Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne

  • rojane
  • 14:15 7 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên hucreyan ên ku ji bo kirina sûcên weke “suîqest, êrişên bombeyî, qaçaxçitî û sextekariyê” ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatine şandin, diyar kirin ku ferman û pereyê xwe ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê wergirtine. 
 
Derket holê ku hucreyên ji endamên OSO-DAIŞ-MÎT’ê hatine avakirin, bi mebesta suîqestên li dijî şexsiyetên payebilind, hedefgirtina sazî û binesaziya saziyên Rêveberiya Xweser, şandina pereyên sexte, qaçaxçitî û gelek sûcên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatine şandin. Ji bo van sûcan jî çavkanî û muhîmat ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di bin dagirkeriya Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê hatine veguhestin. 
 
Fermanên ji navenda MÎT-DAIŞ'ê ya li herêmên dagirkirî têne dayin, ji aliyê kesên bi navên Ebû Omer û Emel Mûhammed Alî Îsa ve ji hucreyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têne şandin. Hucreyên veşartî bi hejmarên Tirkiyeyê têkiliyê bi hev re datînin. Piştgiriya fînansî jî bi rêya şîrketên tirk tên kirin. Mikûrhatinan endamên DAIŞ-MÎT’ê ji hêla Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hatin weşandin. 
 
LI SER PÊŞNIYARA SÎXÛRÊ MÎT’Ê TEV LI BÛ
 
Yek ji van endaman Ahmed Abdulhamîd El Merdûd da zanîn ku ji Bûkemal a Sûriyeyê ye û wiha got: “Di sala 2017'an de tev li DAIŞ’ê bûm. Piştî perwerdeya leşkerî û şerî, min li mizgeftê dest bi kar kir. Piştre me koçî Baxozê, Bisera û herî dawî jî Reqayê kir. Endamê MÎT'ê Abdullah Ahmed El Cûma ku min ew li Bûkemalê nas kiribû, pêşniyar li min kir ku ji bo OSO’yê bixebitim. Ew bi xwe di nava hucreyekê de dixebite ku girêdayî MÎT û OSO’yê ye.
 
‘FERMANA KUŞTINA FERMANDARAN DAN MIN’
 
Ji endaman Abdûllah Ahmed El Cûma jî ji Bûkemalê ye û wiha domand: “Mûhammed El Cûma ji min xwest ku bi hucreya bi navê Cîndûl Firat re bixebitim. Ji min xwest ku dîmenê noqteyên leşkerî û wesayîtên leşkerî bikişînim. Di berdêla vê de jî min re pere dişand. Ji min xwestin ku şervanên leşkerî û fermandaran bikujim. Fermana vê yekê jî ji aliyê Mûhammed El Cemî (Mûhammed El Rîxatî) ve hate dayin ku li Tirkiyeyê dimîne.”
 
‘ALAVÊN TEQEMENIYÊ DIBIRIN REQAYÊ’
 
Her wiha endamê bi navê Hasan Alî Mûhammed jî da zanîn ku ji Eyn Îsayê ye û wiha li xwe mikûr hat: “Endama MÎT'ê ya bi navê Emel hate gel min. Me bi hev re mayinên ji Serêkaniyê û Girê Spî dihatin bi qaçaxî digihandin hucreyan. Mayinên ku Emel dianî min dibirin Reqayê. Min bi rêyên qaçax Emel dibir Reqayê. Emel li Reqayê diçû gel hevjînê xwe Serhan.”
 
PEREYÊN SEXTE, KUŞTIN Û TEQÎN
 
Nadîr Mûhammed Sarûh Halîl jî got ku kesê bi navê Emel ji wî xwest ku tev li komên dewleta tirk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çalakiya min a destpêkê ew bû ku li ser daxwaza Emel min 100 dolarên sexte li bazarê belav kirin. Çalakiya min a duyemîn jî mayinên Emel bû. Çalakiya sêyemîn jî kuştin bû. Emel ji min xwest ku alkolê bînim. Dema ku min alkol anî, kesek hebû. Min cara yekê ew dît. Ji bo jê re bibêjim ku em dereng mane dema çûm gel wan, min dît ku li gel hev dirêjkirî ne. Min got belkî têkiliyê bi hev re datînin. Lê piştre min dît ku Emel kêr li wî kesî xistiye. Piştre Ebû Omer li min geriya û got, berpirsyarê çalakiyê me û ez pîroz kirim. Di çalakiya çaremîn de jî ji min xwestin ku stasyona petrolê biteqînim. Di çalakiya pêncemîn de jî min mayinek û çekek şand xirbeyê li pişt xaniyê endamê MÎT'ê yê bi navê Salîh. Ji ber çalakiyên min kir, ji herêmên di destê Tirkiyeyê de ne pere û telefon ji min re şandin.”
 
‘NAVENDA ME GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ BÛ’
 
Kesê bi navê Serhan Îsa Avnî jî diyar kir ku hevjîna wî Emel Mûhammed Alî Îsa ew tev li karên hucreya MÎT-DAIŞ'ê kiriye û wiha pê de çû: “Me ferman ji Ebû Omer werdigirt. Emel di nava kîsekî reş de debanceyek ji min re anî û xwest bibim navnîşaneke li Reqayê. Di berdêla vê de jî 300 dolar dan min. Her wiha min gelek mayin û cebilxane bir û anî. Ji min xwestin ku kesekî nas dikim û pê bawerim tespît bikim. Min jî bang li xwarziyê xwe Ala Îbrahîm Hasanî kir. Min bang lê kir û qala tiştên têne xwestin jê re kir. Min jê re got ku di nava çend rojan de ez ê biçim Girê Spî. Paket bihata wê Ala werbigirta. Dema ku çûm Dêra Zorê li Ala geriyan û 3 mayin şandin. Hevjîna min Emel timî diçû herêmên di destê Tirkiyeyê de ne. Navenda li Girê Spî-Serêkaniyê em bi rê ve dibirin.”
 
‘HEJMARÊN TELEFONÊ YÊN TIRKIYEYÊ BI KAR TÎNAN’ 
 
Ala Îbrahîm Hasanî jî daxuyand ku ji Reqayê ye û wiha li xwe mikur hat: “Di nava hucreyê de wezîfeya min veguhastina mayin û cebilxaneyan bû. Xalê min Serhan Îsa ez tev li hucreyê kir. Serhan Îsa endamê îstîxbarata tirk bû. Piştre jî bi kesekî bi navê Ebû Omer nas kir. Destpêkê jinek bi min re axivî û got, 'emaneta xalê te heye' û di nava çente de 3 mayin dan min û xwest bibim cihekî. Yê anî kesê bi navê Hasan Alî Mûhammed bû. Ebû Omer bi rêya hejmarên Tirkiyeyê li min digeriya û ferman dida. Min wêneyê mayinên dibir ji Ebû Omer re dişand.”
 

Sernavên din

09/06/2022
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN