku kêşeyên wan ên navdewletî û ewlehiyê yên cuda hene. Em di wê baweriyê de ne ku siyaseta Tirkiyeyê di vî warî de zelal e û em bang li her kesî dikin ku nekevin nava planên Tirkiyeyê yên ku tenê xizmeta desthilatdariya xwe ya faşîst a mêtinger dike ku hebûna gelê me bi dawî bike, û tu kes nebe şirîkê polîtîkayên bi vî rengî yên faşîst ku tenê xizmeta  cûntaya destpot a ku li Tirkiyeyê desthilatdar e dike.
 
 
Îktidara AKP’ê dixwaze milyonek penaberê ku ji Sûriyeyê çûne Tirkiyeyê li herêma bajarên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicîh bike. Aarmanca vê yekê çi ye? 
 
Plana Erdogan ya avakirina herêmeke ewle li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bicihkirina milyonek welatiyên Sûriyê yên ji navçeyên din, li wê herêmê di serî de planeke dagirkeriyê ye, ya duyem jî tunekirina hebûna nasnameyên nijadî, çandeyî û olî yên cihêreng e li wê herêmê, ûtunekirina pêkhateyên ku bi hezarê salan li wê herêmê bi hev re dijîn. niha jî rêjîma Tirkiyê hewl dide vê jiyana hevbeş a aştiyane û nasnameya herêmê têk bibe û nasnameya herêmê tune bike û di navbera civaka herêmî û niştecihên nû de ku Tirkiye dixwaze bi darê zorê bîne herêmê û bi pereyên welatên xêrxwaz an jî rêxistinên Ixwan Elmusliîn yên ku li Ewropa û Rojhilata Navîn belav bûne, rewşa nakokiyên navxweyî di navbera civaka herêmê û niştecihên nû de çêbike.
 
Planek Erdogan û kabîna wî ya li dijî dagirkirina herêmê di rojevê de ye, gelo di vî warî de amadekariyên gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê çi ne, wê gel çawa bersiv bide?
 
Hemû pêkhateyên bakurê rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û Tirkmen dibînin ku Tirkiye gefeke stratejîk e li ser hebûna wan, û cîraneke êrişkare, ne weke ku Tirkiyê dibêje ji aliyê bakurê rojhilatê Sûriyê ve rastî êrişan tê. Ev derew e, û hêncet û bihaneyên dagirkerî û komkujiyê ne. Çima dema ku DAIŞ li ser sînorên wê bû ti metirsî li ser ewlekariya wê nebû û heta niha bi sedan girûpên tundrew û terorîst li ser sînorên wê hene û rojane di navbera wan de şer pêt tê, lê ti metirsî li ser wan tune ye. Ji ber vê yekê jî baweriya ku di nav gelên herêmê de heye ew e ku ji bilî bersivdayîna êrişan û parastina hebûna xwe û dîroka xwe ku di bin metirsiya êrişa Tirkiyê û komên terorîst ên girêdayî wê de ye, ti çareyek nemaye û ev jî di hemû zagonên navneteweyî û baweriyên olî de mafekî rewa û pîroz e. ew bi hemû pêkhateyên xwe yên siaysî, eşîrî û civakî bûne yek der barê biyara berxwedanê de. Dema ku dijminên wan ên dîrokî bi tenê ev vebijark li pêşiya wan hişt, komkujiyên Sêvo hê jî di mejiyê Xiristiyanan de zindî ne, komkujiyên Dêrsim, Koçgîrî, û bidarvekirina efser û reşenbîrên Ereb li Mercê li Şamê, her wiha li Beyrûtê di mêjiyên helên herêmê de hîna jîndar in, ta roja me ya îro jî herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û herêmên tên tunekirin li ser destên rejîma faşîst ya Tirkiyê û kalikên wan yên Osmanî. 
 
Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hêla leşkerî, siyasî û dîplomasî de çawa ye?
 
Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerê li dijî terorê de destkeftên leşkerî û siyasî yên girîng bi dest xistine û di hevkêşeya siyasî û leşkerî de li ser asta herêmê û Sûriyê bi taybetî û bûye cihekî girîng. Niha jî bi ked û fedekariyeke mezin li dijî terora ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên wê yên çete ve tê xwedî kirin, şer dike. Ev şer yê civaka nevdewletî ye, lê QSD`ê li şûna wan dike, lewma civaka navdewletî dê her deyindarê ked û fedekariyên QSD`ê be. Her wiha ji aliyê îdarî ve jî di pêvajoyên rêveberî û hevgirtina îdarî de geşedanên girîng hene û ev mijar dê projeya rêveberiya xweser, bike projeyek pêşeng ku dikare bibe bingeha çareseriya demokratî li ser asta Sûriyê. Li ser vî esasî kar ji bo danûstandina bi civaka navdewletî û erebî re berdewam e ji bo bidawîkirina aloziya siyasî ya Sûriyê, bidawîkirina rewşa perçebûyî li Sûriyê, û rêgirtina li ber nakokiyên mezhebî û olî. Lê gefên Tirkiyê û Êriş yek ji armancên wan in ku hemû rêyên siyasî û dîplomatîk li pêşiya çareseriya li Sûriyê asteng bikin. Her wiha hewldanên mecin hene bi civaka navneteweyî re jî ji bo pêşîgirtina li êrişên dewleta Tirk.
 
Ji bo gef û metirsiyên li ser herêmê banga we ji bo gel û raya giştî çi ye? 
 
Bê guman ew gef û êrişên ku Tirkiyê dike rasterast metirsiyek e li ser hewlên civaka navdewletî, çi ji bo şerê li DAIŞê bi rêya QSD`ê, hem jî li ser hewlên mirovî, û metirsiyeke li ser rewşa bihevre jiyanê û aramiya axê. Her êrişek dê bibe sedema encamên xerab û dê deriyên nû ji koçberî, dagirkerî û tunekirinê re veke. Ji ber vê yekê, pêwîst e û berpirsiyariya qanûnî û exlaqî ye ku helwêstên diyarker ji aliyê civaka navdewletî ve bi rêya rêxistinên wê yên navdewletî û welatên pêwendîdar bêne zelalkirin, bi taybetî ji aliyê welatên erebî ve, ku hemû xwedî dîrokeke hevbeş a dagirkeriya Osmanî û êşên wan in. 
 
Çawa ku di hundir de jî ji bo tokşîna li dijî her destdirêjiyekê û êrişeke derve ya ku hebûna me dike armanc, pêwîst e xwe bikin yek, û hebûna me tenê bi vê hevgirtinê û piştgiriya hêzên me ên ewlekarî û leşkerî dikare were parastin. Ev yek rêya tenê ya pêkanîna hêviyê gelê me yên ji bo azadî û rumetê ye.
 
MA / Emrullah Acar 
 

Sernavên din

07/06/2022
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne