Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye

  • rojane
  • 09:06 12 Hezîran 2022
  • |

AMED - Hat diyarkirin ku Rozerîn Yildiz a notirvan Ozcan Yildiz bi çekê ew bi giranî birîndar kiriye, du caran serî li polîsan daye lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin. 

 
 
 
Li navçeya Hênê ya Amedê notirvan Ozcan Yildiz di 9'ê Hezîranê de Rozerîn Yildiz a pê re zewicandî bi çekê bi giranî birîndar kir. Rozerîn Yildiz ku niha li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê tê dermankirin, birînda wê xedar e. Şukran Atli, dayika Rozerîn Yildiz biulêv kir ku notirvan Yildiz bi çeka dewletê bera keça wê daye û got, keça wê ji ber tahdeyê du caran serî li polîsan daye û carekê jî çûye straghea jinan, lê cardin mecbûr maye vegere malê. 
 
Dayik Şukran Atli destnîşan kir ku êrişkar Ozcan Yildiz piştî ku bûye notirvan tahdeya li Rozerînê dikir zêdetir kiriye û got: "Pir li keça min dixist. Serê wêd işikand. Têkildarî vê wêne jî bi min re hene. Lê keça min ji bo zarokên xwe deyax dikir. Tew carinan gava dihat mala me, me nedixwets biçe lê çeka zilam hebû. Dihat wê bi zorê dibir." 
'DU CARAN SERÎ LI POLÎSAN DA'
 
Atli ragihand ku keça wê Rozerîn ji ber vê tahdeyê du caran serî li polîsan daye û got: "Carekê çû stargehê. Lê êecbûr ma vegere." dedi. 
 
‘DEWLET DEWLET BÛNA DÊ NEHIŞTANA'
 
Atli destnîşan kir ku kiryar piştî ku bûye notirvan xirabtir bûye û got: "Bû notirvan, xirab bû. Kengî bû notirvan û rahişt çekê dîn bû. Radibin çekan didin destê kesên şîzofren. Dihat wê bi zorê dibir, gef dixwarin. Keça min jî ji bo tiştek neyê serê malbata wê diçû. Kesî li ber vê tahdeya li keça min hat kirin tiştek nekir. Her kesî dizanibû, lê kesî deng ji xwe nedianî. Ez dixwazim bê darvekirin, cezayê herî giran lê bê birîn. Ger cezayên giran li zilamên ku jinan dikujin bihatana birîn dê ev qas jin nemirana. Dixwazim cezayê muebedê lê bê birîn. Kezeba min şewitî, bila ya wî jî bişewite. Ger dewlet dewlet bûna dê ev mesele hel bikirana. Her roj jin tên kuştin. Ma ev heq e?" 
 
'DEWLETÊ TEVDÎR NEGIRT'
 
Kadrî Atli, kalê Yildizê jî bilêv kir ku beêr jî neviya wê bi tahdeyê re rû bi rû maye û ji ber vê gelek caran serlêdan kiriye. Atli got: "Haya dewletê ji van tiştan heye. Çeka wî jê stendin. Lê dewletê tevdîr negirt. Vê yekê bi çeka dewletê kir. Dewlet çawa dihêle tiştek wisa bibe. Ma qey jin ne mirov in? Diviyabû dewlet ew biparastana. Haya dozger, qeymeqam hemûyan jê heye, lê ew berdane. Neviya min dixwest dest ji wî berde. Lê zilam di bin navê 'namûs'ê de ev titş qebûl nedikir." 
 
‘BILA CEZAYÊ MUEBEDÊ LÊ BÊ BIRÎN'
 
 Atli da zanîn ku rewşa neviya wê nebaş e û got: "Niha rewşa wê qet nebaş e. Dewlet divê xwedî li mazlûman û jinan derkeve. Û div li kesên ku vî tiştî dikin jî cezayê muebedê bibire. Em dixwazin cezayê muebedê lê bê birîn." 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

14/06/2022
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin