NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerê çawîşê pispor Abdullah Bayram ê di êrişên li dijî axa başûrê Kurdistanê de hat kuştin, bi awayek ji çapemeniyê re girtî hat veşartin.
Di êrişên li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşîn yên bi ser axa başûrê Kurdistanê ve kuştina leşkeran zêde dibe. Wezareta Parastinê ragihand ku leşkerê çawîşê pispor Abdullah Bayram hatiye kuştin. Cenazeyê Bayram anîn navçeya Şenguşa Amedê û li mezraya Şêxana Jorîn duh bi şev bi awayek ji çapemeniyê re girtî hat veşartin.