Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin

  • rojane
  • 09:01 24 Hezîran 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm anî ziman ku hin hêz û derdor dixwazin li Şengalê şerekî navxweyî derxînin û wiha got: "Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin. Lê êzidî zana ne û wê ev polîtîkaya wan negihê armanca xwe."
 
Piştî di 9'ê Cotmehê de di navbera hikûmeta Hewlêr û hikûmeta navendî ya Bexdayê de "Peymana Şengalê" hat îmzekirin zext, gef û êrişên li ser herêmê jî destpêkirin. Êzidî jî li ber vê peymana ku vîna wan binpê dike rabûn. Lê di çarçoveya "peymanê" de bi daxwaza PDK'ê û Tirkiyeyê di 2'yê gulanê de hêzên artêşa Iraqê êriş birin ser Şengalê. Lê Asayîşa Êzidxanê û welatiyan bi berxwedana xwe êrişên artêşê pûç kirin. Girêdayî vê Tirkiyeyê jî di 15'ê hezîranê de ji hewayê ve Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê bombebaran kir û di bombebaranê de zarokê 10 salî Salih Xidir jiyana xwe ji dest da û nûçegihanê ÇIRA TV'yê jî di nav de 7 kes jî birîndar bûn. 
 
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm derbarê armanc û hedefên Iraq, PDK û Tirkiyeyê yên li ser Şengalê de axivî. 
 
 
'MÛSIL JI HAŞDÎ ŞABÎ TIJE BÛ' 
 
Heso Îbrahîm diyar kir ku dê hedef û armancên Tirkiyeyê bi Şengal, Mûsil û Kerkûkê re sînorkirî namînin û wiha got: "Îro li Şengalê siyaseta ku tê meşandin siyaseta tunekirina Şengalê ye. Siyaseta neqebûlkirina civaka êzidî ye. Bi êrişên cuda cuda vê pêk tînin. Fermandarê me Dijwar Feqîr di êrişên dewleta tirk de hat qetilkirin. Piştî vê qadên sivîl hatin bombebarankirin. Yek ji van Meclisa Gel a Xanesorê û Meclisa Gel a Sinûnê bû. Bi van êrişan dixwazin rêxistina me û civakê ji hev du qût bikin. Heger ku îro bela xwe ji Şengalê vekiribûna civaka Şengalê ji rewşa xwe razî bû. Lê ew kesên ku çend caran Şengal firotin nasekinin. Piştî van êrişan êdî êrişên dewleta tirk li ser Iraqê zêde bûn. Çend navendên Iraqê; Çemçeman, Germiyan, Şengal û heta milê Dihok û Zaxoyê êriş zêde bûn. Di bin navê hin tiştan de van êrişên xwe pêk tîne. Iraq jî êdî dizane ku bi van êrişan armanc dagirkirina Iraqê ye. Êdî dewleta tirk dixwaze Iraq bikeve bin desthilatdariya wê. Bi taybetî jî Kerkûk, Mûsil û heta beşek ji Dihokê, Tilafar û Şengalê dixwaze têxe bin kontrola xwe. Ji ber wê jî hêzên Haşdî Şabî derbasî Mûsil bûn. Bi hejmareke mezin a leşkeran derbasî Mûsilê bû. Jixwe di ragihandina wan de tê diyarkirin ku wexta Haşdî Şabî tê, Tirkiyeyê elama xwe ya li ser 4'ê Mûsilê rakiriye. Mûsil niha ji Haşdî Şabiyê xalî nabe."
 
Bi domdarî Îbrahîm bilêv kir ku niha tirs tenê ne li ser Şengalê, li ser kampên wan ên Dihokê, yên li Şêxanê û milê Laleşê jî heye û wiha domand: "Ji ber ku kampên êzidiyan ê başûr bê parastin in."
 
'DIXWAZIN ÊZIDIYAN BI DESTÊ WAN BIDIN KUŞTIN'
 
Di berdewamê de Îbrahîm anî ziman ku li herêmê hin hêz xebatên reşkirina Rêveberiya Xweser didin meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wexta ku êriş li ser meclisa me ya Sinûnê hat kirin di heman rojê de hin kesan got, 'Divê asayîşa Êzidxanê ji vir derkeve.' Wê demê me fêm kir ku li ser me çi plan tên kirin. Ji aliyên hin şexsan ve êrişeke ragihandinî jî hat kirin. Gotin, 'Xelkê Sinûnê muhlet daye û asayîşê qebûl nake.' Xwestin tişta heyî zêde mezin bikin. Ew tişta ku wan digot nerast bû. Rêveberiya me bi mezinan re rûnîşt û got, 'Ji bo ku di nava êzidiyan de şer dernekeve muhleta çareserkirinê didin.' Ji bo civak bê sekinandin muhlet hat xwestin. Di vir de muhlet bi vî awayî bû. Lê wan eşîrên vir li dijî rêxistinê sor kirin. Li Telezîrê tevlihevî derdixistin. Ji ber wê ji wan re heta duşemê muhlet hat dayîn. Beriya ku bibe duşem jî mezinên wan bi hev re kom bûn. Li vir eşîra ku gotina wan û kirina wan yeke eşîra heska ye. Wan jî got, 'Asayîş zarokê me ne. Çi ferqa eşîra ba me nîne.' Beriya niha jî dijminên vê civakê li Şengalê xwestin ku bi navê eşîrtiyê eşîrên me belav bikin. Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin. Lê êzidî zana ne û wê ev polîtîkaya wan negihê armanca xwe. Em rêveberiya gel in û li viri n. Gel kî ye? Gel em in."
 
HIŞYARÎ
 
Heso Îbrahîm di dawiyê de bi lêv kir ku ew lîstîkên ku li ser Şengalê tên meşandin wê negihên armanca xwe û ev tişt anî ziman: "Ew kesên ku di navbera civaka me de tevliheviyê derdixe û li ser xwîna şehîdên me diaxive, weke rêveberiya xweser em ê wan kesan efû nekin. Kê em kirine rêvebir, vî gelî em kirin rêvebir. Ev gel dikare me ji vê erkê bigire jî. Em rêveberiyeke demokratîk in, ne wekî hin aliyên din dîktator in. Kesên ku dixwazin Şengalê belav bikin hene. Em hêvî ji gelê xwe dikin ku bila hişyar bin. Em Rêveberiya Xweser daxwaz û xwestekên gel çi bin em ê piştevaniya wan bikin. Em bang li ciwanên xwe dikin, gelê xwe dikin êdî em hişyar bin û berbayî listîkên dijmin nekevin."

Sernavên din

28/06/2022
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
11:08 1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand
10:35 Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn
09:42 Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin
09:33 Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
09:08 Di hucreya yek kesî de nivîsand: Manîfestoya banga berxwedanê
09:05 Îmzeya rojnamevanên girtî avêt bin nûçeyên xwe: Bertek kêm in
09:03 Dayika Medenî Yildirim: Ceza nadin kujerê wî didin me
09:02 Doza Ata û Mizrak li Dadgeha Bilind e: Dozger xwest polîsên faîl bên beraetkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
26/06/2022
23:40 Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan
21:03 Leşkerên bi ser gund de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê
20:30 Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome
19:52 Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin
18:46 ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da
18:07 Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn
17:49 Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin
17:00 Stenbol di dorpêça polîsan de ye: Gelek kes hatin binçavkirin
16:57 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
16:41 Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne
16:37 Bi moşekan li baregeha artêşa tirk a Başîkayê hate xistin
15:53 Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin
15:44 Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê
15:37 Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin
14:55 Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da
14:51 Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn
14:18 Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî
14:04 Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin
13:06 Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan
12:54 Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
12:18 Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran
11:56 Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir
11:27 Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê
11:04 Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin
10:20 Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e
09:57 Li Îmraliyê careke din hevdîtin heya 3 mehan hat qedexekirin!
09:08 4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda
09:06 Bernameya MA Muzîkê aşkere bû
09:05 Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin
09:03 Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!
09:01 Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022
25/06/2022
22:38 Li Girtîgeha Amedê çi diqewime?
21:18 TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya
20:26 Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:45 Li Kampa Holê jinek hat kuştin
18:07 Mirovên Şemiyê hatin berdan
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir
14:29 Di doza Pinar Gultekîn de biryara bihincet aşkera bû
14:28 LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe
14:16 Li Hezexê polîsekî xwe kuşt
14:09 Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir
14:01 Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê
13:39 Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê performansa xwe ya salê nîşan dan
13:38 Xizmên Windayan aqûbeta kedkarên tenduristiyê Ayhan û Pamûk pirsîn
12:53 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin