Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve

  • rojane
  • 09:13 5 Hezîran 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP'ê Sedat Başkavak Tifaqa Demokrasiyê wekî "tifaqa gel" pênase kir û got: "Banga me ye; em bên cem hev, bi hev re bitêkoşin." 
 
Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Malên Gel (Halkevlerî), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) di 18'ê Çileyê de bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev kom bûbûn û Tifaqa Demokrasiyê ava kiribûn. Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP'ê Sedat Başkavak diyar kir ku tifaq ne ji bo hilbijartinê ji bo têkoşînê ye. 
 
Başkavak bilêv kir ku îro ro li welêt diviyabû ku kesên ehlê kedê, hêzên demokrasiyê û kesên ehlê aştiyê ji bo xwedîderketina li pêşeroja xwe li hev kom bûbûna got: "Lewma hewce bû em li dor Tifaqa Demokrasiyê bên cem hev du. Ji lew re welatê me bi rejîma yek zilamî tê birêvebirin. Lêgerîna ji bo mafan û grevên karkeran tên qedexekirin. Bi Rewşa Awarte (OHAL) re ku piştî 15'ê Tîrmehê hat ragihandin, çalakî hatin qedexekirin. Lewma em dibêjin Tifaqa Demokrasiyê. Karker, jin, ciwan û hemû kesên ji pêkanînên desthilatê nerihet dibin diviyabû li hev kom bûbûna û bigotina dê çareseriyek çawa hilberînin? Lewma Tifaqa Demokrasiyê pir girîng e." 
 
Başkavak destnîşan kir ku gel, kedkar û hêzên demokrasiyê yên li derî siyaseta bûrjûvayê bi Tifaqa Demokrasiyê vebijêrka xwe afirandine û got, Tifaqa Demokrasiyê li ser esasên çareseriyê ye. 
 
'EM RÊ LI BER TIFAQA GEL VEDIKIN'
 
Başkavak li ser krîza aborî ya li welêt jî sekin û got: "Her roj nanê li ser sifreya gel, karkeran û kedkaran kêm dibe û çend sermayedar jî serwetê li serweta xwe zêde dikin." Başkavak bilêv kir ku çavkaniyên welêt dikevin destê çend kesan û got: "Em nîqaş dikin ku dê ev çavkanî çawa li gel bên belavkirin." 
 
Başkavak li ser siyaseta berberîbûnê ya tifaqa AKMHP'ê jî sekinî û got, Tifaqa Cumhûrê dixwaze desthilatadariya xwe bidomîne û hewl dide vê yekê jî bi siyaseta berberîbûnê bike û yeko yeko li ser tahde, çewisandin, qedexe û astengiyên li welêt ên li ber muxalefeta civakî sekinî ü got: "Em dibêjin ji dêvla rizgarkeran em hêzên gel bînin cem hev û tifaqa hêzên gel ava bikin. Bila gel biryara awayê rêvebirina xwe bidin. Ji dêvla biryarên çend kesan em dibêjin bila gel, karker û kedkar biryara xwe bidin." 
 
TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ
 
Başkavak destnîşan kir ku kesên ji pergala heyî nerihet in divê bên cem hev du. Başkavak anî ziman ku armanca tifaqê pêkanîna yekîtiya têkoşînê ye û ji bo vê hevdîtin bi hemû derdorên ehlê kedê û demokrasiyê re dikin û dixwazin heya ji destê wan bê tifaqê mezintir bikin. Başkavak got: "Em di serdemek wisa re derbas dibin ku desthilat dixwaze hemû hêzên demokrasiyê biçewsîne. Gava Peymana Stenbolê hat fesixkirin jin bi têkoşîna xwe kir ku desthilat paş de gav bavêje. Kesên xwedî li hawirdora xwe û xwezaya xwe derdikevin li gelek deveran bi têkoşîna xwe kirin ku desthilat paş de gav bavêje. Em wisa difikirin ku em bi têkoşînê dikarin AKP'ê paş de bibin. Em bang li jinan, ciwanan, karkera û kedkaran û cotkaran û gundiyan û gelê kurd ê doza wekheviyê dike dikin ku em bên cem hev, bi hev re bitêkoşin. Ev tifaqeke gel a rastîn e. Em ê bi ser bikevin, dê gel bi ser bikeve." 

Sernavên din

07/06/2022
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne