Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike

  • jin
  • 16:55 7 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di danişîna betalkirina vekişîna Peymana Stenbolê de li ser navê HDP’ê parastin kir û wiha got: “Heta ku peyman bi rêk û pêk tê bicihanîn em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wijdana Tirkiyeyê wisa mohr bikin ku di pêşerojê de hemû kes weke dadgerên xwedî wijdan qala we bike.” 
 
Li ser biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Tirkiye di 20’ê adara 2021’an de xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Li dijî vê biryarê jî 200 doz hatibûn vekirin û danişîna koma duyemîn a dozan li Dadgeha Bilind dest pê kir. Şandeya Daîreya 10’emîn a Dadgeha Bilind li dozan dinihêre û danişîn li Eywana Konferansan a Dadgeha Bilind tên dîtin. 
 
Li gel Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, her wiha gelek parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) jî beşdarî danişînê bûn. Ji çar aliyên Tirkiyeyê bi sedan jin beşdarî danişînê bûn û eywan tije kiribûn. 
 
BULDAN LI SER NAVÊ HDP’Ê PARASTIN KIR 
 
Li ser navê HDP’ê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan parastin kir. Buldan got ku dê li ser navê hemû jinan biaxive û wiha got:
 
“Navê min Pervîn Buldan e. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê me û peywira min Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê ye. Ne tenê li ser navê jinên HDP’î lê li ser navê hemû jin û LGBTÎ+’yên li Tirkiyeyê dijîn li vê derê me. Lewma parastina ku ez dikim, li ser navê hemû jinan e. 
 
Tundiya li ser jinan, yek ji encamên pergala mêrê serdest e. Her wiha amûreke domandina vê pergalê ye. Hinek welatan bi saya polîtîkayên rasteqîn û yên çareseriyan pêş dixin, heta astekî karîn pêşî li ber tundiya ser jinan bigirin. Di encama têkoşîna rêxistin û saziyên jinan ên li welatê me, di sala 2011’an de Peymana Stenbolê hate îmzekirin û di sala 2014’an de kete meriyetê. Lê belê li ser biryara Serokkomar a di 21’ê adara 2021’an de, hate betalkirin. Armanca vê peymanê jî ew bû ku pêşî li ber tundiya ser jinan bigirin. 
 
DOZA OPUZ BI BÎR ANÎN 
 
Di esasê xwe de ya ku Tirkiye ber bi îmzekirina vê peymanê ve birî, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di sala 2002’yan de derheqê Nahîde Opuz de dayî bû. Dixwazim bi taybet jî balê bikişînim ser vê biryarê. Ji ber ku rê li ber geşedanên girîng vekir û ji ber hinek hûrgiliyên di biryarê de, biryareke gelek girîng e. DMME’yê di Doza Opuz de bi sedema ku mafê jiyanê yê Opuz neparastiye, mehkûm kir. Di dîrokê de cara ewil bû ku DMME’yê bi sedema ku jinek di tundiya nava malê de rastî cihêkariyê hatiye, dewletek mehkûm kir. DMME’yê cara ewil di vê mijarê de mehkûmiyetek da. Bi sedema ku Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên ku îmzekirine tevnagere, vê biryarê di asta Konseya Ewropayê (KE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) de rewşa Tirkiyeyê pir neyînî nîşan da. Her wiha vê rewşê kir ku Tirkiye ber bi amadekariyên qanûna ji bo pêşîlêgirtina tundiya nava malê ya di sala 2012’an de ketiye meriyetê ve bir. 
 
SERKEFTINA TÊKOŞÎNA JINAN 
 
Peymana Stenbolê, encama têkoşîna dûvdirêj a jinan e û rêyên têkoşîna li dijî tundiya mêran gav bi gav ava kir. Her çend ku desthiltdariya AKP’ê dema ku di sala 2011’an de ev peyman hatiye îmzekirin weke destkeftiyeke xwe nîşan dabe jî, di esasê xwe de serkeftina têkoşîna jinan e ku ev têkoşîna ji dîroka damezirandina komarê jî kevintir e. Ev peyman, di serî de rêxistinên jinan, di dîrokê de weke serkeftina têkoşîna kesên bi salan li dijî tundiya zilaman têkoşiyan hate nivîsandin. 
 
NEXŞERÊYEKE NÛWAZE YE
 
Peymana Stenbolê, ji bo pêşîlêgirtina her cureyên tundiyê yên li dijî jinan, destpêkirina teqîbatên derheqê kesên tundiyê li jinan dikin, darizandin û cezakirina wan bi baldarî hatiye amadekirin. Anku ev peyman, ji bo bidawîkirina tundiya zilaman a li ser jinan, nexşerêyeke nûwaze ye. Di serdemeke ku tundiya li ser jinan herî dijwar de hate îmzekirin. Armanca wê, parastina mafên jiyan, îstîhdam û vehewînê yê jinan, zarokan û LGBTİ+’yan bû. Gav bi gav vedibêje bê ka li dijî tundiyê dê têkoşîn çawa bi rêk û pêk bê dayîn. Balê dikişîne ser aliyên aborî û derûniyê yên tundiyê. Ji bo ku were fêmkirin ku tundiya li ser jinan a hem li qada cemaweriyê û hem jî li qadên taybet binpêkirineke maf e, balê dikişîne ser. Li gel tundiya fîzîkî û zayendî, her wiha hemû cureyên çalakî, zext û tundiyê yên êş pê didin kişandin jî weke sûc tên hesibandin. 
 
BERPIRSYARTIYÊN WÊ YÊN DEWLETÊ NE 
 
Her wiha cara ewile e ku peymaneke navneteweyî pênaseya zayenda civakî dike û bi taybet jî destnîşan dike ku aliyê ku dixwaze li dijî tundiyê têbikoşe, nikare xwe li pişt paravana zayenda civakî ya dewletê veşêre. Berpirsyartiyên ku peymanê bi xwe re anîne ewqas girîng in ku; heta di dema rewşên pevçûnên çekdarî de jî derbasdar in û dewletên ku aliyê peymanê divê van berpirsyartiyan mîsoger bikin. Berpirsyartiyên peymanê ji ewil li stûyê peywirdarên dewletê ne. Lewma jî kesên li ser navê dewletê hatine peywirdarkirin, neçarin ku van berpirsyartiyan pêk bînin. 
 
Peyman, li endamên peymanê ferz dike ku li dijî her cureyên tundiyê û cihêkariyê divê ‘qanûn û tevdîrên din’ bigirin. Her wiha tê xwestin ku çalakiyên rê li ber bihêzbûna jinan vedikin bêhtir bên kirin. Bi peymanê re, li endamên peymanê ferz dike ku di mijarên qanûnên bingehîn ên neteweyan û di muwzûatên din de rêgeza wekheviya jin û mêran esas bê girtin, cihêkariya li dijî jinan bê qedexekirin û qanûnên li dijî jinan jî ji qanûnan bingehîn bên derxistin. 
 
KOMKUJIYA FATMA ALTINMAKAS 
 
Her wiha yek ji qeydên peymanê ew e ku kesek li gorî ol, ziman, nîjad û cudahiyên xwe yên din neyên mexdûrkirin. Mixabin ku me di Doza Fatma Altinmakas de girîngiya vê xalê bêhtir fêm kir. Fatma, ji hêla mêrê ku pê re zewicî ve hate qetilkirin û ji ber ku bi zimanê tirkî nedizanî, nekarî li qereqola cendirmeyan xwe îfade bike. Li Tirkiyeyê bi milyonan jin hene ku bi tirkî nizanin. Bi taybet jî nîjadperestiya ku di van demên dawî de bi taybet jî li saziyên cemaweriyê û di nava civakê de tê pêşxistin, dibe sedema mirina jinên ku bi tirkî nizanin. Di demeke ku ewqas koçberî ber bi welat ve heye û bandora şer a li ser jinan dinihêre, dibîne ku berpirsyartiya ku Peymana Stenbolê li dewletê bar dike, berpirsyartiyeke jiyanî ye. 
 
TESPÎTA GREVIO YA JI BO TIRKIYEYÊ
 
Peymana Stenbolê li hemû dewletên endamên peymanê ferz dike ku ji bo jinên rastî tundiyê hatine bûdçeyek were veqetandin ku bikarin li cihekî bimînin, jiyana xwe bidomînin û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Lê belê xizantiya jinan a li Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe û tê xwestin ku mafê nefeqeyê yê jinan jî xesp bikin. Her çend ku Peymana Stenbolê hatibe îmzekirin jî, tu carî bi rêk û nehatiye pêkanîn. Peywira GREVÎO ew e ku bişopîne bê ka kîjan dewletên endamên peymanê li gorî wê tevnegeriya ne. GREVÎO’yê di rapora xwe de bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî berpirsyartiyên peymanê tevbigere. GREVÎO, da zanîn ku xebatên Tirkiyeyê yên di vê mijarê de pir qels in û kêm in. 
 
ZÊDETIRÎ 3 HEZAR JIN HATIN QETILKIRIN
 
Bîlakîs encamên vê yên girand di nava salên pêş de hîn girantir bûn. Ji sala 2011’an heta niha zêdetirî 3 hezar jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Li gel vê yekê; kesên jin qetil kirîn an jî hewl dan bikujin, ger gotin di cih de be ji deriyê edliyeyê ketin hundir û ji deriyên din derketin. Ji van kesan hinekan jê di vê demê de hewldana xwe temamkirin û ew jin an jî jineke din qetil kirin. 
 
HEKE YA KU RASTÎ TUNDIYÊ TÊ JIN BE...
 
Ji ber ku bi rêk û pêk li gorî peymanê tevnegeriyan, polîtîkaya necezakirinê ya di sûcên li dijî jin, zarok, LGBTÎ+, jinên kurd û jinên penaber hêj bêhtir xurt kir. Bi taybet jî di sûcên li dijî jinên kurd tên kirin de heke sûcdar kesekî di saziyên desthilatdariyê de dixebite yan jî peywirdarê cemaweriyê be, li gorî polîtîkaya necezakirinê nêz bûn. Derheqê faîlan de pêvajoya hiqûqî pêk ne anîn û ev faîlên bi nasnameya fermî, ji hêla desthilatdariyê ve hatin parastin. 
 
ZAROKÊN HATIN QETILKIRIN
 
Her wiha îstîsmarkirina zarokan, yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye ku bi sala ye tu çareserî jê re nehatin dîtin. Li gel ku di qadên cemawerî û taybet de îstîsmarên li dijî zarokan bi hêsanî derketin holê jî, weke ku di mînakên Weqfa Ensarê û Rabîa Naz de jî derketiye holê, ev bûyerên îstîsmarê bi taybet jî ji hêla desthilatdariyê ve hatin nixûmandin. Ji bo ku pêşî li ber her cureyeke îstîsmarê ya li dijî zarokan bê girtin, divê teqez li gorî biryarên Peymana Stenbolê bê tevgerîn. 
 
DIVÊ PÊNASEYA CÎNAYETA JINAN BÊ KIRIN
 
Tundiya li dijî jin û zarokan û polîtîkaya necezakirinê li Tirkiyeyê di asteke wiha de ye. Di rewşeke wiha de divê di qanûnan de raste rast bê diyarkirin ku cînayetên jinan bi sedema cihêkariyê tên kirin. Li şûna ku bi têgeha ‘Kuştina mirovî’ mûnferît bikin, divê ev pirsirêk weke cînayeta jinan bê dîtin û çareseriyek jê re bê dîtin. Lê belê li şûna ku hêj bêhtir bê xurtkirin, em îro nîqaşa betalkirinê dikin. Ji bo vî welatî ev yek rûreşiyek e. 
 
Beşa betalkirina Peymana Stenbolê gav bi gav hatiye pêşxistin. Ji ewil ji hêla medyaya alîgir ve weke ‘qebehet’ hatiye nîşandan û kiriye hedefa dijminên jinan. Her wiha ji bo betalkirina peymanê, rayedarên desthilatdariyê beriya rakirinê û piştre bi daxuyaniyên xwe weke hedef nîşan dan. 
 
‘YEKZILAMÎ’ RAYE DA XWE
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan, bi saya rayeya ku di nîvşevekê de daye xwe, Biryarnameyeke Serokkomariyê weşand û ragihand ku Peymana Stenbolê betal kiriye. Di serî de biryarnameyeke ku rayeyê dide xwe weşand û pişre jî li gorî vê biryarnameyê ev yek kir. Yekzilamî raye da yekzilamî û li ser navê yekzilamî biryarname derxist. Ev yek ewqas hêsan e. 
 
EV HUKM NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Lê belê Peymana Stenbolê ku metneke Qanûna Bingehîn a jinan e, ne xwedî statûyeke wisa ye ku yekzilam bikare li gorî keyfa xwe betal bike. Peymana Stenbolê, li gorî xala 90’emîn a Qanûna Bingehîn, di 24’ê mijdara 2011’an de li gorî mewzûatê pêşkeşî Meclisê hatiye kirin û li gorî Qanûna Hejmar 6251 ve ji hêla Meclisê ve ketiye meriyetê û peymaneke navneteweyî ye. Li hêla din, Peymana Stenbolê di mijara têkoşîna li dijî tundiyê de peymaneke mafên mirovan e. Li gorî Xala 104’emîn a Qanûna Bingehîn, ‘nabe ku derheqê mafên bingehîn û mafên şexsî de Biryarnemeyên Serokkomariyê bên derxistin.’ Lewma jî ev mijara betalkirinê ya li ser Biryara Serokkomariyê hatiye kirin, di asta ‘xespkirina fonksiyonê ye’ û nayê qebûlkirin. 
 
