Gel bersiv da AKP’ê: Hûn nikarin HDP’ê xelas bikin

  • rojane
  • 09:40 6 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Xizmên windakiriyan ên beşdarî kongreya HDP’ê bûn bang li desthilatdariyê kirin û wiha gotin: “Her ku ew înkar dikin em zêdetir dibin. Gel, HDP’ê dixwaze. Hûn nikarin HDP’ê xelas bikin.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê tîrmehê de li Eywana Werzîşê ya Enqereyê 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar xist. Ji her çar aliyên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi dehhezaran kes beşdarî kongreyê bûn. Her wiha gelek kesên bûne mexdûrên desthilatdariyê û li mafên xwe digerin jî weke mêvan beşdarî kongreyê bûn. Mêvanan beşdariya xwe ya kongreyê û daxwazên xwe yên edaletê bi ajansa me re parve kirin.  
 
Welatiya bi navê Fakîde Duman ji Îzmîrê hatibû kongreyê û ji ber polîtîkayên şer heta niha 3 zarokên xwe winda kirine. Duman, diyar kir ku HDP “Eynika gel e” û ji bo kesên dibêjin “Kurd tune ne” jî wiha got: “Bila lê binêrin û jixwe şerm bikin. Her ku ew înkar dikin em zêdetir dibin. Gel HDP’ê dixwaze. Gelek kes li HDP’ê digerin û dibêjin ‘gelo partiya me hêj heye.’ Di televîzyonan de dibêjin ‘tune bûne’ lê em tune nebûne. Her ku ew wisa dibêjin, em zêdetir dibin.”
 
‘MÎNA MASIYAN DIPERPITIN’
 
Bi domdarî Duman anî ziman ku desthilatdarî ji wan ditirse û wiha pê de çû: “Êdî xelk nikare sîmîtekî jî bikire. Dibêje ‘min kurd xelas kirine’ lê Tirkiye tune kir. Ev kes nikare karê xwe bike û bila êdî biçe. Em ê hem karê wî û hem jî yê xwe bikin. Hilbijartin nêz dibe û wisa difikire ku bi girtinan dê HDP’ê xelas bike. Mîna masiya ku ava wê xelas dibe diperpitin. Lê gel di ferqa her tiştekî de ye.” 
 
‘EM NAXWAZIN MIROV BIMRIN’
 
Ummû Îşkiyan jî ji Kerboranê beşdarî kongreyê bû û dibêje ku ne şer lê aştiyê dixwazin. Di berdewamê de Îşkiyan wiha axivî: “Em naxwazin xwîn birije û bila aştî çêbibe. Em dixwazin êdî Rêbertiya me di nava gel de be. Em ji bo Rêbertî û girtiyên xwe li vê derê ne. Em naxwazin mirov bimirin. Em Rêberê xwe dixwazin.”  
 
‘JI HDP Û KURDAN DITIRSIN’ 
 
Têkildarî mijarê Fîdan Karadag ku ji Manîsayê beşdarî kongreyê bûbû jî ev tişt anî ziman: “Em ji bo aştî û gelê xwe li vê derê ne. Dibêjin; ‘me kuştin, qediyan, HDP tune bû, li her deverê me ew tune kirin.’ Me jî got em werin vê derê da ku bizanin em neqediyane. Em hene, em tên înkarkirin, tên kuştin, gor, darbest û cenazeyên me tune ne. Dilê hemû dayikan bibirîne. Ji HDP û kurdan ditirsin. Heke kurd bibin yek dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Naxwazin em bilivin jî. Her tim têxin zindanan û dibêjin ‘me tune kirin.’ Ma çawa tune kirine. Baş e bila li vê derê binihêrin bê ka em tune bûne? Hêj gelekan jê nekarî werin jî nexwe hejmar hîn bêhtir bû.” 
 
‘DÊ LÊGERÎNA ME YA EDALETÊ BIDOME’
 
Ferît Şenyaşar ku bav û du birayên wî di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûsê ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin jî beşdarî kongreyê bûbû. Şenyaşar, da zanîn ku dê neheqiya li wan hatiye kirin li her deverê vebêjin û wiha qedand: “Min tevî dayika xwe dest bi vê têkoşînê kir. Niha bi milyonan kes vê têkoşîna me dişopîne. Me tu carî xwe bêhêvî nekir û em ê her xwedî bawerî bin. Heta edalet pêk tê jî em ê li mala xwe rûnenin. Em ê her tim ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî daxwaza edaletê bikin.” 
 

Sernavên din

09/07/2022
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin
12:21 Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin
12:01 Li Zapê leşkerek hate kuştin
12:00 Hevşaredarê Bedlîsê yê berê Olan hat berdan
11:43 Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike
11:23 Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê
10:46 Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir
10:41 Li çoltera Şaxê şer derket
10:37 Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe!
10:27 Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe
10:13 Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin
10:13 Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket
09:54 Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
09:53 Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e
09:26 Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin
09:18 'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
09:01 'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e'
09:01 Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne
09:00 Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!