Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin

  • rojane
  • 16:27 23 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç di Komîsyona Têkel a ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz kom bûye de axivî û wiha got: “Hûn ketine rewşeke wisa ku nikarin li gorî Makeqanûna 12’ê Îlonê jî tevbigerin.”
 
Hevdîtinên di Komîsyona Têkel de ku ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz civiyaye didomin. 
 
Di komîsyonê de Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç mafê axaftinê girt. 
 
Olûç, da zanîn ku komîsyona ji bo rakirina parêzbendiyê beriya niha hatiye ba hev û wiha got: “Di demên berê de jî Makeqanûn hate binpêkirin û parêzbendiya parlamenteran bi awayekî giştî hate rakirin. Ev yek hem di Makeqanûnê de, hem di saziyên navneteweyî û herî dawî jî di DMME’yê de hat tespîtkirin ku binpêkirine. Ji ber ku ev parêzbendî bi awayî dijî Makeqanûnê hatin rakirin, parlamenterên me bedelên giran dan û hêj jî didin. Hêj niha jî hinek parlamenterên me di girtîgehan de dîl tên girtin. 
 
ÎTÎBARA PARLAMENTERAN NAYÊ PARASTIN
 
Em li Tirkiyeyê pirsgirêkeke giran dijîn. Mijara parastina îtîbara parlamenter û Meclisê... Bi rastî jî hûn bawerin ku di serî de Serokê Meclisê û Meclisê bi xwe ji bo parastina îtîbara parlamener û meclisê tiştek kiriye? Bawerim kesek di vê mijarê de pişrast nîne. Ji ber ku îtîbara parlamenteran nayê parastin, îtîbara Meclisê jî nayê parastin. Heke di vê mijarê de nîqaşek bê kirin, wê demê dê were dîtin bê ka îtîbara parlamenter û parlamentoyê çiqas kêm e. Di lêkolînên cemaweriyê de bawerî bi parlamentoyê nayê. Meclis bi xwe vê îtîbarê naparêze. Di serî de Serokê Meclisê vê yekê nake. Hem di hevdîtinên ser telefonê û hem jî di yên rû bi rû de me gelek caran ev daxwaz jê kir. Lê belê gavên encamgir neavêtin. 
 
WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR LI DIJÎ HIQÛQÊ TÊDIKOŞE 
 
Ya duyemîn; di fezlekeyan de tê gotin ku ‘nehiştiye hêzên ewlekariyê karê xwe bikin.’ Baş e lê peywira hêzên ewlekariyê çi ye? Divê li gorî Makeqanûnê jiyana asayî biparêzin, pêşî li ber bêhiqûqiyan bigirin û heq û hiqûqê biparêzin. Dema em li çalakiyan dinihêrin, gelo bi rastî jî hêzên ewlekariyê bi vî awayî tevdigerin? Ne tenê ji bo HDP’ê lê ji bo hemû partiyên li Meclisê dibêjim. Di dîrok û cihên cuda de ew jî rastî van binpêkirinên hêzên ewlekariyê hatine. Hêzên ewlekariyê karê xwe nakin. Karê wan ne ew e ku mafên welatiyan asteng bikin. Tişta ku divê nekin, wê dikin. Berpirsyarê hêzên ewlekariyê yê ku fermanê dide wan li dijî saziyên demokrasiyê û hiqûqê têdikoşe. Xebatên xwe ji bo astengkirina demokrasî, hiqûq û makeqanûnê dike. Ev kes, wezîrê karên hundir e. Hinek pênaseyên cuda bo wî tên kirin. Ji wezîrê sûcan heta hemû pênaseyên din, tevek jî li wî tên. Dema wezîr wiha dike, hêzên ewlekariyê jî peywira xwe pêk nayînin. Pirsgirêka esasî ev e. 
 
WALÎ MÎNA KARMENDÊN BICIHANÎNÊ DIXEBITE
 
Xala 34’emîn a Makeqanûnê mafê civîn û xwepêşandanê sererast dike. Ez ê li ser Wanê mînakekî bidim. Ji sala 2016’an heta niha li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan heye. Her 15 rojan carekî ev qedexe tê ragihandin. Mirov nikare bibêje OHAL jî. Mirov dikare bibêje rejîma darbeyê. Baş e lê ji bilî me kê ji we li dijî vê rewşê gotinek kiriye? Ji Agiriyê heta Bêdlis, Colemêrg, Şirnex, Dêrsim, Riha û hêj gelek deverên din. Li bajarên rojava yên weke Stenbol, Îzmîr û Bursayê jî ev qedexe hene. Baş e lê walî vê rehetiyê ji ku digirin? Weke gavek berê min got, vê cisaretê ji wezîrê karên hundir digirin. Wezîrê karên hundir dibêje ‘Ji ewil birûxîne û piştre jî hiqûq.’ Anku dibêje ez hiqûq û makeqanûnê nas nakim. Mafên makeqanûnê bi destê waliyan tên astengkirin. Heke waliyek ewlehiya bajêr bi saya qedexeyan bigire, wê demê bila îstîfa bike. Walî mîna karmendên bicihanînê dixebitin. Lê ev qedexe ye ji bo partiya desthilatdar derbasdar nînin. Tenê bo HDP û muxalefeta civakî û siyasî ne. 
 
GELO MA PEYWIREKE VAN HÊZAN A ÊRIŞA LI DIJÎ PARLAMENTERAN HEYE? 
 
Xala 34’an a Makeqanûnê her carê tê binpêkirin. Xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tên binpêkirin. Parçeyeke DMME û Konseya Ewropayê ne. Ji Konseya Ewropayê derkevin û bila hemû kes êdî rehet bibe. Hêzên ewlekariyê tiştên ku ne karê wan in dikin. Bi rehetî mafê min ê daxuyaniyê asteng dikin. Gelek caran dibêjin ‘ez dewlet im.’ Tu tenê karmendekî. Ya ku dewlet jê re tê gotin ew gel û nûnerên wan in. Qanûnsazî yek ji nûnerên dewletê ne. Gefên giran li parlamenterên me tên xwarin. Yek ji wan jî xistina wan a erdê, şikandina mil, derbkirin û êrişa fîzîkî ye. Baş e ma mafekî wiha yê hêzên ewlekariyê heye? Bi devkî êrişan dikin û çêrên zayendperest dikin. Ji bo ku ev êriş neyên kişandin jî çapemeniyê dûr dixin. Ji ber ku ew jî dizanin ku hiqûqê binpê dikin.” 
 
WÊNEYÊN ÊRIŞÊN LI DIJÎ WEKÎLÊN HDP’Î NÎŞAN DA 
 
Bi domdarî Pîroglu wêneyên êrişên polîsan ên li dijî parlamenterên HDP’ê nîşan da û wiha berdewam kir: “Hêzên ewlekariyê mudaxaleyî Mûsa Pîroglu dikin. Wekîlê me yê astengdar diavêjin erdê. Gelo ma tiştekî wiha tê qebûlkirin? Tevek jî wêneyên êrişên hêzên ewlekariyê yên li dijî wekîlên me ne. Min digot ku nahêlin mafên bingehîn bên bikaranîn. Van wêneyan jî weke mînak nîşan didim. Hêzên ewlekariyê di bin mertalan de pêhnan deynin wekîlên me. Piştî çalakiyan, lingên gelemperiya wekîlên me reş û şîn dibin. Em her carê dibêjin ‘bersivê nedin.’ Ji ber ku kamera nabînin lewma pêhnan deynin. Mirovan provoke dikin. Provokatorên taybet dişînin nava hêzên ewlekariyê. Her cureyekî heqaretê dikin. Wekîlên me gelek bêhnfireh tevdigerin. Carnan jî êdî mirov nikare sebir bike. 
 
AKP’Ê HÊJ JI ZÛ VE BIRYARA XWE DAYE 
 
Ma ev mudaxele tenê ji bo HDP’ê hene? Di destê me de gelek rapor hene. Raporên Saliha Aydenîz hene. Giliyên ku wê kirine hene. Lê belê dadgehan bêyî ku li gorî hiqûqê tevbigerin ev serlêdan red kirin. Ji bo van kiryarên polîsan em serî li hiqûqê didin. Fezleke hatin xwendin. Ji 5 fezlekeyan di 4’an de qala astengkirinên di çalakiyan de tê kirin. Lê belê tiştên ku polîsan gotine nehatine nivîsandin. Çêr û heqaretên wan nehatine nivîsandin. Lê belê gotina ‘hiş be’ ya wekîlê me nivîsandine. Û hûn dixwazin bi van fezlekeyan parêzbendiya wê rakin. AKP’ê hêj ji zû ve biryara xwe da ye. Dê di komîsyonan de destê xwe rakin û deynin û parêzbendiyê rakin. Hinek guh bidin dengê wijdana xwe. 
 
DERHEQÊ NÊRÎNÊN ME DE FEZLEKEYAN AMADE DIKIN 
 
Ji sedî 95 ê van fezlekeyan bi sedema daxuyaniyan hatine amadekirin. Ji bo fikr û azadiya îfadeyê dibêjin ‘propagandaya rêxistinê.’ Ev yek bi serê min jî hatibû lewma dibêjim. Rojekê li Amedê diaxiviyam û di destê wî de megafon hebû. Gotineke min bi xweşiya wî neçû û xwest bi megafonê asteng bike. Min jî got ‘ez wekîlim û heke gotineke sûc tê de hebe fezlekeyê amade bike û bişîne.’ Piştre fezleke şandin. Ji ber gotina min a ‘divê li welêt aştî hebe’ ev fezleke amade kirin. Fezlekeyên ku hûn li vir di bin navê ‘propagandaya rêxistinê’ de li vir dixwînin, ji van tiştan pêk tên. Dozgerên we dibêjin ‘em di derheqê HDP’iyan de çiqas fezlekeyan amade bikin, dê ewqas bêhtir bên terfîkirin.’ Dozger Ahmet Altun mînaka vê ye. Kompasa Kobanê weke kompaseke mezin vekir û piştre terfî kirin. Dozgerên herêmî jî wisa tevdigerin. Min xwest ku weke nîşeyekî li dîrokê binivîsim. Nexwe dizanim derfetên me yên guherandina biryarên we nîne. 
 
HÛN DÊ HER TIM LI DESTHILATDARIYÊ NEMÎNIN
 
Serokê Giştî yê AKP’ê li ser kursiyê wiha got. Baş e lê hûn dê çawa li gorî wijdana xwe biryarê bidin. Bila li dîrokê bê nivîsandin. Belkî hûn rojekî bixwînin û bibêjin ev tişt hatine gotin. Mûstafa Yeneroglu li Enqereyê bûyereke nebaş jiya. Dil dixwest ku dema Yeneroglu di nava AKP’ê de ev nêzikatî red kiribûna. Piştî ku derbasî muxalefetê bûyî tiştekî wiha bi serê wî hat. Em xemgîn bûn. Sibe dusibe hûn dê ji desthilatdariyê bikevin. Hûn li gorî hiqûqê tevnagerin. Dê hemû bêhiqûqiyên hûn niha dikin li dijî we bên bikaranîn. Mijara van fezleke û parêzbendiyan jî ji wan meseleyan e. 
 
HÛN BI MAKEQANÛNA 12’Ê ÎLONÊ JÎ NAKIN 
 
Xwedîderketina li maf û azadiyên demokratîk, li maf û rêgezên gerdûnî peywira hemû siyasetmedaran e. Heke tişta ku me tîne ba hev Makeqanûna 12’ê Îlonê be, tevgerîna li gorî wê jî peywira me tevekan e. Bi salan li dijî Makeqanûna 12’ê Îlonê têkoşiyam lê niha neçar dimînim ku ji we re dibêjim li gorî wê tevbigerin. Di serdemeke wiha ya despotîk de we xwe xistiye rewşeke wisa ku nikarin li gorî Makeqanûna 12’ê Îlonê jî tevbigerin. 
 
WE NE HIQÛQ Û NE JÎ DARAZ HIŞT
 
We ne hiqûq û ne jî daraz hişt. Di DGM’ê de hatim darizandin. Di Dadgeha Leşkerî ya Sermandariyê de hatim darizandin. Li ser dadger û dozgeran cil û bergên leşkerî hebûn û li ser wan jî cibe li xwe kiribûn. Heta ku min parastina xwe qedandî jî mudaxale nekirin. Ez şaş mabûm. Me her tim DGM rexne kirin. Dema em bi yên îro re didin ber hev, dibêjin ku qet nebe wê demê şandeyên li gorî hiqûqê tevdigeriyan hebûn. Rewşa Dadgeha Cezayên Giran ji xwe kambax e. Hûn dê jixwe şerm bikin. Îcar hûn parêzbendiyan radikin û ji van dadgehan re dişînin.”
 
‘MAKEQANÛN TÊ BINPÊKIRIN’ 
 
Piştre jî parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Îbrahîm Ozden Kaboglu mafê axaftinê girt û biryarên AYM û Makeqanûnê bi bîr xist. Kaboglu, diyar kir ku sepanên hêzên ewlekariyê sûcekî li dijî makeqanûnê ye û wiha got: “Van sepanan bi awayekî sîstematîk dikin. Dema welatî mafên xwe yên makeqanûnê diparêzin, hêzên ewlekariyê êrişî wan dikin. Ev jî sûcekî li dijî makeqanûnê ye. Bi awayekî sîstematîk makeqanûnê binpê dikin. Bi vê yekê jî dewleta hiqûqê ya makeqanûnê jî tê binpêkirin. Ev rewş ji bo her kesî û wezîrê karên hundir jî derbasdar e.” 
 
YILDIZ Ê MHP’Î HDP’Î HEDEF NÎŞAN DA
 
Fetî Yildiz ê MHP’î jî di komîsyonê de mafê axaftinê girt û HDP’î hedef nîşan da. Li ser vê yekê Fatma Kurtulan a HDP’î bertek nîşa da. Yildiz got ku divê hemû fezlekeyên ji bo rakirina parêzbendiyan bên nirxandin. 
 
Di komîsyonê de Mehmet Ruştû Tîryakî û Abdullah Koç jî axivîn û bal kişandin ser êrişên polîsan. 
 
Hevdîtinên li komîsyonê berdewam in. 
 

Sernavên din

25/06/2022
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da