775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

  • rojane
  • 16:14 10 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - 775 parêzeran li dijî qedexeya parêzeran a hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re bi daxwaza hevdîtinê di navbera 10 û 17'ê Hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), tekildarî qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi Rêbere PKK Abdûllah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tipa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliye ragirtîne li otelekê daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Hevserokê Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Şaxên OHD'ê yên Riha, Amed, Wan, Mêrsîn, Colemêrg, Êlih û Mêrdîn tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Daxuyanî rêvebera OHD'ê Ekin Yeter xwend. Yeter, diyar kir ku Rêberê PKK Abdûllah Ocalan re ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve ji Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re jî ji sala 2015’an ve tu agahî naye standin û wiha got: “Piştî 25'ê Adara 2021'an bi tu awayî ji Îmraliyê agahî nayên girtin. 15 meh in  hemû mafên wan ên bingehîn tên binpêkirin, ev jî îşkence ye. Divê mafê hiqûqê pêk were û hevdîtin çêbin û ev tecrîd jî bi dawî bibe. Li ser vê yekê serokê baroyan û nûneren sazîyan jî di nav de 775 parêzeran ji bo hevdîtinê di navbera 10'ê û 17'ê Hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsaye dan.”
 
‘DIJÎ HIQÛQÊ YE’
 
Pişt re Hevserokê Giştî yê OHD'ê parêzer Bunyamin Şeker axivî. Şeker, anî ziman ku bi hincetên cûda cûda hevdîtina parêzeran li Îmraliye tê qedexekirin û ev tişt gotin: “Demeke dirêje hevdîtin qedexe ne. Di sala 2019’an de piştî gireva birçîbûne, 5 caran hevdîtin çebûn. Ya herî dawî di Adara 2021’an de bi telefonê hevdîtin çebûbû. 2 sal in ji Girtîgeha Îmraliye tu agahî nayên. Tecrîd, dijî hiqûqa nawneteweyî ye. Di xala 59'an a qanûna dewlete de dibejê ku heke di hevdîtina parêzer de tiştekî ku ji aliye rêxistinê derkeve der, wê demê derheqê wî parêzerî de qedexekirin dibe lê qedexekirina giştî dijî qanûn e. Dadgeha Înfazê ya Bursayê vê xalê pêk nayîne. Saleke ku em wek parêzer, rêxistinên sivîl li ser vê bê hiqûqiyê xebatên xwe dimeşînin. Me serî li CPT'iyê da lê hê tiştek derneketiye holê ev pevajo jî didome.”
 
‘775 PARÊZERAN SERLEDAN KIRIN’
 
Şeker, bi bîr xist ku di 8’ê Adarê 2022’an de ji bo hevdîtine serî li Wezareta Dadê dabûn û got: “Lê heta niha ne erenî ne jî neyînî tu bersivek ji me re nehatiye. Di meha Nîsane de jî bi pêşengtiya OHD'ê, gelek rêxistin û saziyên sivîl serledan kirin. Niha jî 775 parêzeran ji bo hevdîtine serledan kir.  Li Ewropayê jî gelek saziyan piştgirî dan me û serledan kirin, lê Wezareta Edaletê bê hiqûqiye berdewam dike. Em banga xwe nû dikin, bila astengiyên li hemberî hevdîtinê bê rakirin. Birêz Abdûllah Ocalan û 3 girtîyên din bila bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bikin.”
 
‘JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’
 
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku qedexekirina hevdîtinê dijî hiqûqê ye û wiha got: “Em piştgiriye didin serledanên 775 parêzeran. Em wek sazî dibêjin ku tecrîd nayê qebûl kirin. Banga me ew e ku bila parêzer û malbat hevdîtinê bikin. Divê edî qedexekirina keyfî bê rakirin. Kesekî ku nikaribe bi parêzere xwe re hevdîtin bike çawa dibe ku cezayê hevdîtinê lê tê birin. Em hevî dikin ku Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê serledanan qebûl bike û gavekê biavêje. Ji bo çareseriya pirsgireka kurd divê tecrîd bê rakirin.”
 
‘MAFÊ HERKESÎ YA HEVDÎTINE HEYE’
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî di destpêka axaftina xwe de binçavkirinên rojnamegêran şermezar kir. Eren, derbare tecrîdê de jî dazanîn ku di 24'ê Mijdarê de ji bo hevdîtine serledan kirine û wiha axivî: “Me jî di 26'ê Mijdarê de serî li Wezareta Dadê da û xwest ku parêzer û malbat hevdîtinê bikin. Lê ji her dû serledanan re jî bersiv nedan. Tiştê em dixwazin mafê me yê hiqûqî ye. Mafê her girtî heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Em wek Baroya Amedê ji bo hevdîtine li cem malbatan e.”
 
‘BANGA ÇALAKIYA GEMLÎKÊ’
 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran jî tekildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Serlêdana 775 parêzeran girîng e. Qasî ku aliye tecrîdê yê hiqûqî heye ewqas yê civakî jî heye. Dema bi Ocalan re hevdîtin çedibin, em dibinin ku rewşek çawa derdikeve holê. Ji ber wê jî serlêdanên 775 parêzeran girîng e. Di 12'ê Hezîranê de jî dê çalakiya Meşa Gemlîke bê li darxistin.  Divê hemû civak xwedî li çalakiyê derkevin. Aştî û azadî bi xwe nayê ser vê axê, divê ji bo ku were em kêd û tekoşîne bidin. Divê herkes ji milê mirovahiye ve li tecrîdê binêre. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelek pirsgirek, bi dawî bûna tecrîdê çareser bibin.”
 

Sernavên din

14/06/2022
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin
09:07 Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e
09:06 Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye
09:05 Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin
09:04 Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin
09:01 Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da!
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan