ŞIRNEX - Piştî şer û pevçûnên dijwar ên di nava 44 rojên dawî de, li dijî Çiyayê Cûdî operasyoneke din hate destpêkirin.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê da zanîn ku li dijî Çiyayê Cûdî operasyoneke nû dane destpêkirin. Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyona li dijî Çiyayê Cûdî, Geliyê Tûşimiya û herêma Şildiyê bi beşdariya bi sedan cerdevan, leşker û polîsên tîmên taybet hatiye destpêkirin.
Wezaretê di 1’ê hezîranê de jî ragihandibû ku li dijî Çiyayê Cûdî û Geliyê Tûşimiyayê operasyon dane destpêkirin.
Di 30’ê nîsanê de li Çiyayê Cûdî di navbera HPG’ê û artêşa tirk de pevçûn derketibû û 8 leşker hatibûn kuştin. Ji 1’ê gulanê ve jî li dijî herêmê êriş hatin destpêkirin. Di 11’ê gulanê de ketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilêrîtê yên li quntarên Çiyayê Cûdî hatibû qedexekirin.
Li gel vê yekê, li dijî Çiyayê Cûdî ku ev 44 roj in pevçûnên dijwar lê diqewimin, operasyona duyemîn hate destpêkirin.