* Fadîle Malgaz ku ji ber zilma dewletê 3 caran koçber bûye destnîşan kir ku ew 42 sal in di bin zilma dewletê de ne û got: “Dewletê xaniyên me hilweşandin, şewitandin, em îşkence kirin, lê dîsa jî me dest ji doza xwe berneda.”
* Hatîce Yaman, dayika endama YJA-Starê Sûzan Yaman ku di sala 2014’an de jiyana xwe ji dest daye û piştî mirina wê li Qilebanê gelek kesan bernavê wê "Avînar" li zarokên xwe kirine, bal kişand ser êrişên li Herêma Kurdistana Federe û got: "Bila ev şer bi dawî be. Em êdî kuştinê û şer naxwazin. Divê her kes rabe ser pêyan û dengê xwe bilind bike li dijî vî şerî."
* Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî destnîşan kir ku çapemeniya azad bûye pencereya gelê kurd û cîhanê û got: "Desthilat ji ber ku çapemeniya azad bîad nake êrişê dibe ser wê."
* Nûnerên partiyên siyasî yên li Wanê xwestin demildest rojnamevanên ku li Amedê di avêtina ser malan de hatin binçavkirin bên berdan û gotin: "Dê nikaribin çapemeniya bitepisînin."
* Menîce Yenî, dayika Zindan Yenî ku cenazeyê wî di qutiyekê de radestî wê bavê wî hatibû kirin, anî ziman ku cenaze ji bo otopsiyê birine ATK a Stenbolê, lê awayê mirinê hatiye veşartin û zabitnameya muayeneyê nedane wan.
* Malbatên rojnamevanên ku 8 roj in di binçavan de ne, diyar kirin ku xizmên wan dê ji vê rêya rast paş de gav neavêjin û ji bo piştevaniyê bang kirin.
* Civaknas Neşe Erdîlek diyar kir ku polîtîkaya şer a desthilatê civakê bêhêvî û bedbext dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan demildest divê ev desthilat biguhere.
* Rewşa rojnamevanên ku di bin çavan de hatine girtin wê were şopandin.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 464’emîn de berdewam dike.
* Danişîna doza cînayeta Tahîr Elçî wê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)
* Çalakiyên Nobetên Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dame destpêkirin wê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-13.00) ZINDÎ
* Rêxistinên kedê yên tenduristiyê wê li Stenbol, Amed, Êlih û Îzmîrê têkildarî daxwazên xwe daxuyaniyê bidin. (11.30 - 12.30)
* DFG û MKGP wê têkildarî rojnamevanên 8 roj in di bin çavan de ne li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (12.00)
* Têkildarî binçavkirina rojnamevanan wê li pêşiya Operaya Sureyya ya li Kadikoya Stenbolê daxuyanî bê dayîn. (13.00) ZINDÎ
* Platforma ji Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş re Azadî wê îmzeyên ji bo berdana girtiyên nexweş komkirine ji Wezareta Dadê re bişînin. (16.30)