Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin

  • rojane
  • 11:02 24 Hezîran 2022
  • |
AMED - Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk a bi 20 hempîşeyên xwe ve li Amedê hatibû binçavkirin û pişt re bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, diyar kir ku dema derxistin edliyeyê bi kelemçekirinê gef li wan hate xwarin û wiha got: “Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin.”
 
Li Amedê di 8’ê hezîranê de 20 jê xebatkarên çapemeniya azad 22 kes ji malên xwe û saziyên li di xebitîn hatin binçavkirin. Ji 22 kesên 8 rojan man di bin çavan de 16 rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin, 4 rojnamevan jî bi du welatiyên din re bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Yek ji rojnamevana ku bi şertê kontrola edlî hatibû berdan jî Gulşen Koçûk bû. Koçûk a piştî binçavkirina 8 rojan çawa derket dîsa li cihê lê mayî li Jinnews a ku edîtora wê ye karê xwe berdewam kir, pêvajoya binçavkirinê û zextên li ser çapemeniya azad vegotin. 
‘BINÇAVKIRINA ME PERÇEYEKÎ TECRÎDÊ YE’ 
 
Koçûk, da zanîn ku ji ber xebatên rojnamevaniyê hatin binçavkirin û wiha got: “Tecrîda ku em di karê xwe de her tim qala wê dikin, belavî li hemû qadên jiyanê bûye me di bin çavan de jî dît. Em di bin çavan de li nezaretên tarî yên cuda cuda hatin sekinandin. Ev bi xwe jî perçeyekî polîtîkayên tecrîdê bû. Dibe ku li ser me rojnamevanan tundiyeke fîzîkî nebû lê me ev tundî bi awayekî psîkolojîk jiya. Bi sûcdarkirina ji ber pîşeya xwe, nûçeyên ku me çêkirin tena serê xwe binpêkirinên mafan bû.”
 
‘OPERASYONA ÇAVTIRSANDINÊ’
 
Koçûk, bi lêv kir ku dema hatin binçavkirin nedizanîn bi çi tên sûcdarkirin û wiha berdewam kir: “Ne em ne jî parêzerên me nehatin agahdarkirin. Lê tevî vê yekê li gorî agahiyên me ji parêzerên xwe digirtin, em hîn bûn ku lêpirsîna naveroka wan ji parêzeran re nehatiye parvekirin, di medyaya sereke û ya nêzîkî desthilatê de hatiye parvekirin. Vê yekê jî nîşanda ku nava dosyayê vala ye, operasyoneke çavtirsandinê ye û hedef girtina pîşeya rojnamevaniyê ye.”
 
‘GEF LI ME XWARIN’
 
Koçûk anî ziman ku di bin çavan de gef li wan xwarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roja ku em derxistin edliyeyê bi kelemçekirinê gef li me xwarin, ev yek çend car hate dubarekirin. Dîsa hin muzîkên nijadperest me dan guhdarkirin û vê tundiyê berdewam kir. Hevalên me bertek û îtîrazên xwe anîn ziman. Bi vî awayî encax paş ve gav avêtin. Gelek parêzer û rojnamevanan pêvajoya edliyeyê şopand. Di îfade girtina dozgeriyê de bi pirsên ku weke sûc nayên hesibandin re rû bi rû man. Di esasê xwe parastineke wan pirsan jî nebû.”
 
BI PIRSAN SÛC HILBERANDIN
 
Koçûk, diyar kir ku hewldan ji xebatên ku di çarçoveya rojnamevaniyê de hatine kirin sûc hilberînin û bi vî awayî pirs ji wan hatin pirsîn û wiha pê de çû: “Sedemê dirêjkirina dema binçavkirinê têkidlarî naveroka dosyayê bû. Tiştek di dosyayê de nebû xwestin nava wê tejî bikin. Di çarçoveya lêpirsînê de tu pirsên ku ji me bipirsin nebûn. Ev dirêjkirina dema binçavkirinê jî ji bo hin pirsan kom bikin û hilberînin hatibû kirin. Tişteke li gorî prosedurê pêk hat. Di pirsên wan û bersivan da helwesta hilberandina sûc hebû.”
 
‘KÎ FERMANÊ DIDE?’ 
 
Koçûk, da zanîn ku ji ber di JINNEWS’ê de edîtoriyê dike li ser serenavên nûçeyan jî pirs ji wê hatine pirsîn û wiha domand: “Hin pirsên weke ‘Nûçe te xwend?’ , ‘Kê xwend?’ , ‘Kî fermana weşandina wê ya di sîteyê de dide?’ pirsîn. Di heman demê de pirseke wan li ser nûçeyeke ku roja em hatin binçavkirin bû. Tevî ku em wê rojê di bin çavan de jî bûn ‘pirsa te ev nûçe xwend’ ji min kirin. Me dît ku bi vî awayî lêpirsîn jî pirs jî gelek bêserûber hatine amadekirin. Têkildarî cenazeyekî xizmê me ez bi telefonê bi wan re axivîme, karîn wê jî bipirsin. Ji bo ku sûc hilberînin hewl dabûn. Lê tu bingeheke mantikî ya vê tune bû.”
 
‘ÎFADE GIRTIN NÎNE, BIRYAR HEYE’
 
Koçûk, destnîşan kir ku hevalên wan ên hatine girtin hemû rojnamevanin û ev tişt gotin: “Kameraman, pêşkeşvanên bernameyan û edîtor hatin girtin. An ku lêpirsîneke wisa bû ku kesê ji çapemeniya azad re axivî jî rojnamevanê ew daye axaftin jî kirine hedef. Di heman demê de kesê kişandiye jî kirine hedef û lêpirsîneke wisa bû ku bi hemû lingên xwe cezakirin ji xwe re kiriye armanc. Hevaleke ji a di Pel Produksiyonê de aşvanî dikir jî hate binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Yanî tê wê wateyê ku xwarina ji rojnamevanan re tê çêkirin jî ‘sûc’ e. Em bi pêvajoyeke lêpirsînê ya bi vî awayî re rûbirû man. Mirov bêje pêvajoya lêpirsînê jî xelet e. Ji ber ku hûn tiştekî lêkolîn dikin û dipirsin. Lê ev ne pêvajoyeke wisa bû. Ji xwe di holê de lêpirsînek nebû biryareke hatiye dayîn hebû û me jî ji pêkanîna wê biryarê re şahidînî kir. Girtina 16 hevalên me ya bi îfade û îdiayên ku nebin sedemê girtinê, nîşaneya vê yekê ye.”
 
ÊRIŞÊN SÎSTEMATÎK
 
Koçûk, da zanîn ku desthilatê bi binçavkirin û girtinan starta êrişên nû daye û got: “Em li Kurdistanê dibînin ku di demekî dirêj e êrişên sîstematîk tên kirin. Gelek kêm saziyên çapemeniyê hene ku berê kameraya xwe didin vê derê û dinivîsin û xêz dikin. Em difikirin ku esasê vê operasyonê hedef girtina van saziyên çapemeniyê ye.” 
 
QANÛNA SANSURÊ
 
Koçûk, a têkildarî “Qanûna Dezenformasyonê” ku wê bibin Lijneya Giştî ya Meclîsê de jî axivî, wiha got: “Îpek Er, îdiayên li Kercewsê, çeteyên fihûş û tecawizê yên li Geverê çapemeniya azad anîn rojevê. Lê niha anîna van a rojevê ji bo wan bû pirsgirêk. Qanûna Sansurê jî perçeyekî vê ye. Heke ez niha weke rojnamevanek van îdiayan bînim rojevê û lêkolîn bikim, pêvajoya lêpirsînê jî li wir dest pê dike. Di holê de îdiayeke sûc heye. Ew tê lêkolînkirin lê li vir bûyer berovajî dimeşin. Qanûna sansurê li pêş vê asteng e. Pirsgirêke ku ez meseleyeke di rojeva civakê de bînim rojevê.”
 
‘RASTIYA ÇAPEMENIYA AZAD WÊ NEGUHERE’
 
Koçûk, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin. Em têra yekê bixebitin ji niha şunde em ê têra 10 kesan bixebitin. Bi vî awayî em dikarin hevalên xwe jî azad bikin û dikarin armanca çapemaniya azad jî bimeşînin. Kevneşopiya çapemeniya azad ne kevneşopiyeke bi girtin , windakirin û qetilkirinê bi dawî bibe ye. Dibe ku nav were guhertin bibe AKP na yeke din lê heta niha nekarîn kevneşopiya çapemeniya azad biqedînin ji niha û şunde jî wê nekarin biqedînin.”
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

25/06/2022
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket