AMED - Baroya Amedê, diyar kir ku girtina rojnamegeran mudaxaleya li "azadiya çapemeniyê" û "mafê agahî girtinê" ye.
Baroya Amedê, li ser hesabê xwe yê medya sanal derbarê girtina 16 rojnamegeran de daxuyanî da û ev tişt got: "Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê da meşandin de biryara girtina 16 rojnamegeran hat dayîn. Lêpirsînên ji ber karên wan ên pîşeyî li rojnamegeran tên vekirin û girtina wan mudaxeleya li "azadiya çapemeniyê" û "mafê agahî girtinê" ye. Rojnamegerên girtî berdin."
.