NAVENDA NÛÇEYAN - Wezereta Parastinê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrişa wan a li dijî Herêma Kurdistanê de 4 leşker hatine kuştin.
Wezereta Parastinê, derbarê êrişa Arêşa Tirk a li dijî Herêma Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku di êrişê de 4 leşker hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya wezaretê navê leşkerên bipere ku hatine kuştin wiha ne; leşkerê piyade Fûat Ozer, çawişê pispor Gokhan Demîr , çawişê pispor Omer Yildirim, serdeste Mehmet Alî Çap.
Hat diyarkirin ku 2 leşker jî birîndar bûne.