NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir.
Artêşa tirk îro bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Li gorî nûçeya Rojnews’ê, di encama êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest neda lê ziyanên madî çêbûn.
Tê payîn ku Meclisa Gel a Mexmûrê derheqê êrişê de daxuyaniyê bide.