NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Tirkiyeyên yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Tirkiyeyê gundên navçeya Amediyeyê bi balafirên şer bombebaran kir.
Êrişên Tirkiyeyê yê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Di çarçoveya êrişan de artêşa tirk gundên navçeya Amediyeyê bi balafirên şer bombebaran kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; balafirên şer ên dewleta tirk şevê din gundên Belave û Gurherzê yên bajarokê Derelak a Amediyeyê bombebaran kirin.
Hat zanîn ku di encama bombebaranê de ziyan gihişt gelek malan.