WAN - Leşkeran û cerdevanan li gundê Karahîsara bi ser navçeya Seraya Wanê ve dolmîşek penaberan gulebaran kir. Di êrişê de zarokek 4 salî yê penaber hat kuştin û herî kêm 13 penaber jî birîndar bûn.
Li gundê Karahîsara bi ser navçeya Seraya Wanê ve bûyerek xemgîn qewimî. Leşkeran û cerdevanan dolmîşek ku penaberên Afgan lê siwar bûn gulebaran kir. Di êrişê de zarokek 4 salî yê penaber hat kuştin û herî kêm 13 penaber jî birîndar bûn. Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran rakirin nexweşxaneyên li bajêr.