Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin

  • rojane
  • 11:36 23 Hezîran 2022
  • |
STENBOL - Li Stenbolê girtina 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê hat protestokirin. Rojnamevanan destnîşan kir ku ew ê li şûna hevalên xwe girtî jî li her qadê rastiya binivisînin û ew ê bêdeng nemînin. 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), ji bo 16 rojnamevanên kurd ên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatin girtin, li Meydana Şîşxaneyê daxuyanî dide çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên rojnamevanan û gelek rojnamevan, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên rojnamevanên girtî û dovîz hatin hildan û pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat hildan.
 
Daxuyaniya bi kurdî rojnamevan Dûrket Suren û daxuyaniya bi tirkî jî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever xwendin. 
 
Beriya daxuyaniyê nûçegihana JINNEWS’ê Nişmiye Guler axivî û behsa zextên li ser rojnamevanan kir û xwest rojnamevanên hatin girtin tavilê bên berdan. 
 
Daxuyaniya ji aliyê Dûrket Suren ve bi kurdî hat xwendin wiha ye:
 
 
‘ÎKTIDAR DIXWAZE ROJNAMEVANÊN KURD BÊZAR BIKE’ 
 
“Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku hem li welat û hem jî li derveyî welat krîza rêvebirinê dijî; amûrên şer, zext û zorê têxe meriyetê û dixwaze bi vê rêbazê xwe ji vê krîzê xelas bike û civakê bêzar bike. Hewl didin hemû derdorên ku van polîtîkayên wan red dikin û wekî wan nafikirin jî bi rêya darazê ku xistiye bin tehekûma xwe têxe bin kontrola xwe. Desthilatdariya ku hemû dengên li dijî krîza aborî, li dijî polîtîkaya wan a nirxên civakê dirizîne, li dijî siyaseta sûc, şer, şêlandin û talankirinê derdikevin bo xwe weke ‘dijmin’ dibîne, êdî winda dike. Her ku winda dike jî amadekariyên xwe yên êrişan ên li dijî muxalîf û derdorên din zêdetir dike. Desthilatdarî, hewl dide bi rêya hilbijartin û şer re desthilatdariya xwe mayînde bike. Di pêvajoyeke wiha de armanc dike ku hemû kesên li hemberî wan serî natewînin, yên ku li gel bedelên giran jî li pey rastiyê digerin, di serî de çapemeniya azad ên ku karê xwe li gorî rûmeta pîşeya xwe dikin û xwedî li mafê agahîgirtinê yê civakê derdikevin ku nikarin têxin bin kontrola xwe, bêzar bikin.  
 
XWESTIN DENGÊ GELÊ KURD BÊ QUTKIRIN
 
Ji ber van sedemane ku di 8’ê hezîranê de 20 kedkarên çapemeniya azad ên kurd hatin binçavkirin. Ev roj, weke şerm û qirêjiyeke mezin di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Saziyên ku tê de dixebitiyan hatin dorpêçkirin, dest danîn ser alav û amûrên wan. 8 rojan di bin çavan de man û piştre jî 16 hevalên me bi awayekî neheq û derhiqûqî hatin girtin. Ev jî besî wan nebû ku çapemeniya AKP-MHP’ê hevalên me hedef girt! Em ê nekevin nava wê hewldanê ku bibêjin hevalên me rojnameger in. Ji ber ku rojnameger bûn lewma hatin girtin. Pir aşkera ye ku li ser îdiayên bêbingeh û bi pevbestîneke mîna mîzansenê, operasyonek hatiye kirin. Ne tenê hevalên me hedef hatin girtin, azadî û rojnamegeriya wan nabe rojnamegerî bixwe! Di esasê xwe de ji wê gelek zêdetir e. Bi vê operasyonê xwestin ku dengê gelê kurd ku hebûna wan tê înkarin, rastî her cureyên zext û zorê tên û li dijî vê têdikoşe, dengê hemû bawerî û bindestên din, dengê jin, zarok, ciwan û hemû derdorên li derveyî civakê hatine hiştin jî qut bikin da ku ev deng neyê bihîstin!  
 
EM Ê LI HER DEVERÊ BINIVISÎNIN 
 
Bêguman weke şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad, şopdarên APÊ MÛSA, şopdarên Gurbetellî Ersoz ku bûye sembola rojnamegeriya serî natewîne, weke kedkarên birûmet ên çapemeniya azad, weke rêhevalên Cengîz Altûn, Ersîn Yildiz û hêj gelek ên din, em di ferqa vê rastiyê de ne. Lewma em yek gavê paşve naavêjin. Li gel hemû zextan jî her ku diçe em bihêztir dibin, zêdetir dibin û hîn bêhtir xwedî li pîşeya xwe derdikevin. Mîna hevalên me yên hatine girtin... Em li vê derê ne, dê li vê derê bin û her çend ku hevalên me li hundir bin jî em ê li derve dev ji nivîsandinê bernedin. Em, xebata di nava çapemeniya azad de bo xwe weke rûmetê dibînin û dê bibin dengê wan, civak û heqîqetê.  
 
EM Ê BÊDENG NEMÎNIN
 
Bi salan berê dema rojnameya Ozgur Ulke hat bombekirin, manşeta ewil a rojnameyê ev bû: “Ev agir dê we jî bişewitîne.” Ev welat ji wê rojê heta niha dişewite. Me her tim got û dibêjin ku ev zextên heyî dê tenê bi çapemeniya azad re bisînor nemînin. Qanûna sansûrê ku dixwazin îro bînin, berdewamiya vê operasyonê ye. Û dê berdewamiya wê jî were. Tekane rêya pêşîlêgirtina vê, ne tenê piştevanî lê têkoşîneke hevpar û birêxistinkirina hewla dijderketinê ye. Heta ku em hevalên xwe dîsa ji wan distînin û azadiya çapemeniyê pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bêdeng nemînin!”
 
Piştî daxuyaniyê endama Desteya Rêveberiya Basin-Îşê ya girêdayî DÎSK'ê rojnamevan Canan Yildiz û Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîrogolu jî axaftinên kurt kirin û girtina rojnamevanan protestokirin.  

Sernavên din

25/06/2022
12:53 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin