ENQERE - Hevserokên Şaxa ÎHD’ê yên Enqereyê Sevîl Tûrgût û Fatîn Kanat û endamên MYK’ê Nûray Çevîrmen ji bo piştevaniya bi rojnamevanên di bin çavan de serdana buroya MA’yê kir.
Hevserokên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sevîl Tûrgût û Fatîn Kanat û endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, ji bo piştevaniya rojnamevanên 8 roj in di bin çavan de ne serdana buroya Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê kir.
Di serdanê de bal kişandin ser girîngiya çapemeniya azad û hate diyarkirin ku nûnerên ÎHD’ê wê di her şert û mercî de li cem rojnamevanan bin. ÎHD’yiyan xwest ku rojnamevanên îro sewqî edliyeyê hatin kirin demildest bên berdan.