YA ESASÎ DESTHILATDARÎ NÎNE
 
Pergala hiqûqê jî, meqamên darazê jî di vê mijarê de berpirsyar in ku li gorî egerên hiqûqê tevbigerin. Ya girîng fermana desthilatdariyê nîne lê ya girîng hukmên hiqûqî ne. Lewma jî divê tişta pêwîst bê kirin, Peymana Stenbolê di zûtirin demê de bikeve meriyetê û em dixwazin ku bi awayekî bi rêk û pêk pê were kirin. Ji ber ku ji roja Peymana Stenbolê hatiye betalkirin heta niha, tundî û sûcên li dijî jinan tên kirin gelek zêdetir bûne. Bi biryara betalkirinê re ne tenê hiqûq hatiye binpêkirin lê rê li ber gelek sûcan jî hatiye vekirin. 
 
Li şûna ku bi awayekî rêk û pêk bi Peymana Stenbolê bikin, li şûna ku pêşî li ber cînayetên jinan bigirin, em bi desthilatdariyeke yekperest a ku li dijî têkoşîna jinan û muxalefeta jinan şer daye destpêkirin re rû bi rû ne. Girtîgeh, bi hevalên me yên jin ên têkoşîna siyaseta demokratîk didin re hatine tijekirin, zext û îşkence lê hatine kirin û hatin sirgûnkirin. Polîsan li pêş çavê hemû cîhanê gefa kuştinê li parlamentera me ya jin xwar. Pergala me ya hevserokatiyê ku nûnertiya wekhev esas digire, weke sûcek hate ragihandin. 
 
DOZA KOBANÊ 
 
Ev polîtîkayên ku di serî de li dijî jinên kurd û jinên HDP’î, yên ku ji ber siyaset û muxalîfbûna xwe rastî tundiya mêr-dewletê tên, tên darizandin, tên cezakirin û li dijî hemû jinan tê meşandin, li gel ku li dijî binpêkirina mafên mirovan û jinan e, her wiha li dijî Peymana Stenbolê ye jî û sûc e. Di Doza Kompasê ya Kobanê de, di Doza Geziyê de, di dozên ji ber meşên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de gelek jin tên darizandin û cezayên giran lê tên birîn. Komeleyên ku li dijî tundiya ser jinan têdikoşîn yan rastî zextên giran tên an jî bi van dozan tên bêzarkirin. 
 
JIN JI BER TÊKOŞÎNA XWE TÊN DARIZANDIN
 
Jin, ji ber ku sînorên zîhniyeta mêr a yekperest qebûl nakin û naxwazin di nava wan sînoran de bijîn, tên darizandin. Jin, ber ku dibêjin ‘Em naxwazin bimrin’, ‘Em naxwazin di bin tundî û zextê de bijîn’ û ‘Em dixwazin azad û wekhev bijîn’ tên darizandin. Ji ber ku xwedî li xweza, av û qadên jiyanê derdikevin lewma tên darizandin. Jin, ji ber ku têkoşîna herî pîroz anku têkoşîna aştiyê didin lewma tên darizandin. Ji ber ku civakeke azadîxwaz û demokratîk diparêzin lewma tên darizandin. Ji ber serî li ber faşîzmê natewînin lewma tên darizandin. Ji ber têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm, yekperestî, nîjadperestî û neftetê tên darizandin. 
 
EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN 
 
Anku jin, ji ber ku dixwazin Peymana Stenbolê bi têkoşîna xwe bi awayekî şênber têxin meriyetê tên darizandin. Lewma jî weke her carê em dibêjin, em ne daraza mêr lê daraza rast dixwazin. Ne hiqûqa serdestan lê hiqûqa mafdaran dixwazin. Em ne pergala darazê ya serdestiya zilaman diparêze lê ya ku wekheviyê diparêze dixwazin. Divê wekhevîtî esas bê girtin ku edalet pêk were. Bi vê sedemê ye ku heta îro me ji bo edalet, wekhevî û jiyanê li her deverê û li her platformê Peymana Stenbolê bi israr parast û dê biparêzin jî. 
 
HÛN DÊ BIRYAREKE DÎROKÎ BIDIN 
 
Em ê Peymana Stenbolê heta dawiyê biparêzin û heta ku bi rêk û pêk bi wê tê kirin jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Tu kes nikare pêşî li ber têkoşîna me ya hevpar bigire û bide sekinandin. Hûn dibe ku îro biryareke dîrokî jî bidin. Bi biryara xwe ve îmzeyeke wisa biavêjin wijdana Tirkiyeyê ku di pêşerojê de hemû kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike. Li ser navê bi milyonan jinên li Tirkiyeyê, daxwaza min ji we ew e ku hûn destê xwe deynin ser wijdana xwe û wisa tevbigerin.” 
 
Di dema axaftina Buldan de jinên li eywanê gelek caran çepik lê dan. 
 
Piştî axaftina Pervîn Buldan, li ser navê HDP’ê parêzer Sîpan Cîzrelî mafê axaftinê girt. 
 

Sernavên din

09/06/2022
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN