Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin

  • rojane
  • 09:01 11 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk diyar kir ku tecrîda civakî di şexsê Ocalan de bûye sembol û wiha got: "Em ê bi vê meşê ji bo pêşeroja gelan bitêkoşin." 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber didome. Her wiha zêdetirî saleke jî tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Ji ber vê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîda ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixin.
 
Cîgira Heverokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk anî ziman ku dê bi vê meşê feraseta tecrîdê bişikînin. Çûbûk bilêv kir ku meş ji bo demokrasiyê ye û bang kir ku her kes tevlî meşê bibe. 
 
'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ REJÎMÊ'
 
Çûbûk diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îro ro li tevahiya girtîgehan belav bûye û wiha got: "Em di demeke ku her kes tê girtin de ne. AKP û MHP bi awayekî topyekûn êrişê dibe ser hemû muxalifan. Em ê ji bo Ocalan û hemû kesên tên tecrîdkirin têbikoşîn." 
 
Bi domdarî Çûbûk anî ziman ku ew mecbûr in vê tecrîda ku faşîzma AKP û MHP'ê li her derî belav kiriye red bikin û wiha domand: "Ev desthilat nikare şoreşger û demokratan têk bibe, sedema vê jî tevgera azadiya kurd û gelê birêxistinkirî ye. Ev ji bo me girîng e. Kes nikare ji bo qismek tecrîdê guftûgoyê bike. Ev li tu derî jî ne wisa ye. Li Afrîkaya Başûr têkoşîna li dijî rejîma Apartheîdê bêyî têkoşîna li dijî tecrîdê pêk nehat. Ev hemû girêdayî hev in. Lewma meşa me ya li dijî dagirkeriyê û ji bo pêşerojê ye."
 
'DIVÊ DÎWAR BÊ DERIZANDIN'
 
Di berdewamê de Çûbûk destnîşan kir ku gava pêwendî bi Ocalan re nayê danîn zext û tahdeya li ser civakê zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke em mînak bidin, di navbera 2013-2015'an de di dema 'pêvajoya çareseriyê' de tecrîd bi awayekî hatibû sistkirin, lê niha konsepta şer konseptek giran e û konsepteke qirkirinê û 'çokşikandinê' di dewrê de ye. Di demeke wisa de bi tu awayî kes nikare biçe Îmraliyê. Ger dilê me û çareseriyekê û jiyanê hebe, dilê me û aştiyê hebe û ger em dixwazin em li dijî enflasyonê bitêkoşin û ji bo mafên jinan bitêkoşin divê em dîwarê vê pergalê biderizînin. Lewma em ber bi vî navê bûye sembol ve dimeşin." 
 
Çûbûk bilêv kir ku desthilat tecrîda li ser Ocalan rewa dike û pergaleke ku Ocalan naaxive çêkiriye û wiha pê de çû: "Di salên dawî de ev denklem pir tevlihev bû. Feraseteke ku tecrîd rewa ye lê behskirina Ocalan ne rewa ye berbelav bûye. Lewma divê em li dijî vê tevbigerin. Em tim dibêjin a me diyar dike ne sînorên pergalê, rewabûna me ye." 
 
'JI BO PÊŞEROJA GELAN'
 
Çûbûk diyar kir ku bi milyonan kurd azadiya Ocalan wekî azadiya xwe dibînin û piştgiriya vê helwesta gel a li dijî tecrîdê dikin. Çûbûk destnîşan kir ku ev çalakiya li dijî tecrîdê çalakiyeke derengmayî ye û got dê bi awayekî navendî tev li vê meşê bibin. Çûbûk di dawiyê de ev bang kir: "Ji bo aştiyê, demokrasiyê û berdana girtiyên siyasî em dixwazin her kes tevlî vê meşê bibe. Em ê bi vê meşê ji bo pêşeroja gelan bitêkoşin."

Sernavên din

14/06/2022
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin
09:07 Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e
09:06 Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye
09:05 Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin
09:04 Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin
09:01 Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da!
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin