ÎZMÎR - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP a Îzmîrê Serhat Îrlan hat binçavkirin.
Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Îrlan hat binçavkirin. Îrlan gava li Konak Alsancakê tevî hevalên xwe li kafeyekê rûniştî bûye polîsan ew binçav kiriye.
Polîsan Îrlan birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Nehat hînbûn ku bê ka Îrlan ji ber çi hatiye binçavkirin.