ÊLIH - Li Êlihê polîsekî zarokê xwe û hevjîna xwe kuşt. Hat diyarkirin ku kiryar paşê xwe jî kuştiye.
Hat îdiakirin ku li Êlihê polîsekî li lojmanên li herêma Memûr-Sen TOKÎ'yê ewilî hevjîna xwe û zarokê xwe û paşê jî xwe kuştiye. Piştî ên li derdorê xeber gihandin ambulans û gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Cenazeyê her sê kesan bi ambulansê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê.