Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne

  • rojane
  • 09:02 18 Hezîran 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Dayik Makbûle Paksoy a ku keça wê Leyla ya di sala 2016'an de di şer de jiyana xwe ji dest daye bi strana “Min xatir ji te nexwest” bibîr tîne, anî ziman ku Leyla keçeke bibiryar bû, mirovek birêxistin bû. 

Li Kurdistanê di salên 80’ê û 90’î de ji ber zext û zilma dewletê gelek gund hatin valakirin û şewitandin û gelek welatî jî ji bêgavî berê xwe dan bajarên Tirkiyeyê. Ji van malbatan yek jê jî malbata Paksoy e. 
 
Dayika 5 zarokan Makbûle Paksoy a 60 salî, di temenê biçûk de tê zewicandin û li navçeya Qilebana Şirnexê bi cih dibe. Paksoy û malbata xwe piştî ku çend salan li vir dibînin ji ber zext û zilma dewletê di sala 1988’an de ji bêgavî berê xwe didin navçeya Îskenderûn a Hatayê. Malbata Paksoyê li vir jî j ber nasnameya xwe ya kurdewarî bi zextan re rû bi rû dimîne. Gava malbata Paksoyê piştî wextekê, di sala 1998'an de cardin vedigere warê xwe Qilebanê, weça wê Leyla Paksoy (Zîlan Zozan Goyî) ku di 17’ê Îlona 1990’an de li Îskenderûnê çêbûye, ji ber van zext û tahdeyên dewletê di di 23’yê Adara 2015’an de tev li nava refên PKK’ê dibe û di 21’ê Mijdara 2016’an de jî li Şehbayê jiyana xwe ji dest dide.
 
Dayik Makbûke Paksoy ku her tim keça xwe Leylayê bi strana “Min xwatir ji te nexwest” bibîr tîne, behsa keça xwe kir. 
 
ZILM Û TAHDEYA DEWLETÊ
 
Dayik Paksoy anî ziman ku jiyana wan tim di bin zilma dewletê de derbas bûye û got: “Ji zarokatiya xwe ve ez bi zilma dewletê re rû bi rû mame. Malbata min jî ji ber zextên dewletê li Îskenderûnê bi cih bû û pişt re berê xwe da Qilebanê. Zarokên min jî li wir di bin zilmê de hatin dinyayê û di temenekî biçûk de bi neheqiyê re rû bi rû man. Her tim bi ser mala me de digirtin. Ji ber ku me ev zilm qebûl nekir, me biryar da ku em vegerin ser axa xwe. Zilma dewletê li vir jî berdewam dike.”
 
XWIŞKEK WÊ Û BIRAYEKÎ WÊ JIYANA XWE JI DEST DANE
 
Paksoy destnîşan kir ku xwişkek wê û birayekî wê jî tev li PKK’ê bûne û got: “Birayê min Abdullah Yaman di 1995’an de çû. Piştî ku 4 salan li wir ma jiyana xwe ji  dest da. Pişt re xwişka min Fehîme Yaman di sala 1999’an de çû. Ew jî 17 salan li wir ma û di sala 2016’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Birayê min Alî Yaman jî ji ber cezayê lê hat birîn neçar ma berê xwe bide derveyê welêt û ev 25 sal in li sirgûnê ye. Dema em hatin Qilebanê bi cih bûn jî polîsan gelek caran ji bo birayê min Abdullah bang li min dikirin.”
 
GOTINA DAWÎ: DAYÊ EZ JI TE HEZ DIKIM
 
Paksoy diyar kir ku pişt re keça wê Leyla di sala 2015’an de tev li nava refên PKK'ê bûye û ji bo vê jî wiha got: “Keça min Leyla roja ku dê biçûna hat ez hemêz kirim û ji min re got ‘Dayê tu carî ji bîr neke; ez gelekî ji te hez dikim.’ Roja wê biçûne ez çûm Şirnexê û min ew bi rê kir. Gotina wê ya dawî ev bû. Pêşî xwişka min Fehîme û sê meh bi şûn de jî keça min Leyla jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku çû ez hîn bûm ku keça min çûye tev li nava PKK'ê bûye."
 
'XWEDÎ BIRYAR BÛ'
 
Paksoy bi lêv kir ku tu carî gazin ji keça xwe nebihîstiye û bi van gotinan behsa wê kir: “Her tim rûken bû. Gelek jêhatî bû û karê xwe bi dîsîplîn pêk dianî. Her êvar dema dihat malê, xwe diavêt stuyê min. Kurê min Ahmet her roj diçû Leylayê maç dikir. Zarokên min hemû ji Leylayê gelek hez dikirin. Ji ber ku têkiliya Leylayê bi xwişk û birayên wê re gelek cuda bû. Tu carî dilê wan nedişikand. Karê xwe tu carî ji roja dinê re nedihişt. Zarokek gelek kêfxweş bû. Xwedî biryar bû. Mirovek bi rêxistin bû.”
 
WÊ BI STRANA 'MIN XATIR JI TE XWEST' BIBÎR TÎNE
 
Paksoy bi lêv kir ku ew keça xwe her tim bi strana “Min xatir ji te nexwest” bibîr tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min her tim strana 'Min xwatir ji te nexwest' guhdar dikir. Dema vê stranê guhdar dikir, min jê re got tu çima vê guhdar dikî? Heta çû jî vê stranê guhdar dikir. Ev strana wê hîn jî di telefona min de heye û ez wê guhdar dikim. Dema ku ez guhdar dikim keça min tê bîra min. Dema em diçûn mihrîcana berxbirê jî min ji kesên wê derê re digot navê min Zîlan e, ne Makbûle ye. Min digot ez ji navê Makbûle hez nakim, ji navê Zîlan hez dikim. Keça min piştî ku tevlêbû jî navê Zîlan li xwe kir. Ji bo min navê xwe danî Zîlan. Dema ku min bihîst navê wê Zîlan e gelek kêfa min hat, lê dilê min jî gelek dişewitî. Heta ku ez sax bim ez ê keça xwe ji bîr nekim. Em gelek girêdayî hev du bûn. Min çi jê re bigota ne digot na, ew kar pêk dianî. Her tim ez dikenandim. Zarokek gelek bihêz bû. Carına tevlî xebatên partiyê dibû. Heta ku ez bimirim tu carî hevaltiya wê ji bîr nakim. Min nedigot ew keça min e. Min digot ew hevala min e. Em bi hev re diçûn her deri ü me bı hev re kar dikir."
 
Paksoy di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî ku keça min jiyana xwe ji dest da bi şûn de min got, ez ê wêneyê wê li cem wênekêşan derxim, lê ji ber ku gerîla bû û ji ber kincên li ser wê tu wênekêşan wêneyê keça min dernexist. Ji me re gotin ‘em nikarin derxin.’ Em tu carî natirsin.”
 

Sernavên din

19/06/2022
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’
16:49 Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin