Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye

  • rojane
  • 11:06 7 Hezîran 2022
  • |
img

AMED - Endama MYK'a SKM'ê Sathiye Ok, destnîşan kir ku ji bo ku gelên Tirkiyeyê di welatekî wekhev, azad û demokratîk de bijîn, divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û got: "Ez bang li her kesî dikim ku li dijî tecrîdê bibin dengê girtiyan."  

 
Saleke zêdetir e ji Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tipa F ya Îmraliyê 23 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, tu agahî nayên girtin. Her wiha Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013 û 2015'an hatibû destpêkirin de biribûn Îmraliyê jî ji vê tecrîdê para xwe digirin. Tecrîda ku li Îmraliyê hatiye destpêkirin û belavî hemû girtîgehan bûye, bi dayîna cezayên dîsîplînê yên Ocalan bêhtir hat girankirin. 
 
ÇARESERÎ DAWÎKIRINA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ YE
 
Endama Desteya Rêvebera Navendî (MYK) ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok Sathiye Ok, destnîşan kir ku tecrîda li ser gel, bi helwesta îtaet kirinê tê domandin. Ok, bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: "Heya ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, dê tecrîda li ser gelan jî bi dawî nebe."
 
Ok, da zanîn ku çend mehên dawî ligel girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiyên edlî jî ji ber tecrîdê pirsgirêkan dijîn û wiha berdewam kir: "Mixabin piştî 96'an, salên 2000'an şûn de girtîgeh bi darbestan tên zanîn. Em şahidiya demekî ku ji girtîgehan darbest derdikevin dikin. Aliyekî vê yê ne însanî ne jî wijdanî heye. Divê gelên Tirkiyeyê li dijî pêkanînên derveyî mirovahiyê bibin dengê hemû girtiyan, bertekên xwe yên demokratîk bidin nîşandan û ji bo sererastkirina şertên girtîgehê piştgirî bidin."
 
DESTHILAT DI SIYASETA ŞER DE BI ISRAR E 
 
Ok, destnîşan kir ku sedema tecrîda li Îmraliyê, merheleya tekoşîna gelê kurd a ku gihiştiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêvajoya ku di 7'ê Hezîranê de dest pê kir, bandor li ser tecrîda li Îmraliyê kir. Çawa ku me di 7'ê Hezîranê de hin serkeftin bi dest xistin, konsepteke nû ya şer ket dewreyê û pêvajoya aşitiyê rawestandin. Me dît ku dewlet û desthilata siyasî bi tu awayî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nêzî çareseriyên demokratîk nebû û dixwazin konsepteke şer ya nû bidin destpêkirin."
 
Ok, da zanîn ku konsepta şer a heyî encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê qebûl nekir û ev tişt gotin: "7'ê Hezîrane serdemeke ku gelên Tirkiyeyê daxwazên xwe yên wekhevî, edalet û azadiyê diyar kirin, bi awayekî HDP anî asta muxalefeta sereke. Wan bi xwe jî gotibû ku bandoreke girîng a Îmraliyê li ser vê pêvajoyê heye. Ji bo ku desthilata xwe ji nû ve saz bikin, dest ji vê pêvajoyê berdan û tecrîda li Îmraliyê giran kirin. Ger ku pêşî li çareseriyê bê vekirin hem dê tecrîda li hundir hem jî tecrîda li derve dê ji holê rabe. Lê ji ber ku desthilatê rêyên çareseriyê girtin, daxwazên muxalefetê yên demokratîk qebûl nekirin, konsepteke şer ya nû da destpêkirin."
 
DIVÊ HERKES DENG BIDE
 
Ok, bi lêv kir ku rêya aşitiya civakî ji rakirina tecrîdê ya li hundir û li derve pêk tê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em vê yekê baş dizanin ku heya polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê bi dawî nebin, tecrîda li ser girtîgehên din jî bi dawî nabe. Ji ber ku armanca tecrîdê pêşigirtina rêya çareseriyê ye divê tecrîd bê rakirin. Diyar e ku heya tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin, tecrîda li ser gelan jî, astengiyên li pêş mafê axaftin, çalakî û rêxistinê jî ranabin û di heman demê dê aşitiya civakê jî pêk nayê. Ji bo ku gelên Tirkiyê wekhev, azad û bi awayekî demokratîk bijîn, divê dest ji polîtîkayên tecrîdê bên berdan. Ger ku em bixwazin li welatekî azad, wekhev û adil de bijîn, divê em li dijî polîtîkayên tecrîdê sekneke bi rûmet nişan bidin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Ez bang li herkesî dikim ku li dijî polîtîkayên tecrîdê bi malbatên girtiyan re bibin dengê girtiyan."
 
MA / Mujdat Can
 
 
 

Sernavên din

09/06/2022
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN