20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş

  • rojane
  • 09:10 21 Hezîran 2022
  • |
AMED - Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş ê ku hat girtin 20 sal in di nava çapemeniya azad de dixebite. Hevpîşeyê wî Hakki Boltan ji bo wî got: "Ruhê Çapemeniya Azad e." 
 
Li Amedê di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 16 rojnamevan di 16'ê Hezîranê de ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatibûn girtin. 
 
Ji rojnamevanên hatin girtin yek jê jî Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş e. Ertaş gava hatibû binçavkirin polîsan destên wî kelemçe kiribûn û 10 saetan bi vî awayî dabûn sekinandin. 
 
Hevalê wî rojnamevan Hakki Boltan behsa wî kir.
20 SALÊN DI ÇAPEMENIYA AZAD DE
 
Ertaş di sala 2003'yan de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamevaniyê kiriye. Ji wê çaxê heya niha gelek caran ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatiye binçavkirin. Di 9'ê Cotmhea 2008'an de li Mêrsînê di dema şopandina nûçeyan de hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Ertaş piştî wextekê ji girtîgehê derketiye û cardin ji cihê mayê rojnamevaniya xwe domandiye. Di 29'ê Cotmeha 2016'an de piştî DÎHA hat girtine di dîhaber, Ajansa Mezopotamyayê, Azadiya Welat û herî dawî jî di rojnameya heftane Xwebûnê de xebitiye. 
 
Ertaş herî dawî Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê bû. 
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD FÊM KIRIBÛ'
 
Hevpîşeyê wî Hakku Boltan behsa wî kir. Boltan Ertaş wekî "mudawimê Çapemeniya Azad" pênase kir û got, niha gava behsa çapemeniya azad bê kirin ji kesên ewilî tê bîra mirov yek jê Ertaş e. Boltan anî ziman ku Ertaş "ji dil û can dixebitî" û got: "Çapemeniya Azad baş fêm kiribû û li gor wê dixebitî. Ji lew re gava hûn ji tiştekî fêm nekin hûn nikarin bi her awayî daxilî nav bibin. Yanî Mehmet Alî jî çapemeniya azad baş fêm kiribû û bi xebata xwe ev yek dida der." 
 
HEWLDANÊN WÎ YÊN JI BO KURDÎ
 
Boltan diyar kir ku Ertaş li gel rojnamevaniyê ji bo pêşvebirina kurdî jî her tim tevdigeriya û wiha axivî: "Lewma niha her kes Mehmet Alî wekî mînak nîşan dide. Gava nûçeyek li ser ziman bihata çêkirin û di nûçeyê de şaşiyek bidîta, wê şevê xew bi çavan nediket. Demildest dixwest hevdîtinê bi wî hevalî re bike. Gava pê re hevdîtin dikir bi saetan behsa dikir. Ev yek nîşan dida ku Mehmet Alî tenê ne ji bo pêşvebirina xwe, ji bo pêşvebirina hevalên xwe jî tevdigeriya. Ev yek di asasê xwe de ji bo hîn bêtir pêşvebirina çapemeniya azad bû." 
 
MODEL
 
Boltan diyar kir ku Ertaş di çapemeniya azad de wekî modelekê pênase dikin û wiha got: "Ew ji bo me modelek e. Mehmet Alî ji bo pêşvebirina rojnamevaniyê bi dehan nivîs nivîsîne. Me bi saya wî nûçe dinivîsandin. Ji bo pêşvebirina me bênavber tevdigeriya. Me bi saya wî hez ji rojnamevaniyê kir. Mirovekî pir dilnizm û ji populîzmê qet hez nedikir. Ruhê çapemeniya azad bû. Wî xwe bi çapemeniya azad pêş ve xistibû û bi ruhê çapemeniya azad tevdigeriya." 
 
‘EM Ê RUHÊ ROJNAMEVANIYÊ BIDOMÎNIN'
 
Boltan destnîşan kir ku xwarin û xew ji bo Ertaş "îşkence" bûye û got: "Mehmet Alî, digot 'xwezî xwarin, vexwarin û xew tune bûna.' Gava nexweş diket, me dixwest xwarinê bixwe, lê bi me de dixeyidî, xwe aciz dikir digot, 'Ma qey ez xwe nabînim? Ma qey ez nizanim ez çawa me?' Gava dibû êvar em diçûn malê, yê wî karê wî hê nû dest pê dikir. Her tim ewilî ew dihat kar û her tim jî herî dawî ew diçû malê. Mehmet Alî ji roja ku dest bi kar kiriye heya niha bi heman ruhî tevgeriyaye. Lewma me tu carî şaşiyek wî nedidît. Ez dikarim şahidiya wî bikim ku ew ê ji niha û pê ve jî tu şaşiyê neke. Ji lew re wî ehliyeta herî mezin a rojnamevaniyê ji gel wergirtibû. Em ê bi ruhê Mehmet Alî xebatên xwe bidomînin." 
 
MA / Cengîz Ozbasar
 
 
 
 

Sernavên din

25/06/2022
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin