Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin

  • rojane
  • 09:12 17 Hezîran 2022
  • |
AMED - Rojnamevanan bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên xwe dan û gotin dê pênûs û kamerayên hevpîşeyên xwe li erdê nehêlin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Piştî 8 rojên di binçavan de her 22 kes sewqî edliyeyê hatibûn kirin û ji wan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji hêla Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Amedê ve hatibûn girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Gulşen Koçuk û welatî Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.   
 
Bertekên li dijî girtina rojnamevanan didomin. 
 
 
Rojnamevan Aysel Işik anî ziman ku çapemeniya azad di her şert û mercan de li ber xwe dide û her tim li pey heqîqetê ye. Işik, bi bîr xist ku rojnamevanên çapameniya azad di salên 90’an de dihatin qetilkirin û got: “Di 2011’an de jî qaşo di lêpirsîneke KCK’ê de gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Niha jî dîsa gelek hevalên me hatin girtin. Ji ber ku çapameniya azad rastiyên ku desthilatdar vedişerê derdixe holê hevalên me hatin girtin. Destdanîn ser amûrên me yên rojnamevaniyê, weşanxaneyên me desteser kirin, lê disa jî hevalên me di her şert û mercan de rojnamevaniya xwe didomînin.”
 
Işik destnîşan kir ku heke sûcek hebe divê li nav desthilatê li vî sûcê bê gerandin û got: “Em bang li her kesî dikin ku xwedî li çapameniya azad derkeve. Îro hemû civak di bin tecrîde de ye. Tirs jî heta derekê ye, em îro dengê xwe bilind nekin û ji bo armancekê neyên cem hev, sibê wê pir dereng be. Ji ber wê em dibêjin ku bila hemû hezên demokratîk û civak li hemberî vê bêhiqûqîyê bibin yek û deng derxin.” 
 
‘LI BER XWE DA WÊ LI BER XWE BIDE’ 
 
Rojnamevan Roza Metîna jî dîyar kir ku êrişên li dijî çapameniya azad ji dîrokê heta niha berdewam in û têkildarî mijarê ev tişt anîn zimên: “Her wiha têkoşîna ku çapameniya azad dide jî têkoşînek kevnar e, ji ber wê jî rojnamegerên kurd hem bi daxuyanî û çalakîyan hem jî bi rojnamegeriya xwe bi awayekî aşkera peyamên xwe li dijî wan êrişan didin. Dema li edliyeyê biryara girtina rojnamegeran hat dayin jî hempişeyên wan li ber derî heta sibê sekinîn û dema ew derxistin jî bi dirûşmeya, 'Berxwedan jiyan e' û 2hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin’ bersiv dan.”
 
Metîna di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku rojnamevanên jin li qadan bi berdewamkirina karê xwe peyama “hûn nikarin civakê bêdeng bikin” didin û wiha domand: “Bi van êrişan dixwazin ser qeyrana aborî û siyasî ku li Tirkiyeyê diqewime û qirêjiyên ku tên kirin binixumînin. Lê çapameniya azad ji dîroke heta niha li ber xwe dide, wê niha jî li ber xwe bide ji bo civak ji mafê ragihandine bêpar nemîne.”
 
 ‘XWEDÎ LI PENÛSA WAN DERKEVIN’  
 
Metîna di dawiya axaftina xwe de bang kir ku her kes xwedî li rojnamevanan derkeve û got: “Hem em hevpîşeyên rojnamegerên hatine girtin hem jî civak divê xwedî li rojnamegerên ku hatine girtin û rojnamegeriyê derkeve. Ji ber ku rojnamegerî di heman demê de rastiya civakê ye. Divê em civak tu car pênûsa rojnamegeran li êrde nehêlin. Îro armanca pergala yekperest ew e ku penûsa çapameniya azad li erde bihêle. Ji ber wê divê him em hem jî civak xwedî li pênûsa rojnamegeran derkevin.”
 
‘PÊNÛS Û KAMERAYÊN WAN DÊ LI ÊRDE NEMÎNIN’  
 
Rêveberê DFG'ê Fexredîn Kiliç jî diyar kir ku armanca girtina rojnamevanan pêşîlêgirtina ragihandina rastiyan e û got: “Hevalên me  ji ber karê xwe hatin girtin. Tenê ji bo ku ji televizyonên me re bername çêkirine tên sûcdarkirin. Ev ne li gor qanûnên nawneteweyî ne jî li gor qanûnên vê dewletê ne sûc e. Lê ji bo ser qeyrana heyî bê nixumandin hevalên me girtin. Bi vê yekê jî dixwazin rastiyên ku tên ragihandin ji bo civakê asteng bikin. Bi salane êriş li ser çapameniya azad hene, lê çapameniya azad ne bi qetilkirinê ne jî bi kuştinê xilas nebû û dê xilas nabe jî. Em jî wek hevalên wan em ê kevnaşopiya wan bidomînin. Ne penûsên wan ne jî kamerayên wan em ê li erdê nahêlin.”   ‘
 
'BÊDENGKIRINA ÇAPAMENIYA AZAD BÊDENGKIRINA CIVAKE YE’
 
Kiliç ji bo xwedîderketina li rojnamevanan jî bang kir û got: “Divê her kes xwedî li hevalên me yên ku hatine binçavkirin derkevin. Ji ber ku ev girtin ne ji rezê ye. Bêdengkirina çapameniya azad bêdengkirina civakê, bêdengkirina saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî ye. Ji bo ku denge wan û civaka me neye birîn divê xwedî li hevalên me derkevin.”  
 
‘PÊNÛSA WAN WÊ HER BINIVÎSE’  
 
Rojnamevan Fûat Yaşar jî bal kişand ser pirsên ku ji rojnamevanan hatine pirsîn û got: “Ji wan pirsan jî xuya ye ku rojnamegerî tê darizandin. Ji ber ku li ser rojnamegeriya wan pirs pirsî ne. Armanca desthilata AKP-MHP ew e ku rojnamegeran bênefes bihêle. Demeke dirêj e van polîtikayan dimeşîne. Herî dawî jî hevalên me hatin girtin. Desthilata AKP’ê ji xwe re medyaya hawizê ava kir, rojnamegerên ku dixe nav hawiz cuda nêz dibin, yên ku nakevin nava hawizê wê jî figire û binçav dike. Lê ev zext ne nû ne. Berî desthilata AKP jî her tim li ser çapameniya azad zext û tundî dihatin meşandin, lê tu carî jî negihîştin armanca xwe. Sazî hatin girtin jî, lê bi awayekî xwe gihandin gel. Dê bi van girtinên dawî jî dê negihên armanca xwe û dê rastî bigihîjin gel. Ew şagirtên Apê Mûsa ne. Çawa dema apê Mûsa hat qetilkirin şagirtê wî heqîqet di tariyê de nehiştin û nivisîn, niha jî pênûsa hevalên me yên ku hatine girtin wê binivîse. Yanî hevalên rojnameger dê rojnamegeriya yên hatine girtin bidomînin. Rojnamegerên çapameniya azad di nav şert û mercen dijwar de jî wê rastiye bigihînin gel.”  
 
‘JI BO XWE PIŞTGIRIYÊ BIDIN’  
 
Yaşar diyar kir ku di demên wisa de ya herî girîng piştgirî ye û ji bo vê bang kir: “Divê saziyên çapameniyê, yên sivîl, partiyên siyasî piştgiriyê bidin rojnamegeran. Dema em li nûçeyên hevalên me yên ku hatine girtin dinêrin, mikrofona xwe dirêjî ber kedkaran kirine, hunermendan kirine, xwendekaran kirine, jinan kirine, ji ber we jî divê hemû civak xwedî li wan derkeve û piştgiriyê bide hevalên me. Ew êrişên qesdî bi qasî li ser rojnamevan be ew qasî jî li ser mafê nûçewergirtinê yê civakê ye jî. Ji ber ku hevalên me nûçeyên kesên ku dewletê cih nedida wan jî çêdikirin. Ji bo ku dengê wan jî nayê qutkirin divê xwedî li rojnamegerên ku hatine girtin derkevin.”  
 
‘HELWESTA ÇAPAMENIYA MUXALIF NE HELWESTA ROJNAMEGERIYÊ YE’   
 
Rojnamevan Hamza Gunduz jî bi lêv kir ku ew wek Otekîlerin Gundemî vê yekê şermezar dikin û got: “22 hevalên me hatin binçavkirin û piştî 8 rojan îfadeya wan hat girtin. Ji 22 kesan 16 hevalên me hatin girtin. Lê mixabin me ne li ber edliyeyê ne jî di vê pevajoyê de piştgiriyeke xurt nedît. Ji STK’yan bigirin heta saziyên din. Tenê li ser medyaya sanal bertek hatin nîşandan. Komeleya rojnamegeran û çapameniya ku ji xwe re dibêje muxalîf jî di nav helwestek wisa de bû. Em ji vê helwestê re nikarin bejên helwesta rojnamegeriyê. Ji ber ku berî her tiştî divê rojnameger li hemberî bêhiqûqîyê piştgiriye bide hevpişeyên xwe. Çi bibe jî em çapameniya azad em ê rojnamegeriya xwe bidomînin. Kî rastî bêhiqûqiyê were em ê piştgiriya wan bikin.”  
 
‘ÇAPAMENIYA AZAD NE TENÊ YE’
 
Gunduz di dawiyê de diyar kir ku çapameniya azad ji ber rastiyan hedef tê girtin û ji bo piştgiriyê bang kir: “Ji ber ku çapameniya azad di kolanan de bi kurdî hevpeyvînan çêdike hedef tê girtin. Heke nûçeyên çapameniya azad sûc bin, em jî hevkarê vî sûcî ne. Em ji bo piştgiriyê bang li hemû kesî dikin. Çapameniya azad tenê nîn e û bedêng namîne.” 
 

Sernavên din

19/06/2022
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’