Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin

  • rojane
  • 16:32 11 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE – Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a HDP’ê di sempozyuma “Têgihiştina Zarokan û di polîtîkayên zarokan de lêgerînên nû” de wiha gotin: “Soza me ya ji bo hemû zarokan ew e ku em ê jiyaneke biewle bi hev re ava bikin.” 
 
Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Turkmen û parlamenter Huseyîn Kaçmaz di sempozyuma bi mijara “Têgihiştina Zarokan û di polîtîkayên zarokan de lêgerînên nû” de axivîn. Ji ewil Nûray Turkmen axivî û da zanîn ku HDP ev demekî dirêj e di qada zarokan de xebatan dimeşîne. Turkmen, bi domdarî anî ziman ku komîsyona wan hêj nû ye lê belê ji bo xebateke sîstematîk bimeşîne û ji bo pirsîna “gelo rêyeke 3’yemîn pêkan e yan na” hatiye avakirin. 
 
Turkmen, da zanîn ku ji bo zarokan du nêzikatiyên sereke hene û wiha got: “Yek ji wan nêzikatiya kevneşop e ku zarok weke berdewamiya malbatê, debara malbatê û parçeyeke wê dibîne ye. Di vê nêzikatiyê de zarok bi tu awayî weke kirdeyeke civakê nayê dîtin. Nêzikatiya jî nêzikatiya mofernîst e. Di vê nêzikatiyê de jî pêşeroj li ser wan tê avakirin û peywira ‘pir taybet’ li wan tê barkirin. Weke projeyan dibînin. Em qala zarokekî ku ji hêla civakî û polîtîk ve hatiye avakirin, dikin. Em jî dipirsin bê ka gelo dikarin rêyeke 3’yemîn bibînin an na. Weke di her qadê de, di qada zarokan de jî HDP li rêya 3’yemîn digere.” 
 
‘EM ZAROKAN WEKE KIRDEYA CIVAKÊ DIBÎNIN’
 
Bi domdarî Turkmen anî ziman ku îdiaya rêya 3’yemîn a di qada zarokan de, di heman demê de îdiaya dinya û jiyaneke nû ye û wiha pê de çû: “Di vê rêyê de zarok weke kirdeyên civakê tên dîtin. Yek ji armanca vê sempozyumê ew e ku li pey şopa rêya 3’yemîn anku avakirina jiyaneke azad û wekhev bikevin. Heta ku hewldaneke wiha çênebe, dê bîrdoziya cihêkariyê li vê erdnîgariyê û li seranserî cîhanê tune nebin.” 
 
‘PROJEYA TIRKKIRINÊ 
 
Di sempozyûmê de Huseyîn Kaçmaz jî destnîşan kir ku feraseta li dijî zarokan a li Tirkiyeyê bingeha xwe ji yekperestiyê digire û ev tişt anî ziman: “Lewma cudatiyên wê tên paşguhkirin. Herî zêde zarok ji vê rejîma yekperest bibandor dibin. Bi milyonan zarokên ne misilman, ne sunî û ne tirk, rastî tundiya pişaftinê tên. Ji dersên pişaftin û tirkkirinê re derbas dibin û weke projeya pêşerojê tên dîtin. Ji bo ku hemwelatiyên li gorî dilê xwe amade bikin, di serî de dibistan, her qadên jiyanê weke febrîqeyan tên bikaranîn. Bi vê yekê re jî beden, awayê fêmkirinê û jiyana zarokan ji formasyonekê derdikevin. Di pêşeroja komarê de weke amûrek hatine gihandin.” 
 
‘EM Ê PÊŞEROJÊ BI HEV RE AVA BIKIN’
 
Kaçmaz herî dawî wiha got: “Ji ber polîtîkayên dijminane yên li dijî zarokan û yên cihêkariyê, zarokên kurd her roj dema dilîzin, dema sewalên xwe diçêrînin an jî dema dilîzin bi güle û bombeyan tên kuştin. Li gel ewqas tundiya ku li zarokên kurd tê kirin jî, kiryarên wan bi zirxê necezakirinê tên parastin. Her wiha zarokên penaber jî niha di hedefa cihêkarî, gotinên dijminatiyê û îstîsmarê de ne. Zarokên astengdar, zarokên karker û zarokên di girtîgehan de jî rastî tundî û neheqiyê tên. Ji bo ku heqîqetên biêş asayî neyên dîtin, bûyerên tundî û îstîstmarê yên li dijî zarokan jirêzê neyên dîtin… weke HDP’ê ya ku ji destê me tê em ê bikin. Soza me ya bo hemû zarokan ew e ku em ê bi hev re pêşerojeke biewle û azad ava bikin.” 
 
Piştî axaftinên destpêkê, sempozyum bi axaftinên cuda berdewam kir. 
 

Sernavên din

14/06/2022
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin
09:07 Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e
09:06 Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye
09:05 Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin
09:04 Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin
09:01 Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da!
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin