AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan da û got: “Divê rojnamevan demildest bên berdanê.”
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin, nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanên kurd da.
ROJNAMEVANAN TAVILÊ BERDIN
Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê rojnamevanên li Amedê 5 roj in di binçavan de ne peyamek piştevaniyê belav kir û wiha got: “Rojnamegerî ne sûc e. Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne. Divê tavilê bên berdan.”