‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’

  • rojane
  • 15:48 18 Hezîran 2022
  • |
img

STENBOL - Nûnerên pêkhateyên HDK’ê bertek nîşanî binçavkirin û girtina endam û rêvebrên HDK’ê dan û gotin: “Divê em HDK’ê bi rêxistin bikin. Em ê li dijî hemû zextên AKP’ê HDK’ya ku li ber xwe dide bipêrazin.” 

 
Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de derbarê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatibû destpêkirin, di 3’yê hezîarnê de 29 endam û rêveberên HDK’ê û HDP’ê hatibûn girtin. HDK’ê û HDP’ê têkildarî girtina 29 kesan li Navenda Giştî ya HDK’ê ya li Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, nûnerên pêkhateyên HDK’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û parlamenterên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Ji bo Civaka Demokratîk Komara Demokratîk em HDK’ê Diparêzin” hat daliqandin. 
 
‘OPERAYSONA SALA 2023’YAN BI HDK’Ê DAN DESTPÊKIRIN’
 
Di destpêkê de endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê parêzer Serhat Çakmak axivî û derheqê dosyeyê de agahiyên hiqûqî da û destnîşan kir ku operasyona sala 2023’yan bi HDK’ê hatiye destpêkirin. Çakmak anî ziman ku di dosyeyê de tu delîl tune ne û di warê hiqûqî de tu tiştek li ber çavan nehatiye girtin û got: “Tişta ku em ji vê lêpirsînê û girtinan fêm dikin têkçûna hiqûqê ye.” 
 
‘JI HDK’Ê DITIRSIN’ 
 
Hevberdevka HDK’ê Cengîz Çîçek jî operasyona li dijî kongreya wan pêk wek “operasyona kumpasê” pênase kir û got: “Rejîma AKP-MHP’ê ji bo rejîma yek zilamî li ser lingan bigire, her cûre rê û rêbazan diceribîne. Ev rejîm bûye rejîma kumpasê, talan û desteserkirinê. Em vê operasyonê wek operasyona li dijî nasnameyên bindest ku pêk hatiye dinirxînin. Îktidar bi awayek cidî ji HDK’ê ditirse. Ya ku vê tariyê ji holê rake jî îradeya demorkatîk a gelan e. 
 
HÛN KÎ NE, EM KÎ NE?
 
Em li vir pirsa HDK çi ye, di xwe de pênase bikin. Hûn kî ne, em kî ne? Ewilî em we tarîf bikin. Hûn ew îstîsmarkarên cinsî yên li Weqfa Ensarê ne. Em jî Pinar Gultekîna ku ji aliyê serdestiya zilam wê qetilkirin in. Hûn ew kesên di hotêlên şatafat de ne, em jî rojnamevanên çapameniya azad ku li Amedê dijînin. Hûn kî ne? Hûn berjewendeperst in, yên ku qatil û tecawizkaran ji girtîgehan berdane ne, Sebehat Tuncel in. Hûn kî ne dizanin? Hûn kujerên li Madimakê ku mirovan şewitandin e. Em jî hunermendê gel Hasret Gultekîn ê li hotêlê hat şewitandin in. Hûn kîne hûn dizanin? Hûn ew kesên ku bombeyan bi ser gel de dibarînin. Em jî welatiyên kurd ên li Roboskî ne. Hûn ew kesên li Îmraliyê tecrîdê kûr dikin e. Em jî Ronî Goren ê li Kadikoyê hat birîndarkirî ne. Hûn ew kesên ku li dijî mebûsên gel heqaret û çêran dikin e. Em jî Salîha Aydenîza ku wekîla gel in. Em malbata Şenyaşar in, em Denîz Poyraz in. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û teqez bi ser bikevin.” 
 
‘EM Ê KUMPASÊN WAN PÛÇ BIKIN’ 
 
Hevseroka ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî anî ziman ku ew ê bi têkoşîna xwe ya hevpar azadiyê bînin, HDK-HDP’ê biparêzin û lîstok û kumpasên îktidarê pûç bikin û siberojek nû biafirînin. 
 
LI DORA HDK’Ê DIBIN XELEK 
 
Endamê Meclisa Partiyê yê DBP’ê Atilla Ozdogan jî destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê diwaze hemû beşên civakê bêdeng bike û bixe ber pêlên êrişên xwe. Ozdogan xwest ku her kes li derderoa HDK’ê bibe xelek û xeta têkoşîna hevpar bi rêxistin û mezin bike. 
 
BANGA TIFAQÊ
 
Nivîskara JINEPS’ê Seda Berzeg jî banga tifaqa demokrasiye li aliyan kir. 
 
DILÊ BI MILYONAN LI BA MEDYA KURDÎ YE 
 
Seroka Giştî yê Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan Kadriye Dogan jî bal kişand ser girtina 16 rojnamevanên kurd û dixwazin çapemeniya azad a kurd bêdeng bikin lê tiştek jî bîra dikin, divê bizanibin ku bi milyonan kes dilê wan li ba medya kurdî ye. 
 
‘DITIRSIN WÊ BIÇIN’ 
 
Ji damezrînerê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Oldar (DİAY-DER) Yusuf Înal jî destnîşan kir ku îktidar di vê heyamê de êrişî her kesî dike û got: “Êrişî her kesî dikin. Em vê tirsa wan ji dîrokê dizanin. Doza me hemûyan heq û edalet e. Ji me ditirsin, wê bidirsin û wê biçin. Wê wek yên din biçin ser sergo. Divê em ji bo edaletê, heq xwe bikin yek.” 
 
DÊ HDK’Ê BIPARÊZIN 
 
Hevserokê Rêxstina Partiya Ji Nûve Damezrandina Sosyalîst (SYKP) ê Stenbolê Ronî Goren jî anî ziman ku HDK’ya ku li dijî hemû êriş û zextên AKP’ê li vî welatî heye û HDK meclisa kedkaran û bindestan e. Goren destnîşan kir ku ew ê HDK’ê li dijî her cûre êriş û zextan biparêzin. 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Endamê Kaldiraçê Hakan Dilmeç, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag, ji Hewldana 78’an Celalettîn Can, Endama Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ozbaş û endamê Meclisa Gelan û Baweriyan a HDK’ê Edîp Arslan ê suryan jî kurte axaftin kirin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar û xwestin her kes hev bigire û li dijî zextan piştevaniyê mezin bike. 
 
 

Sernavên din

19/06/2022
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’