WAN - Piştî daxuyaniya TJA'yê ya li Bazîd a Agiriyê, aktivîstên TJA'yê Ayşegul Ayaz û Leyla Aşkan gava vegeriyan Wanê hatin binçavkirin.
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşegul Ayaz û Leyla Aşkan hatin binçavkirin. Ayaz û Aşkan piştî ji daxuyaniya TJA'yê li dijî kuştina jinan û tahdeyê li Bazîd a Agiriyê hat dayîn vegeriyan Wanê, li ser rêya Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê hatin binçavkirin.
Polîsan Aşkan û Ayazê birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn.