Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e

  • rojane
  • 15:11 7 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Polîsê gazinker Mûrat Ozenli ku di çalakiyên Kobanê de birîndar bû, tevî ku kesên ew birîndarkirine nedîtine jî gilî li siyasetmedarên HDP’î kir. Polîsî ji pirsa Gultan Kişanak a “Îfadeyên we derbarê me de dan helwesteke polîtîk e?” bersiva “Qasî ku min di medyayê de dîtiye, dizanim çi çiye” da. 
 
Danişîna 13’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja 6’emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Endam û rêveberên HDP’a Enqereyê û gelek parêzer tev li danişîna doza ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve tê dîtin bûn
 
Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li eywana danişînê amade bûn, siyasetmedarên ku li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Hin siyasetmedar jî hincet nîşandan û tev li danişînê nebûn. 
 
POLÎSÊ GAZINKER GILÎ KIR
 
Danişîna piştî tespîta nasnameyan bi xwendina ewraqên li dosyayê hatin zêdekirin destpêkir, bi beyanên polîsê gazinker Mûrat Ozenlî berdewam kir. Serokê dadgehê navê siyasetmedarên girtî û negirtî tên darizandin xwendin û ji Ozenlî pirsa “Dozgeriyê diyar kir ku hûn di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de birîndar bûne û weke gazinker nîşan dan. We çi jiya?”
 
Gazinker Ozenlî, diyar kir ku di dema şermezarkirinên li Wanê de ji lingê xwe birîndar bûye û da zanîn ku giliyê siyasetmedaran kiriye. 
 
Pişt re aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata ji Ozenlî re ev pirs pirsî: “Hûn div ê dosyayê de em weke kesên ev bûyer pê dane kirin tên darizandin. We di îfadeya xwe de gotiye ku kesê hûn birîndar kirine we ne dîtî ye. We di îfadeya xwe ya ewil de jî gotiye ku hûn ji kesên bûyer dane kirin ne gilîker in. We bersûcên li vê derê li cihê bûyerê dîtin.”
 
‘MIN KES NEDÎT LÊ EZ GILÎ DIKIM’
 
Gazinker Ozenlî, bi lêv kir ku kes nedîtî ye û wiha got: “Dîsa jî weke polîsekî em ji medyayê dişopînin. Banga Selahattîn Demîrtaş hebû Ez dizanim ku kê mirov daxistin kolanan. Ji ber vê yekê ez giliyê siyasetmedaran bikim.” Dû re Nazmî Gur pirsa “Hûn min nas dikin? Ez li cihê bûyerê bûm?” ji Ozenlî pirsî, Ozenlî bersiva “Nayê bîra min. Ez we nas nakim” da. Balkêş e ku tevî vê bersivê jî got gilîker e. 
 
ÇI ÇIYE QASÎ KU ‘DI MEDYAYÊ DE DÎTIYE’ DIZANE!
 
Akat, pişt re pirsa ‘bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên navçeya Ebexa Wanê ji bûyerên din cudatir bû?” kir. Gazinker Ozenlî jî bersiva “Belê ji bûyerên beriya niha cudatir rû dan” da. Akat jî li ser vê bersivê ji Ozenlî re wiha got: “We got bûyerên 6-8’ê Cotmehê ji bûyerên derbasbûyî re cudatir pêk hatin. Spasiya we dikim.” Dû re Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî pirsa “Îfadeyên we derbarê me de dane helwesteke polîtîk e?”kir, Ozenlî jî ev bersiv da: “Qasî ku min di medyayê de dîtiye dizanim çi çi ye?”
 
PIRSA ‘TE ÇIMA ÎFADEYA XWE GUHERT’ DA SEKINANDIN
 
Kişanak, her wiha pirsa “Hûn di îfadeya xwe ya beriya niha de giliyê me nekiribûn çima niha gilî dikin?” kir. Balkêş e ku gazînker Ozenlî yê beriya niha demildest bersiv dida pirsan, piştî vê pirsa hatiye kirin sekini. Li ser vê yekê dozger îtîrazî pirsê kir. Li ser vê yekê bi biryara dadgehê pirs hate redkirin. 
 
Herî dawî Kişanak pirsa “Ji ber nêrîna me ya siyasî ji hev cuda ye, bandor li gilîkirina we kir?” kir. Dozgeriyê ji nû ve îtîrazî vê pirsê kir. 
 
Dû re parêzer Mahsûnî Karaman jî mafê axaftinê girt û hin pirs ji Ozenlî kirin lê dozgeriyê îtîrazî pirsa Karaman jî kir. Pişt re Ayla Akat Ata axivî û têkildarî beyanên gazinker de nirxandin kirin. Dadgehê piştî nirxandina Ata, navber da danişînê. 
 
 
 
 

Sernavên din

09/06/2022
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN