Bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ cezayê hefsê dan birayê Medenî Yildirim

  • rojane
  • 15:58 16 Hezîran 2022
  • |
img
AMED -  Ji ber parvekirinên li ser navê birayê Medenî Yildirim ku di dema protestoyên qalekolên Liceyê de hatibû qetilkirin, Mehmet Yildirim de bi hinceta “heqaret li Erdogan kiriye” salek û 2 meh cezayê hefsê hate dayîn. 
 
Di çalakiyên protestokirina avakirina qalekolan a di 28’ê hezîrana sala 2013’an ên li Taxa Hêzan a Lice ya Amedê de, di encama gulebarana leşkeran de ciwanê bi navê Medenî Yildirim ê 18 salî hate qetilkirin. Derheqê birayê Yildirim, Mehmet Yildirim de bi hinceta “Heqaret li serokkomar kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro hate dîtin. Di îdianameya derheqê Yildirim de hat îdiakirin ku hesaba medyaya civakî ya bi navê “@yildirim_medeni” ji hêla Mehmet Yildirim ve tê bikaranîn û li ser vê hesabê jî heqaret li serokkomar hatiye kirin. Di sala 2021’an de Wezareta Edaletê destûra teqîbatê da û li ser vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî derheqê Mehmet Yildirim de bi daxwaza girtinê ya ji salekî heta 4 salan û bi hinceta “Heqaret li serokkomar kiriye” îdianame amade kir. 
 
Di îdianameyê de Serokkomar Tayyîp Erdogan weke gilîker hat destnîşankirin. Îdianame ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê ve hate qebûlkirin û hat îdiakirin ku hesaba “@yildirim_medeni” ji hêla Mehmet Yildirim ve tê bikaranîn. Di îdianameyê de sê parvekirinên “Nêrîna Erdogan nêzî ya DAIŞ’ê ye”, “Kujer, Dizek” û “Bi rastî jî tu qeraseyî” ên di navbera salên 2014 û 2015’an de hatine parvekirin di îdianameyê de cih girtin û hat îdiakirin ku bi van gotinan heysiyet û şerefa serokkomar hatiye binpêkirin. 
 
‘NIZANIM BÊ KA KÎ VÊ HESABÊ BI KAR TÎNE’
 
Mehmet Yildirim di danişînê de parastina xwe kir û wiha got: “Ez li ser Twîtterê hesaba ‘@licelimehmet21’ bi kar tînim. Ji bilî vê hesabê jî tu hesabên min ên cuda nînin. Hesaba ‘Yıldırım@Yıldırım_Medeni’ ya min nîne. Ev hesab di dema berxwedana Geziyê de li ser navê birayê min hatiye vekirin. Ev hesab, di dema protestoyên qalekolan de li ser navê birayê min hatiye vekirin. Derheqê vê bûyerê û danişînê de agahî parve dikirin. Nizanim bê ka kî vê hesabê bi kar tîne. Min ev hesab bi kar ne anî ye. Ez beraeta xwe dixwazim.”
 
Dozger jî tawanbariyên di îdianameyê de weke hincet nîşan dan û xwest ku Yildirim were girtin. 
 
‘DELÎLEKE ŞÊNBER TUNE YE’ 
 
Parêzerê Yildirim, Serdar Çelebî jî destnîşan kir ku di rapora lêkolînê ya di dosyayê de delîl an jî tespîteke şênber nîne ku miwekîlê  wî ev hesaba behsa xeberê bi kar anî be û wiha domand: “Lewma jî nabe ku di rewşeke wiha de biryara girtinê were dayîn. Nexwe dê mafê darizandina adilane yê miwekîlê min bê binpêkirin.” Di heman demê de Çelebî anî ziman ku rexneyên hatine kirin ne di wateya heqaretê de lê di wateya rexneyeke li dijî siyasetmedarekî de hatine kirin û beraeta miwekîlê xwe xwest. 
 
Parêzerê Yildirim, Mehmet Racî Bîlîcî jî got ku delîleke teqez û jêbawer di dosyayê de nîne û xwest ku miwekîlê wî were berdan. 
 
CEZAYÊ HEFSÊ HATE DAYÎN
 
Dadgehê biryara xwe da û îdia kir ku sûcê “heqaret li serokkomar hatiye kirin” teqez e û salek û 2 meh û 17 roj cezayê hefsê da Yildirim. Dadgehê ev ceza taloq kir. 
 

Sernavên din

19/06/2022
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’