Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e

  • rojane
  • 10:42 20 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Zava Mesût Karçik ê ji ber di daweta xwe de kefiya kesk sor û zer avêtibû stûyê xwe hate girtin, di hevdîtina bi birayê xwe re kir de wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê xwedî li çanda xwe derkevin. Serê me bilind e.”
 
Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê di 14’ê Hezîranê de zava û 9 kesên di dawetê de yên şala kesk û sor û zer avêtibûn stuyê xwe hatibûn binçavkirin. Polîsan ji ber daweta ku di 12’ê Hezîranê de li Hêwana Mehrbirînê ya Şaredariya Esenyûrtê hatibû kirin ji bo îfadeyê gazî zava Mesût Karçik û 9 kesên çûbûn dawetê kiribûn. 10 kesên çûbûn Qerqola Polîsan a Kiraçê hatibûn binçavkirin.
 
10 KES HATIN GIRTIN
 
Polîsan ji ber şalên kesk û sor û zer û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îfadeya her 10 kesan girtibû û di 15’ê Hezîranê de ew sewqî Edliyeya Buyukçekmeceyê kiribûn. Dozgeriyê jî her 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kiribûn û dadgeriyê jî bi heman îdiayê derbarê zava Mesût Karçik, Tahsîn Karçik, Savaş Karçik, Aydin Kaplan, Îbrahîm Kaplan, Ûmût Kaplan, Îbrahîm Baran, Cahît Karçik û Bûrhan Topçû de biryara girtinê dabû û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê.
 
Her wiha 4 muzîkjenên ku di dawetê de kilam gotibûn jî hatibûn binçavkirin û bi şertê qedexekirina derveyî welêt hatibûn berdan. 
 
30 SAL IN ZEXT BERDEWAM DIKIN 
 
Kekê zava Mesût Karçik, Refîk Karçik bertek nîşanî girtinan da û bi lêv kir ku zextên polîsan ên li ser wan bûye bi awayekî sîstematîk. Karçik, da zanîn ku di sala 1992’an de ji ber zexta li ser fikrên wan ên siyasî ji Wanê hatine Stenbolê û anî ziman ku li vê derê jî bi zext û zordariyê re rûbirû dimînin. Karçik, diyar kir ku tevî zextan ji fikrên xwe yên siyasî tavîz nedan û wiha got: “Ji ber vê yekê çavên polîsan her tim li ser me ye.”
 
‘POLÎSAN RANEKIRIN’
 
Karçik, da zanîn ku ji ber gelek ferdên malbata wan di bin banê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de siyaset kirine hatin girtin û bi lêv kir ku kekê wî yê bi navê Edîp Karçik jî ji sala 2021’an ve di girtîgehê de ye û 4 sal cezayê wî maye. Karçik, bal kişand ku ji malbata wan 10 kesên din jî hatin girtin û qala daweta ku bû sedemê ferdên malbata wan kir. Karçik, anî ziman ku ji bilî Ewropa û bajarên herêmê ji Stenbolê jî gelek nûnerên partiyên siyasî beşdarî dawetê bûne û wiha berdewam kir: “Em çand û edetên xwe di dawetan de didin jiyîn. Ji ber daweta me qelebalix bû polîsan ranegirt û ji ber vê yekê ketine hundir. Rengên kesk, sor û zer çanda me ne. Em di dawetan de diavêjin ser milên zava. Ev yek kirine mijara sûc.”
 
DOZGER Û DADGER GUHDAR NEKIR
 
Karçik, bi lêv kir ku bi hezar salan e van rengan weke çanda xwe dizanin xwedî lê derdikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê piştî dawetê polîs geriyan û gazî îfadeyê kirin. Heke em neçûbûna wê bi darê zorê me birina. Ji ber me tu sûc nekiribû em çûn.” Karçik, anî ziman ku 10 kes piştî îfadeya wan a miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin lê berî ku dozger û dadger wan guhdar bikin ew şandin girtîgehê.
 
‘EM Ê XWEDÎDERKETINA XWE BIDOMÎNIN’
 
Karçik, diyar kir ku bi salan e qehwexaneyeke wî heye lê polîst her tim tê zextan li wan dike û ev tişt gotin: “Heke em çanda xwe, edetên xwe jî pêk neyînin, em ji bo çi dijîn? Di hemû cîhanê de herkes bi çand, ziman û edetên xwe dawetên xwe dike. Ev roj rojeke taybet e. Lê polîsan ev roj li me heram kirin. Lê em paş ve gavê naavêjin. Ji niha û pê ve jî em ê bi heman awayî xwedî derketina li çand û zimanê xwe bidomînin. Ev çanda me ye û teşeya jiyana me ye. Polîs dibe ku bibêjin ‘me ev tişt kir wê dest jê berdin’ lê lazime bizanin ku xwe dixapînin. Ev jiyana me ye em ê wisa bijîn.”
 
JI ZAVA PEYAMEK HEYE
 
Karçik, da zanîn ku tiştên qewimîn ji hemû kurdan re peyameke û wiha pê de çû: “Ev tişt tenê li me nehatiye kirin. Li hemû kurdan hatiye kirin. Gazî stranbêjan kirine û pirsa “We çima muzîkên kurdî gotine” kirine. Gelo wê da çi lê bidin? Zimanê me govenda me stranên me bi kurdî ne, kurdî jî hunera me ye. Em rêzê ji zimanên din re digirin. Lazime ew jî rêzê bigirin. Ev ne cara ewil e û nabe ya dawî jî. Lê em jî dest jê bernadin. Hewl didin ku bi van zextan em ji fikrên xwe yên siyasî tavîz bidin. Lê dixwazim careke din bêjim ku em dest ji partiya xwe û çanda xwe bernadin. Partî partiya me ye.”
 
Karçik, diyar kir ku çûye serdana ferdên malbatê yên di 17’ê hezîranê de hatine girtin û niha li Girtîgeha Metrîsê tên ragirtin û da zanîn ku moralê wan di cih de bûye. Karçik, da zanîn ku birayê wî û kesên din ên hatine girtin li cihê hevdîtinê bi gerandina govendê û gotina stranên kurdî bertek nîşan daye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Gotin tu tişteke şerm û fedî nekirine û serbilind in. Her wiha peyama ‘Çi dibe bila bibe em ê xwedî li çanda xwe derkevin’ dan.”
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

22/06/2022
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket