Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn

  • rojane
  • 10:38 14 Hezîran 2022
  • |
RIHA - Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal ên ku 4 sal berê li navçeya Pirsûsê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, cara yekemîn li ser gorên xwe hatin bibîranîn. 
 
Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal ên ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin, cara yekemîn li ser gorên xwe bi awayekî girseyî hatin bibîranîn. Bîranîn li Goristana Şaredariyê pêk hat. Malbata Şenyaşar, dikandarên cîranên dikana malbata Şenyaşar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
 
 
Ferît Şenyaşar ê ku ji qetlîamê bi awayek birîndar rizgar bû û 4 sal in ji bo edaletê têdikoşe di bîranînê de diaxive. 
 
Ji aliyê polisan ve hat xwestin ku ketina goristanê ya girseya ku ji bo bîranînê li pêşiya goristanê li hev civiya bê astengkirin. Polisan, tenê malbatê û parlamenteran girte goristanê û destûr neda welatiyên din bikevin goristanê. Malbat, parlamenter û nûnerên rêxistinên sivîl bertek nîşanî vê helwesta polisan da. Emîne Şenyaşar, got ku heta girseyê berî goristanê nedin wê serdana goristanê neke û li ber derî çalakiya rûniştinê li dar bixe. Piştî ku Emîne Şenyaşar nîv saet rûnişt polisan destûr da girse derbasî goristanê bibe. Girse heta ser gorên ferdên malbata Şenyaşar meşiya. Emîne Şenyaşar ji bo hevjîn û zarokên xwe lorand. Piştî ku girse li gora Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal gihîşt hev ji bo wan diayan kir. 
 
HETA PÊKANÎNA EDALETÊ ŞÎN TUNEYE
 
Li ser navê malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku du hestan bi hev re dijîn û ev tişt got: "Ev her sê mirov di nav gaza îsotê de hatin veşartin. Îro dîsa nehatin jibîrkirin. Ji ber ku parlamenterê AKP'ê ye tiştek nayê kirin. Di serî de gelê Pirsûsê bi milyonan kes li doza me xwedî derketin. 4 sal in me şîna xwe dananiye. Dema ku edalet pêk were em ê şîna xwe deynin. Bila demildest edalet pêk were."
 
AYDENÎZ: EDALET DI BIN ERDÊ DE YE
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî bi lêv kir ku komkujiya li dijî malbata Şenyaşar li ber çavê raya giştî pêk hatiye û wiha got: "Li ber çavê dinyayê komkujiyek pêk hat. 4 sal derbas bûn û edalet pêk nehat. Ev jî nîşan dide ku edalet tuneye. Li Nexweşxaneya Dewletê edalet pêk hat. Emîne Şenyaşar ji bo herkesî edaletê dixwaze. Dayik ji bo hemû Tirkiyeyê li ber xwe dide. Edalet di bin erdê de divê em wê derbixin ser rûyê erdê. Em ê heta dawiyê li gel malbatê bin. Em sozê vê didin. Heta ku ji bo malbata Şenyaşar edalet pêk neyê wê demokrasî neyê welat. Ji bo ku em fatîhê bixwînin bi me re bazarê dikin. Herkes vê komkujiyê dizane. Em ê heta dawiyê di lêgerîna edaletê de bin."
 
Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Salîh Karataş jî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê axivî û bang kir herkes tev li Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar bibe. 
 
Bîranîn bi danîna qurnefîlan a ser goristanan bi dawî bibe.

Sernavên din

14/06/2022
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin