Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne

  • rojane
  • 13:50 18 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe bi bîr anî û wiha gotin: “Her çend ku rêbaz û amûr biguherin jî, li ser vê xakê kevneşopiya bêîtbarkirin, hedefgirtin û cezakirina rojnamegeran a dewletê tu carî xelas nebû. Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne.” 
 
Bi mebesta pirsîna aqûbeta windakiriyan û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê her hefteyê li Qada Galatasaray a Stenbolê çalakî lidarxistin. Dayikên Şemiyê di daxuyaniya hefteya 889’an de bal kişandin ser dosyaya nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bêdlisê Ferhat Tepe. Ji ber şert û mercên pandemiyê, daxuyanî online hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji ewil dayika Tepe, Zubeyde Tepe axivî. 
 
'KURÊ MIN ROJNAMEGER BÛ’ 
 
Dayik Tepe da zanîn ku kurê wê ji hêla kontrayan ve hate revandin û cenazeyê wî 10 roj piştre li qeraxê Gola Hazarê hate dîtin. Bi domdarî jî Tepe ev tişt anî ziman: “Kurê min li Goristana Bêkesan a li Xarpêtê hate definkirin. Piştî wergirtina cenazeyî, me li gelek deveran serlêdan kir lê tu saziyên peywirdar tiştek nekir. Ji wê rojê ve em li pey kujeran in. Heta ku kujer tên girtin û darizandin jî dê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Çi sûcê kurê min çi bû? Kurê min kurd bû û şewitandina gundan, cînayetên kiryarnediyar dinivîsand. Îro jî rojnameger tên binçavkirin û girtin. Em bi zarokên xwe re ne û dê tu carî dev ji doza wan bernedin.”  
 
'ROJNAMEGERÎ NE SÛC E’ 
 
Piştre jî xwîşka Tepe, Ayşe Tepe axivî û da zanîn ku 29’emîn salvegera qetilkirina birayê wê ye. Tepe, axaftina xwe wiha domand: “Rojnamegerên ku pênûsa Ferhat li erdê nehiştin û ji kevneşopiya Ozgur Gundemê tên îro jî rastî astengkirinên mezin tên. 16 rojnamegerên ku kevneşopiya Ozgur Gundemê didomandin hatin girtin. Em careke din bang dikin; rojnamegeriya ku li pey rastiyê û yên ku heqîqetê digihînin milyonan sûc nîne.”
 
'ÇAPEMENIYA AZAD TIRS REJÎMA ZEXTKAR E’
 
Daxuyaniya hefteya 899’an ji hêla edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu ve hate xwendin. Hacioglu, ji bo Tepe edalet xwest û bal kişand ser girtina 16 rojnamegeran. Bi domdarî Hacioglu wiha got: “Rejîmên ku tundiyê weke rêbazekî bi kar tînin, dixwazin ku civakeke ku rastî û derewê ji hev dernaxe biafirînin. Ji bo vê jî serî li rêya xerakirina rastiyê û dezenformasyonê didin. Çapemeniya azad ku rastiyê dibêje û derewan teşhîr dike jî dibin tirsa dilê van rejîmanm. Ji ber vê sedemê ye ku kevneşopiya dewletê ya bêîtîbarkirin, hedef nîşandan û cezakirina rojnamegeran tu carî li ser vê xakê xelas nebû. Heta 2 roj berê rojnamegerî weke sûc nîşan dan û 16 rojnameger hatin girtin.” 
 
‘FERHAT BI ÎŞKENCEYÊ HATE QETILKIRIN’ 
 
Bi domdarî Haioglu bal kişand ser hempîşeyê xwe Ferhat Tepe ku di bin çavan de hate windakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Rojnameger Ferhat Tepe di 19 saliya xwe de nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bêdlisê bû. Weke her xebatkarekî çapemeniya azad, wî jî li gel xetereya ser jiyana xwe jî hewl da dengê kesên mafên wan hatine binpêkirinin bide bihîstin. Ferhat, di 28’ê tîrmeha sala 1993’yan de li navenda Bêdlisê ji hêla 3 kesên bêtêl pê re hate revandin. Piştî israra malbat û rojnameyê, saziyên dewletê gotin ku nehatiye binçavkirin. Lê malbat û rojnameya wî dev ji lêgerîna xwe berneda û 13 roj piştre li Goristana Bêkesan a Xarpêtê xwe gihandin cenazeyê wî.” 
 

Sernavên din

22/06/2022
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin