AYDIN - Stranbêj Veysî Beltekîn ku li navçeya Efeler a Aydinê ji ber ku di dawetekê de bi kurdî stran gotibûn hatibû binçavkirin, hat berdan.
Stranbêj Veysî Beltekîn ku li Taxa Ovaeymîr a navçeya Efeler a Aydinê ji ber ku di dawetekê de bi kurdî stran gotibûn hatibû binçavkirin, hat berdan.
Polîsan Beltekîn bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" birin Midûriyeta Polîsan a Aydinê. Beltekîn piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê Beltekîn bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê Beltekîn bi şertê kontrola edlî berda.