Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn

  • rojane
  • 17:02 8 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Rojnameger Hafiz Akdemîr di 30’êmîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn. Di çalakiya bîranînê de li ser navê malbatê Veysî Polat axivî û wiha got: “We çima kujerê ku cezayê muebbetê lê hatibû birîn 9 sal piştre berda? Em ji kujer û yên fermana wê dayîn wan re dibêjin ku heke ev hesab ji roja qiyametê re jî mabe dê ji we bê pirsîn.” 
 
Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr di 8’ê hezîrana sala 1992’yan de li Amedê hatibû qetilkirin. Di 30’emîn salvegera qetilkirina rojnameger Akdemîr de Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi tevlibûna gelek rojnamegeran li Kolana Hafiz Akdemîr a li Cehdeya Melîk Ahmed ku lê hatibû qetilkirin, merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de endamên malbata Akdemîr, hevalên wî yên xebatê, rojnameger û rêveberên Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED DER) û rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amade bûn. 
 
Di bîranînê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu daxuyanî xwend. Muftuoglu, ji ewil got ku wisa plan kiribûn ku hevserokê wan Serdar Altan daxuyaniyê bixwîne lê belê hatiye binçavkirin. Bi domdarî Muftuoglu wiha got: “Rojnameya Ozgur Gundemê ji ber ku rastiya bûyerên li herêmê radigihand, dibû hedefa êrişan. Di salên 90’î de li vî welatî gund dihatin şewitandin û bi kiryarên nediyar re mirov dihatin kuştin. Rojnameya Ozgur Gundemê jî ew bûyer radigihandin lewma dibû hedefa JÎTEM’ê. 30 jê nûçegihan bi giştî 76 xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê hatin qetilkirin.” 
 
‘HEDEF HAT GIRTIN’
 
Di berdewamê de jî Muftuoglu da zanîn ku yek ji wan rojnamegerên hatine qetilkirin jî Hafiz Akdemîr bû û wiha domand: “Dema hatiye qetilkirin, 27 salî bû. Di Rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi rojnamegeriyê kir. Piştî girtina Yenî Ulkeyê jî li buroya Rojnameya Ozgur Gundemê ya Amedê dest bi xebatê kir. Akdemîr, nûçeyên greva birçîbûne ya li avahiya Partiya Kedê ya Gel (HEP), berxwerdana karkerên tekelê û kesen ku gundên wan hatine şewitandin çêkirin. Piştî ku derheqê Hîzbûllah û kontrgerîlayan de dest bi çêkirina nûçeyan kir, hedef hate nîşandan. Di sersibehê de hin kesên nayê zanîn bê ka kî ne, nivîsa ‘Em ê pênûsa we bişikînin, dora we ye’ bi deriyê buroyê ve kiribûn.” 
 
‘KUJER SERBEST BERDAN’
 
Bi domdarî Muftuoglu daxuyand ku piştî wê nîşeyê, Akdemîr di 8’ê hezîrana sala 1992’yan de li kolana ku navê wî lê hatiye kirin hate qetilkirin û wiha pê de çû: “Piştî qetilkirina Akdemîr, lêpirsîn hate destpêkirin. Lê belê di 8 salan de tu pêşketin çênebûn. Dewletê di salên 90’î de berpirsyarê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglu bi kar anî. Piştî ku di 17’ê çileyê de li vîlayeke Beykoz a Stenbolê hat kuştin, li Amedê doza Hîzbûllahê vebû. Di wê dozê de 188 kujer ku kujerê Hafiz Akdemîr jî di nav de bû, hatin darizandin. Diyar bû ku kujerê wî Cîhan Yildiz ê nasnavê ‘Huseyîn’ bi kar di anî ye. Yildiz, bi cezayê muebbetê hate darizandin lê belê AYM’ê biryara binpêkirinê da û piştî 9 salan hate berdan. Tê gotin ku Yildiz reviyaye kampa Hîzbûllahê.”
 
‘HAFIZ AKDEMÎR NEMIR E’
 
Piştre jî li ser navê malbata Akdemîr, Veysî Polat axivî. Polat, diyar kir ku di 30’emîn salvegera qetilkirina Akdemîr de rojnameger hatine binçavkirin û wiha axivî: “Yên ku Akdemîr qetil kirin, ne dizanîn ku ew bibe nemir. Digotin ku qey dê qetil bikin û biqedînin. Lê xwe xapandin. Ev 30 sal in em li vê kolanê wî bi bîr tînin. Navê wî li vê kolanê hatiye kirin û wêneyên wî di malan de hene. Kesên tên vî bajarî navê wî dibînin û hay jê dibin ku dema karê rojnamegeriyê dikir hatiye qetilkirin. Şahidê bûyerê tenê ez bûm lê şahidiya min qebûl nekirin. Lê dadgehê biryareke adilane neda. Em ji vir dipirsin, gelo we çima kujerê ku înterpol jî lê digere berda? We çima kujerê bi cezayê muebbeta giran dihat darizandin 9 sal piştre berda? Em ji kujer û yên ferman dayîn wir re dibêjin ku heke ev hesab ji qiyametê re jî bimîne em ê wê hesabê ji we bipirsin.” 
 

Sernavên din

09/06/2022
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN