ÎZMÎR - Li Îzmîrê, polîsan bi ser mala rojnameger Încî Hekîmoglû de girt û ew binçav kirin.
Di saetên serê sibehê de polîsan, li Îzmîrê bi ser mala rojnameger Încî Hekîmoglû de girt û ew binçav kirin. Hat hînbûn ku polîsan Hekîmoglû birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Sedema binçavkirina Hekîmoglû nehat zanîn.
Gelek rojnameger û welatiyan, li ser hesabên xwe yên medya sanal bertek nîşanî binçavkirina Hekîmoglû dan.